STOCKHOLM, 19/10 2005 – Yekîtiya Nivîskarên Kurd ya Dihokê festîvala xwe ya rewşenbîrî ya yekê di rojên 22-24-ê meha borî de organîze kir. Diruşma festîvalê »Peyva kurdî sînoran dibezînît« bû. Ev diruşm rewşa ko devoka Behdînan tê de derbas dibe bo mirovî diyar dike. Mirov bi wê pê dihese ko behdînî di navbera serdestiya soraniyê û serhildana kurmanciyê de ji xwe re li nasnameyekê digere.
Tevî ko akinciyên deverên Dihok, Amêdî, Akre, Zaxo, Zimar û Şingalê hemû wek hev napeyvin jî, ew bi »behdînîaxêv« (behdînanî/badînî) tên nav kirin. Gelek ji soranan, wek profesor Mehrdad Izady, vî navî li hemû kurmancîaxêvan dikin. Ya rasttir ew e ko mirov wek Selah Seedilayî peyiva »behdînî« ji bo rûniştiyê devera Behdînan bi kar bîne û navê »kurmancî«-yê li kurdiya vê deverê bike ji ber ko xelkê wê bi kurmancî diaxivin. Lê, ez di vê nivîsê de hem »behdînî« û hem »kurmancî« bo devoka Behdînan bi kar tînim.
Pîvana ko kurmancî û soraniyê dike zaravayên heman zimanî û ne du zimanên cida ew fakterên dengsazî ne yên ko wan ji ziman û zaravayên dî yên îranî vediqetînin. Yek ji wan fakteran, dengê /ç/ yê lêkera »çûn«-ê ya îraniya kevin di kurdiyê de hatiye parastin lê di zimanên ko cîranên kurdiyê ne, wek farisiyê, de bûye /ş/. Herweha, dengên /şm/ yan /xm/, wek yên di peyivên farisî »çeşm« (çav) û »tuxm« (tov) de, di kurdiyê de nabin /m/, wek di hindek zimanên dî yên îranî de; lê, dibin /v/ di kurmancî û /w/ di soraniyê de. Bes, kurmancî – behdînî jî pê re – bi ergatîvî, zayend, cînavên xweser, pasîvkirina lêkeran, hejmara daçekan, dengên nehewadar (wek /p/, /t/ û /k/) û hwd. ji soraniyê cida ye. Ev newekhevî dereceya têkgehiştina dualî ya nabera qesekerên herdu zaravayan de kêmtir dike. Lewre, ne seyr û ecêb e ko herdu zarava di radyo û televizyonên krudî de tên bi kar anîn.
Behdînî dibêjin ko dema mirov ji yekê silêmanî dipirse ka ew di salên xwandina zanistgehê de li gel kê dijiya, ew dê bibêje: Min le gell du kurd û du badînî bûm. Ji xwe soran ji zaravaya xwe re »kurdî« dibêjin, wê wek zimanê kurdî yê standard qebûl dikin û behdîniyê wek devokeka herêmî nas dikin. Helwesta zanayên soran ya li dijî resmîkirina kurmanciyê li Iraqê kevin e. Emîn Zekî Beg, dîroknasê kurd yê navdar û miteserifê (waliyê) Silêmaniyê di serdema hikumdariya îngilîzan de, di rexneya xwe de ya li ser qanûna zimanên herêmî li Iraqê ya sala 1931-ê nivîsîbû ko bikaranîna kurmanciyê li lîwaya Mûsilê – devera Behdînan – dê yekîtiya zimanê kurdî hilweşîne û dê bibe sedema paşveçûna xwandinê û mesrefên bêwec û gotibû ko divê soranî zimanê resmî yê kurdan be ji ber ko ew fesîh û rêkpêk e. Gelek ji rewşenbîrên soran dijî destpêkirina weşana bi behdînî – kurmancî – sala 1958-ê di radyoya Bexdayê de derketin û daxwaz ji hikûmetê kir ko bi tenê soraniyê bi kar bîne. Nivîskarê soranî Mihemed Mela Kerîmî ew weşan bi şaşiya herî mezin ya ko hinek krudperwerên dilsax kiriye û dê baca wê ya mezin di paşerojê de bidin wesif kir. Hemî pirtûkên rêzimanê, dersên dibistanan û ferhengên ko soranîaxêvan li Iraqê bi navê »zimanê kurdî« derxistine behsa soraniyê, û piraniya caran devoka Silêmaniyê, dikin û gelek kêm ji wan behdîniyê destnîşan dikin.
Li gor amarên Ethnologueê, enbara zanyariyên li ser zimanên cîhanê, ya sala 2004-ê, 2 800 000 kurmancîaxêv û nêzîkî nîvmilyon sornîaxêv li Iraqê hene. Çavkaniya van hejmaran ne diyar e, lê ya aşkira ew e ko kurmancî neşiyaye bibe zimanê resmî yê kurdên Iraqê. Zanayê kurd Emîr Hesepor diyar dike ko di navbera salên 1920 û 1985-an de nêzîkî 2030 pirtûk li Iraqê hatine çap kirin; ji wan bi tenê 3% bi kurmancî ne. Hesenpor kêmberhemî û lawaziya kurmanciyê li Iraqê bi sistbûna bizava siyasî û rewşenbîrî li Behdînan ve girê dide. Herçend beşdariya behdînan di kurdîniyê de di bîst salên borî de berçav bû jî, berhemên bi kurmancî ne di astê wê beşdarbûnê de bûn. Bes xwandina destpêkê li Behdînan bi kurmancî ye û ne dûr e ko ew jî dom neke. Pirtûkên bi kurmancî li başûrê Kurdistanê zêde bûne lê heta niha çi rojnameyên rojane bi vê zaravayê nînin.
Helwesta soran ya ko bikaranîna kurmanciyê bi awayekê berfireh bi têkdana yekîtiya zimanê kurdî û serxistina planên neyaran li qelem didin heta îro jî berdewam e. Vê helwêstê tesîra xwe li hinek rewşenbîrên behdînan jî kiriye û fikira ko soranî zimanê resmî yê kurdên Iraqê ye pê daye qebûl kirin. Peyivên soranî wek bala (bilind), dupat kirin (piştrast kirin), beşdarbû (beşdar), skala (gazind), qerax (rex, kinar), nûjen (nû), gojm (meblex, biha), afret (jin), sereta (destpêk), wêstgeh (stasyon), li jêr (di –bin-), cêbecêkirin (bicihînan), binerit (yekcarî, bingehî), berbelavbûn (belavbûn), bar (rewş), berzbûn (bilindbûn), firrêdan (avêtin), goyê erdî (goka erdî), dahat (paşeroj), keşnasî (rewşa hewayî, seqa), qerebo (bedel, tezmînat), xêzan (malbat), dabînkirin (misogerkirin), sehol (cemed), wêrray (ji bilî), dahênan (afirandin), dirêjî pê dan (dom kirin, berdewam kirin), çunke (çunkî, çimku) û gelek yên mîna van di nivîsên behdîniyan de mişe tên dîtin. Dema mirov van peyivên soranî yên ko hemberên xwe di kurmanciyê de hene dibîne, mirov hest bi du tiştan dike. Mirov hest dike ko soranî li ser kurmanciyê zal e û rewşenbîrên Behdînan bi vê rewşê razî ne. Lê, ev reftar sinoran navbera kurmancên behdînî û kurmancên nebehdînî datîne. Ji bo kurmancekê nebehdînî yê ko têkiliya wî bi soraniyê re tune ye, »sînor bezandin« bi rêza »hesp bezandinê« ye. Kurmanciya »bezandin«-ê »derbas kirin« e. Di eynî wextî de, peyiva »sînor« ji bo kurmancekê behdînî xirabkirina peyiva »sinor«-ê ye.
Bêguman, soranî kurdî ye û peyivên wê peyivên me ne jî. Lê, deynkirina peyivan bi merdînî û bê sebeb kurmancîbûna behdîniyê lawaz dike û hîviya parastin û xurtkirina wê pûç dike. Miorv hêvî dike ko rewşenbîrên Behdînan çavê xwe zêdetir bidin kurmanciyê ji ber ko behdînî bi wê sexbêriyê dê pirtir di xizmeta parastin û dewlemendkirina zimanê kurdî de be. Soranî bi razîbûna civakê ne bi sepandinê dikare bibe zimanê standard ne yê kurdên Iraqê bi tenê, lê yê gişt kurdan.
-------------------------------------------
Têbînî:
Selah Seedilayî pirtûkek bi navê Hewl el-luxeh el-kurdiyyeh (Li dor zimanê kurdî) li ser helwêsta rewşenbîrên soran hember behdîniyê di salên 1970-80-yan de bi zimanê erebî nivîsiye. Pirtûk di sala 1985-ê ji çapxaneya Dar El-Cahiz li Bexdayê derketiye. Wî behsa kêşeya behdîniyê di radyoya Bexdayê de kiriye.
Pirtûka Mehrdad R. Izadyî ev e: The Kurds: a concise handbook, Washington, Crane Russak, 1992.
Li ser dîroka dengên kurdî seh bike:
McKenzie, D. N. 1961. The origins of Kurdish. Transactions of the Philological Society; r. 68-86.
Emîr Heseporî lêkolîneka gelek hêja li ser qonaxên pêşveçûna soraniyê nivîsiye. Gotinên Emîn Zekî Begî û amarên pirtûkên bi kurmancî ji wê lêkolînê ne. Binêre:
Hassanpour, Amir. 1992. Nationalism and language in Kurdistan. Mellen Research University Press: San Francisco.
Gotinên Mihemed Mela Kerîmî di pirtûka Cemal Nebezî Zimanî yekgirtûy kurdî de ne. Pirtûk di sala 1976 li Bambergê ji aliyê Yêkêtî Neteweyî Xwêndkaranî Kurd Le Ewropa ve hatiye weşandin. (Binêre: r. 13)
Amarên Ethnologueê li vê derê ne:
http://www.ethnologue.com/show_language.asp?code=kmr (kurmancî)
http://www.ethnologue.com/show_language.asp?code=ckb (soranî) |