STENBOL, 4/6 2005 — Ez bi te dibişirim, bi te xewnan dibinîm bi te dihizirim, bi te berz û serbilind im; tu yî hemû xet û sifatên min. Kefîya sor, bircên belek, ala rengîn, xan û xanedan, memozîn, dergûşa jîyanê, vateya van hemûyan tu yî; xak û evîna min, zimanê min. Ez, te bi ti şaheseran û bi ti keşfên galîleî û bi nezarîyên newtonî û kuvantumî naguhorînim, tu bi xwe şaheserek bêhimpa yî; yasa û weteya jîyana min her tu yî. Çerxa felekê bêyî te nazivire!
Zimanê min, êş û jana canê min, zimanê dagirkeran parîyek nanê heram e, li gewrîya min de asê dimîne, wekî balyozekê li mejiyê min dikeve. Ez dibînim, her hevokek bi wî zimanê biyanî ji devê min derdikeve, nalînek, qêrînek dikeve zimanê dayîka min. Keser ji kûr tên. Xwenenasî mirovan serşor dike…
Ez bi te xwenda û xwendekar û serfîraz im. Bi te dengê min, rengê min, xweşmorovî û şîyanên min derdikevin navê. Ez bi te xwedî nav û xwedî binyat û mirov im. Zimanê min, xeml û rewşa jiyana min; kesayetî û xwenasîya min.
Zimanê min tu yî, rasteqîniya hebûna min. Ez rastîyê bi te dizanim, bi te serwextî hemû cewher û vateyên jiyanê dibim. Ger tu nebî, ez dê çi bikim ji Cervantes, Gogol, Dostoyevskî, Flaubert, Garcîa Marquez û Kafka?...
Kafka ji kû dizanî, ka di reşeşêvên bihara welatê min de, brusk çawa tarîyê diqetîne û evîndar li ber ronahîya bruskên reşeşevê rûyê hev nas dikin û bêçirusk dimirin? Dergeh qet venabin... Marquez qasî zarokên ko di zevîyên mayînan de “kîsoyan difirînin” -bila derhinerên Disneylandê ji xwe şerm bikin- nizan ka tinetiya sed salan –ne ya sedsalî- çawa ye? Dema ko Flaubert plan dikir ko ka çawa arsenîkê li Madam Bovary bidi vexwarin, ew du sed salbûn ko Memo “jehra evînê” ser xwe kirî bû. Gelo Gogol dizanî ka çend tevn û çirokên “mîrîşalandinê” bi zimanê min hatinê vegotin û rastkirin? Dostoyevskî qet dizanî, ko da nekevin destên dijmin û nemaman, bi xwekuştina keçên xama, ka çend qibletgeh ketine welatê min? Hey Cervantes, aş û beraş, aş û ar ji destê hosta û qeraşên welatê min derketine, tenê li ser çeq çeqa “textikê şeytan” hezar hikayetê min hene.
Proust, dil nadim ji bo te tiştekê bêjim, ji te dihesidim; mihteşemî û bedewîya wê seraya hemî zamanan ya ko te ji hevokan ava kirî ye, min dihesidine… Lê çi bikim Proust? Dema di hemû demên modern de, zimanê te dibû nîşana şerf û şanazîyê, dibû şekirê li ser zimanê edîp, şair û sefîran; bi xwîn û barûtê lorîkên dayîka min di gewrîya wê de hişk û ziwa dikirin.
Ez dizanim, zorkerîya hezar salan, ka çend har û hov e, Proust! Ziman û hemû zemanên min qedexe kirin. Lê “ez li vir im!” Bi sond û peyman be, ez hemû zeman û gotinên xwe yên qulfkirî vebişkîvim!
Zimanê min raborî û nihoyî û paşeroja min, hezar caran silav ji te re! Tu yî kelheya xweparastina xîreta min! Bircên te bilind in, ez bi te şan û serfîraz im! Kurê teknîsyenê generalî silavek germ ji rûesmeriya te û tifenga bavê te re jî! |