STENBOL, 6/9 2011 — Ez pêşiyê bibêjim min li vir gotina “safsatayê” ji bo her rê, metod, kiryar û beyanên ji derveyî aqil û mantiqê re bi kar aniye, helbet di safsatayê de diyalog jî nîne. Ez hêvî dikim ko herkesê ko vê nivîsê bixwîne, vê gotinê bi vî rengî fêm bike.
Ji ber ko çi uslub û helwesta dewletê be û çi jî ya PKK-ê û derdora wê be, di mijara doza miletê kurd de tiştên ko dikin û bi rê ve dibin tam safsata ye û vê safsatayê jî bi xwînê bi rê ve dibin, ya herî qirêj û gemar jî ev e.
Min bi dehan caran nivîsîye ez careke dî jî binivîsim. Ji destpêka şerê çekdarî yê PKK-ê heta niha armanca vê rêxistinê çi ye hêj jî ne diyar e.Yanî ji bo kurdan statû û hiqûqeka çawa dixwaze, hêj jî ne ev rêxistin bi xwe, ne jî yên li dûv wê diçin nizanin ka çi dixwazin. Her ji roja destpêkê heta niha metodên vê rêxistinê tarî ne.
Dema bûyereke xwînî rû dide, bersîva pirsa ka ev bûyer ji aliyê PKK-yê ve hatiye kirin an jî ji aliyê hindek hêzên dî yên tarî yên dewletê ve hatiye kirin nayê zanîn. Dikare herduyan jî kiribe, yan jî dikare yek ji van aliyan bike û aliyê dî lê xwedî derkeve. Bi sedan nimûneyên weha hene.
Ji aliyê armancê ve jî, “Konfederasyona Rojhilata-nêvê” “Şoreşa ekolojîk” “Demokratîk Cumhurîyet”, “Demokratîk ulus” û “Xweseriya demokratîk” heta niha bi dehan safsatayên weha ji aliyê rêberiya PKK-ê û serokê wê ve wekî armancên kurdan hatine pêşkêş kirin. Ti peywendiyeka van safsatayan digel mafê kurdan yên rewa û neteweyî nîne.
Ji aliyê dî ve dewlet û hikûmeta Recep Tayyip Erdoganê “refeormîst” jî hemî maf û hiqûqa yêksan yê kurdan dane aliyekê û lehîstika safsatatiya digel PKK-BDP-KCK-ê bi keyfa xwe dimeşîne. Ji ber ko ew jî, ji vê safsatayê qezenc dike û bi vî awayî mafê kurdan binpê û piştguh dike. Recep Tayyip Erdogan, hikûmeta wî an jî dewleta tirk an jî her ferdek yê ko li ser navê tirk û tirkîtiyê siyasetê dike, divê baş bizanin ko doza kurdan, doza miletekî ye û ev doz di her astê de mijara mafên wekhev e:
1) Ger ala mafê tirkan be, ala mafê kurdan e jî. 2) Ger hikûmranî bi navê tirkan wekî mafek yê tirkan bê pêk anîn û meşandin di heman astê de hikûmranî mafê kurdan e û divê li ser navê kurdan jî bê meşandin. 3) Ger ji bo tirkan zimanê tirkî zimanê fermî be, ji bo kurdan jî zimanê kurdî di heman astê de zimanê fermî ye.
Ev hersê xal “emrê Xwedê ne” û mafê kurdan yên xwezayî ne. Lewma heger bi rastî Erdogan û hikûmeta wî, dewleta tirk an jî her tirkekî misilman, ji Xwedê bitirse an jî ji bo xwe û hinekan edaletê bixwaze an jî bi rastî bixwaze wekî mirovên xwedîrûmet digel kurdan bijî, divêt rojekê zûtir dest ji safsataya “yekziman, yêkala û yêkdewletiya” bi navê tirkan berde. Hewce bêexlaqî û derewan nake. Mafê miletekî bi derewan û safsatayan nayê berhewa kirin.
Divêt em ji bîr nekin ko dem û dewran digerin û hertişt tê guhortin, lê fikra bîr û daxwaza azadiyê, viyana jiyaneka birûmet û nerazîbûna li himberî bêedaletî, bêrûmetî û xedariyên nemirovane, mayîndeyên esasî yên mirovan in.
Safsataya dualî ya di heqê doza miletê kurd de tê meşandin, digel bêpîvanî û bêprensîbiyê, pûçkirin û valakirina wijdan û hestên mirovan jî bo xwe kiriye armanc. Ev armanc jiyanê bêwate dike û mirinê bilind dike. Divêt kurd mirîşka xwe jî nehêlin hêviya Imralî, Qendîl û Enqereyê ve û dawiyê li vê safsatayê bînin, bi aramanca jiyaneka birûmet israrê li ser rê û metodên şaristanî bikin. |