STENBOL, 9/1 2012 — Kê qetlîama Robozkê bi çi niyetê kir ew li aliyekî, lê belê cihgirtina wê ya di hişûbîra miletê kurd de dê ti caran ne wekî bûyereka ko bêt ji bir kirin an jî ji rêzê be. Ew qetlîam hêj ji niho ve bû xeleka xurt ya zincîra qatlîamên ko li hemberî miletê kurd hatine kirin. Serokwezîrê tirk Recep Tayyip Erdogan piştî bûyere sê rojan axivî û got: “Yên dibêjen ev qetlîam li himberî kurdan hatiye kirin, di riya iblîs de ne.”
Lê belê Erdogan û hikûmeta wî heta niho ne lêborîna xwe ji xelkê Robozkê xwestine û ne jî hêviyek wesa dane ko ev qetlîam dê bê aşkere kirin. Tam berevajiyê aşkerakirinê hêj ji roja serî ve ji gelek aliyan ve hindek hewl bo reşkirin û tarîkirina qetlîamê hatin kirin. Lewma ez dixwazim di vê nivîsê de li ser hinek ji van hewldanan rawestim û îşaretê li raporên riya aşkerakirinê jî bikim.
Niyeta xwedanên van hewldanan çi dibe bila bibe, di encamê de hewldanên wan roleka reşkirinê ya begunehiya qurbanên qetlîamê dît.
1. Di du rojên destpêkê de helwesta medyaya tirkî ya piştgugkirin û nedîtinê
2. Usluba berdevkên hikûmeta tirk
3. Rojnamevan Mehmet Baransu û Emre Uslu
4. Hasip Kaplan û rakirina cenazeyê qurbaniyan
Ez dê di dawiyê de hinekê li ser raporên di heqê qetlîamê de hatine amade kirin jî rawestim.
Vêca ka em xalên ko min li jor rêz kirine vekin. Di nivîsa berî vê de jî min behsa helwêsta bêexlak ya medyaya tirkan kiribû. Helwêst û zimanê medyaya tirkan ya sereke di heqê bêgunehiya qurbaniyên qetlîamê de hêj zimanê qirêj û nepak e, hêj wan zarokan wekî “qaçaxçî” bi nav dikin. Masumiyet û bêgunehiya zarokan li ber çavan nagirin. Peywendiyên xwezayî û girêdanen malbatî yên herêma ko qetlîam lê bûye naînin ber çavan.
Berdevkên hikûmetê ji roja pêşiyê heta niho “Heftenîn-Sineht” û “kampên PKK-ê” kirine benîştê devê xwe û dixwazin raya giştî ya Tirkiyeyê û dinyayê qane bikin ko ev operasiyoneka normal e, li dijî PKK-ê û kampên wê bû, “lê qaçaxçî bi şaşî bûn hedef”. Helwêsteka klasîk ya dewletê ye û ew wesa dizanin ko dema mijar “şerê li dijî terorê be” gelek normal e ko sivîl bên kuştin û dixwazin vê “normaliyê” li xelkê xwe jî bidin qebûl kirin.
Erdogan û berdevkên dî yên hikûmetê dibêjin “digel ko eskeran îşaretên hayidariyê jî dane, lê wan xwe wekî sivîl diyar nekirine” û di ser de jî bi vê rengî dixwazin qurbaniyan gunehbar bikin.
Niqteya dî ya balkêş ew e ko sibeha piştî şeva (28.12.2011) qetlîamê, dora seet dehê sibehê bû, rojnamevan Mehmet Baransu (Taraf) di twitterê de twîtek nivîsî got: “Ez dê sibe piştperdeya vê bûyerê binivîsim”. Ez jî heyirî mam, min got ev mibarek çi zû giha piştperdeya bûyerê. “Piştperdeya” wî her wekî diyar kirî di 30-ê mehê de di rojnameya Tarafê de hat weşandin.
Li gorî “belgeya” ko ketibû destê wî ajanekê MIT-a tirkan yê di nav PKK-ê de agahdariyên xelet dane û MIT-ê jî bi van agahiyên xelet desthilatdarên eskerî înforme kiriye û ev qetlîam ji sedema agahiyeka xelet pêk hatiye. Yanî ti gunehê dewletê û eskerî nîne berpisiyara qelîamê ajanekê di nav PKK-ê de ye. Ev qetlîam ajenekê kiriye ew jî kî ye ne diyar e.
Emre Uslu jî bi nivîsa xwe ya “Bir taşla kuş katliamı-bi kevirekê qetlîama çûkan” (Taraf, 31.12.2011) ji Jitem, Ergenekon, Rûsya, Parastin û çiqas “têkiliyên kûr yên” di serê wî de hene Dirbasê Xelo (Naif Encu) xist di nava xeleka wan têkilyan de û hêj di roja pêşiyê de bêgunehiya qurbaniyan xist bin perdeyeka têkiliyên kûr û tarî de.
(Helbet ev herdu rojnamevanên min behs kirî di rojanameya Tarafê de dinivîsin. Ev rojname nimûneyeka rojnamevaniya gelek çalak û zîrek e ko seytere û pergala eskerî ya tarî ya Tirkiyeyê aşkere kiriye, vê gavê 139 general û amîral di zindanê de ne, hemî belgeyên ko bûne sedem ko ev general biçin zindanê di vê rojnameyê de hatin weşandin û di binê wan de îmzeya Baransu heye.)
Vêca em bên ser helwesta biraderên BDP an jî ya Hasip Kaplan û rakirina cenazeyên qurbaniyan.
Kê bi çi niyetê kir her cardî bila niyeta wan li aliyekî be, rewşa rakirina cenazeyên qurbaniyan ya ko li flama an jî rengên PKK-ê pêçiyayî qenaet û argumanên derdorê ko digotin “ew mirov nebêguneh bûn” zêde kir, bêgunehiya van mirovan “polîtîze” kir.
Beyana parlamenterê BDP-ê Hasip Kaplan ya ko got: “Bila nûnerên hikûmetê neyên vêderê, herkes xudansîleh e”, her cardî niyeta Kaplanî çi dibe bila ew be, rengê qetlîama ko li mirovên bêguneh hatiye kirin “terorîze” kir. Herkes dizane ko ew sîlehên li wir di destê mirovan de heyî sîlehên dewletê ne. Heger niyeteka wan ya bikaranînê hebûya mimkin e ko li himber Hasip Kaplan bi kar anîbûna. Her lînçkirina qeymeqam jî perdeyeka dî ya reşekirinê bû.
Sê lînkên sê raporên di heqê qatlîama Robozkê de li jêr in: Ya yekê ya Komeleya Mafê Mirovan û Mazlum-Derê ye. Ya didoyê ya baroyên dazdeh bajarên kurdan e, ya sêyê jî ya partiyeka siyasi ya tirkan Has Partiyê ye.
Hersê ropar jî bi delîl û şahidan gelek aşkere îşaretê pê dikin ko ev qetlîam bi zanebûn hatiye kirin.
Ez dixwazin li vir piçekê li ser rapora ji aliyê baroyên 12 bajarên kurdan ve hatiye amade kirin rawestim, helbet mebesta min ne ew e ko ez vê raporê “polîtîze” bikim. Di serî de ziman û nêrîna raporê yekser ji ziman û nêrîna fermî ya dewletê û zimanên medyaya tirkî gelek cida ye.
Rapor carekê tenê jî bêjeya “qaçaxçîtiyê” bi kar naîne, rastiya sosyolojik, tarîxî dibîne ko îşaret pê dike ji 200 salan zêdetir e ko ev rêûrêbar bi awayekî xwezayî tên bi kar anîn û peywendiyên meşrû yên li ser van bingehan radixe ber çavan û dibêje karê tê kirin “ticareta di navebeya du gundên mirovên hev de ye”.
Yanî ji aliyê meşruiyetê ve ti meşruiyeta van “sînorên tirkan” nînin ko heta kurd li ser wan “sînoran” bibin ”qaçaxçî”. Ger hinek qaçax li wan deran hebin ew jî eskerê tirkan in ko li ser wan “sînoran” ti peywendiyeka wan ya kulturî, ruhî û nasiyarbûnê digel erd, ax û civakê nîne.
Rapor di xala encamê ya 6-ê de îşaretê pê dike ko bûyer xwedana karektereka wesa ye ko komelgeha nêvneteweyî jî dikare pê re eleqeder bibe. Li gorî min rapora 12 baroyên bajarên kurdan bingehek û perspektîveka baş bo parastina doza qetlîama Robozkê çêdike. Divê di hemî melhezeyên hiqûqî de ev rapor li ber çavan bê girtin, helbet herdu raporên dî jî pir giring in û arîkariyeka baş bo vê dozê dikin.
Lê her “hikmeta” wê çi be deshthilatdarên tirk rabûn “biryara nehênîkirinê” danîn ser prosesa lêpirsîna di heqê qetlîamê de. Halbukî li gorî biryarên Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê divê karûbarên di heqê lêkolînên bûyerên weha de tên kirin ji çavdêriya hemî lêzimên qurbaniyan û raya giştî re vekirî bin.
Sicîlê dewleta tirk yê di “şerê li dijî terorê” de gelek qirêj e, qet îhtimam û sexbîrî nekiriye ko sîvîlan biparêze, hertim sivîl bûne qurbanên serekî yên vî şerê 30 salên dawiyê. Qetlîama Robozkê rasterast mirovên bêguneh yên kurd kirine hedef. Hewl û karê niha tên kirin wesa xuya dikin ko desthilatdarên hikûmet û dewletê li dûv nixamtina vê qatlîamê ne, biryara “nehênîkirinê” îşaretek ji vê ye.
Her berî sê rojan min dît ko Emre Usluyê ko navê wî li jor derbas bûyî “Uludere The End” nivîsiye. Divê Uslu û hemî desthilatdarên tirk jî baş bizanin ko kê bi çi mebestê kiribe bila kiribe ev qetlîam li himberî miletê kurd hatiye kirin. TC “The End” dibe lê belê ev qetlîam “The End” nabe.
Bo nimûne împeretoriya Yêkîtiya Sovyetan “the end” bû, Iraqa Sedam Husênî “The End” bû, lê qetlîamên ko li himberî kurdan hatine kirin “The End” nebûn lewra serokwezîrê tirkan berî eyamekê ji bo qetlîama Dêrsimê ya 74 salan berê lêborîn xwest.
Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî rengê mijarê bi kîjan alîyî ve dikişîne bila bikîşine, çawa diniximîne bila wesa biniximîne ev qetlîam li himberî miletê kurd hatiye kirin vêca kî “di riya iblîs de ye” ew keyfa wî ye. Lê divêt ew jî baş bizane ev TC-ya ko ew serokwezîrê wê ye dikare “The End” bibe û bibe tişteka dî lê qetlîama Robozkê “The End” nabe û çênabe serê wê bê nixamtin.
1. http://haksozhaber.net/ihd-ve-mazlumderin-uludere-raporu-26662h.htm
2. http://www.diyarbakirbarosu.org.tr/i/basin_açiklamas
3. http://www.hasparti.org.tr/news/news.aspx?id=2147 |