STENBOL, 23/1 2012 — Ji her der û zeviyên bakurê Kurdistanê hestî, gorên bi kom derdikevin, helbet qetlîamên nû jî li yên kevin zêde dibin, bo nimûne qetlîama Robozikê. Zimanê kurdî hêj qedexe ye. Aboriya Kurdistanê bi hêza dewletê bi zanabûn hêj tê lawaz kirin.
Hêj hebûna xwezayî ya zimanî ya miletê kurd wekî lebatek/organek yê qabiliyeta jiyana wî nayê nas kirin, gelek rehet generalek li vî welatî radibe û bi awayekî gelek hêsanî û di rewacê de dibêje ew li dijî perwerdehiya bi zimanê kurdî ye. Yanî çarêka esrê 21-ê li ber qedandinê ye lê hêj dewleta ko hikûmraniyê li kurdan dike, zimanê kurdan qebûl nake.
Ji Diyarbekir, Şirnex, Elezîz û Dersimê gorên bi kom derdikevin. Ji damezirandina komara Tirkiyeyê heya niha hikûmetek tenê ya tirkan nehatiye damezirandin ko ajandaya wê ya sereke ne tepeserkirin, girtin û kuştina miletê kurd be. Ev siyaseteka gelek xedar û zalimane ye, li derveyî hemî normên mirovahiyê ye.
Tam di dema ko heroj di zeviyên miletê kurd de gorên komkujiyan derdikevin, qetlîamên dî yên nû li ser ve zêde dibin. Kuştina kurdan ranaweste. Ziman qedexe ye, milet bi kuştin û qetlîaman re derbas dibe.
Erdhêja Wanê hêj li ber çavê me ye, digel ko alîkariyek gelek însanî ji her derê Tirkiyeyê bo Wanê çû, lê ji ber ko hikûmet û dewlet ne razî ye ko bi projeyek mayînde û bingehekê xurt û nû ji bo aboriya Wanê dane, Wan yekser ji bajarîtiyê ket û bû wekî gundekî. Bila desthilatdarên tirk ti derewan li kesê nekin, 90 sal e ko siyaseta aboriyê ya Tirkiyeyê ew bû ko bakurê Kurdistanê ji aliyê aborî ve pêş nekeve. Yanî bi zanebûn û bi plan pêkhateya aboriya bakurê Kurdistanê ji aliyê dewletê ve hatiye lawaz kirin.
Milet tê kuştin, ziman lê qedexe û aboriya wî tê fetisandin. Ti girêdaneka meşrû ya dewleta tirkan li ser miletê kurd nîne, tam berevajiyê wê wekî mieseseyeka xespê ye. Mafê jiyana miletê kurd, mafê geşkirin û pêşxistina ziman û kultura miletê kurd bi awayekî sîstematîk di bin xesp û plana tinekirinê ya dewleta tirk de ye.
Ev e 90 sal e ev siyaset bi vî awayî dimeşe. Ev siyaset yek gav dî tenê nikare bi vî awayî berdewam bike.
Yan dê dewleta tirk, li ser bingehekê ko di her astê de li ser esasê wekheviya kurdan û tirkan be ji nû ve bêt reorganîze kirin, yan jî divêt kurd rojekê zûtir dest ji vê bêheyatiya ko ji aliyê dewleta tirkan ve li wan tê kirin berdin û bi awayekî meqûl û aqilane mekanizmaya nêvdewletî bêxin kar û bang li komalgeha nêvdewletî bikin ko wekî nêvçîker û çareserker midaxaleyî arîşeya xespa tirkan ya li ser miletê kurd bike.
Divêt hemî desthilatdar, serwer, pîr, berpirsiyar û nûnerên tirkan êdî baş bizanin ko ev bêheyatiya ko ev e 90 sal e li miletê kurd tê kirin gaveka dî tenê nameşe û divêt rojekê ji rojekê zûtir terka vê siyasetê bikin û hiqûqeka dî ya nû li ser bingehekê wekheviyê pêk bînin.
Mijara PKK-BDP-ê jî, ji bo ajanda û argumanên siyaseta dewleta tirk ya di heqê kurdan de mijar û argumanên gelek sunî, hêcet û çêkirokî ne. Dewlet bi argumanên di heqê vê derdorê de tenê dixwaze rastiya kurdan reş bike.
Divêt dewleta tirk û şîretkarên wê dest ji vî aqilê beredayî yê ko hemî hêceta xwe li ser hebûna PKK-ê BDP-ê ava dike berdin. PKK/BDP faktorek ji “kêlekê” ve ye. Daxwaza miletê kurd ji bo mafên wî yên ko hatine xesp kirin e, divêt xwedanê xespê rojekê ji rojekê zûtir dest ji vê xespê berde an jî divêt bi hêza nêvneteweyî xespkar bê “bêtesîr kirin”.
Qetlîama Robozikê careka dî nîşanî me da ko ka em û tirk çiqasê “birayên” hev in. Serokwezirê tirk ji bo operesayonê rûmet da serqumandarê xwe û spasiya wî kir ko ji bilî qetlîama zarokên kurdan yên bêguneh ti serkeftineka dî ya qumandarê wî nîne. Tenezil nekir ko ji dayîk û bavê wan zarokan lêborîna xwe jî bixwaze. Ev kibir û megalemoniyeka xedar ya zihniyeteka pîs ya dagirkeriyê ye.
Kurt û kurmancî qetlîam, mafnenasî, fetisandina aborî û kulturî ya miletekî ji her awayî ve sedemê midaxaleya komalgeha nêvneteweyî ye. Îro nimûneyên vê li her derê dinyayê li ber çavên me ne. Bi sedsalan çarenivîs û bextê miletê kurd ji bo megalemoniya tîranên tirk, ereb û ecem hat reş kirin. Çênabe di esrê 21-ê de jî paşeroj û çarenivîsa zarokên miletê kurd ji bo magelemoniya hindek tîranên tirk û ecem an jî ereb bêt reş kirin. |