Têkdana Kurdistanê û wezîfeya ”iblîsane” ya Yêkgirtoyê
STENBOL, 4/12 2011 — Pêr piştî nimêja înê bi şarandina meleyakê mizyefeteka Zaxoyê birek ciwan derketin kolanan û 4 otel, dorê 20 bar û resturant û hindek cihên masajê şewitandin, zêdtirê wan polîs li dor 30 kesan jî brîndar bûn.
Her piştî vê sotandin û têkedanê, li devera Behdînan wekî “tolhildanê” erîş li ser gelek baregehên Partiya Yêkgirtoya Îslamî ya Kurdistanê hatin kirin, parlamenterekê Yêkgirtoyê ji aliyê hêzên asyişê vê hat “desteser” kirin.
Kêm zêde haya min ji “rexistina îslama siyasî” ya başûrê Kurdistanê heye. Rêxistinên tundrev û dest bi çek yên wekî “Ensar El Îslam” û ”Komela Îslamî” li aliyekê, Partiya Yêkgirtoya Îslamî ya Kurdistanê ko nûnerên wê li parlametoya Kurdistanê û li ya Iraqê de jî hene, ta radeyekê baş nas dikim. Dizanim ko ji sedema gendelî û nerazîbûna xelkê ya ji partiyên serdest, ta radeyekê meşruiyeta Yêkgirtoyê di nav komalgeha başûrê Kurdistanê de heye.
Lê divê baş bêt zanîn ko Yêkgirto bi ti awayî ne rêxistinka “serbixwe” ye û ne ji bo pêwîstiya miletê kurd derketiye navê. Welatên Xelîcê û yên ereban piştgiriya wê dikin. Her diyar e ko Îran jî piştgiriya wê dike.
Bi dîtina min Yêgirtoyê Îslamî piştgiriyê ji kê distîne bila bistîne, heya ko bi awayekî sivîl û hêminane karê xwe bike, heqê kesê nîne ko pêşiyê lê bigire. Lê divê Yekgirtoya Îslamî û melayên alîgirên wê jî baş bizanin ti kurdek nîne ko bi riya wan hînî dîn û diyanetê bibe, her kurdek ji aliyê baweriya xwe ya dînî ve, herî kêm bi qasî melayên Yêkgirtoya Îslamî dîn û diyaneta xwe dizanin.
Dixwazim bêjim, derketina Yêkgirtoya Îslamî ne ji pêwîstiya dîn û diyaneta kurdan e. Hesabên wê hemî siyasî ne û ew partiyeka siyasî ye. Ti baregehekê Partiya Demokrat ya Kurdistanê nîne ko mescidek lê nebe! Yanî ez bawer nakim ko Yêkgirto ji aliyê diyanetê ve ji PDK-ê misilmantir be.
Lewma divê baş bêt zanîn ko ew melayên ko şarandinê dikin û ciwanan rê dikin ser otêl û resturantan, vê yekê ne ji bo baweriya dînî, lê ji wezîfeya xwe ya “iblîsî” dikin û ew jî têkdana aramiya Kurdistanê ye ko ev aramî di çavê hemî xêrnexwazên kurdan re diçe.
Divê riyeka yasayî cidî li himberî van “melayên iblîs” yên ko karê şarandinê û sotandina mal û milkê xelkê dikin û aramiyê têkdidin hebe. Heger destê Yêkgirtoyê di van kiryaran de hebe an jî kiryarên wekî van, divê hertişt di çarçeweyeka hiqûqî û meşrû de li himberî wê bê kirin, ne ko bi heman metodên ko ew bi kar tîne.
Divê baş bêt zanîn yên ko li devera Behdînan êriş li ser cih û baregehên Yêkgirtoya Îslamî kirin û şewatindin, bihemd an jî bêhemd bi qasî Yêkgirtoyê zererê didin aramî û deskeftiyên Kurdistanê.
Biheq be an jî neheq be, mafê her hem welatiyekî heye ko li himberî hertiştî nerazîbûna xwe diyar bike. Lê ev nerazîbûn bi ti awayî divê ne bi metodên şidet, tundûtîjî û sotandinê be. Her “desteserkirina” parlameterekî heger di destê wî de teqemenî nebe, diyardeyeka welatên nedemokratîk e.
Hewzeya başûre Kurdistanê cihê dilrehetî û serfiraziya her kurdekî ye. Divêt heta ko ji destê desthilatdaran têt lekeyê nexin ser vê rewşê yan ne zerereka meizn bigihî miletê kurd û Kurdistanê.
Ji daxuyaniya serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar dibe ko ev bûyer bi şarandina hinek melayan çêbûye û dibe ko planeka dariştî li pişt hebe. Motîvên dînî û etnîkî pir bi rehetî dikarin ji aliyê xêrnexwazan ve bên bi kar anîn û lewra yê ko xwestiye vê fitneyê dade berê xwe daye kurdên êzdî û xiristyanên li Kurdistanê.
Berî hefteyekê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Meclisa Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê kir û diyar kir ko desthilata Kurdistanê piştgiriya xelkê Sûriyeyê û nemaze kurdên li Kurdistana Sûriyeyê dike. Ne dûr e ko Sûriyeyê û Îranê bi rêya Yêkgirtoyê û destên xwe yên dirêj wekî tolhildanekê ev fitne dada bin.
Çi sebebên lokal bin yan sebebên bi piştgiriya destên derve bin divêt komîteya lêkolînê hemî destên li pişt vê bûyerê aşkera bike û tedbîrên pêwist li hemberî wan destên têkder wergire.