STENBOL, 18/10 2005 —Îstatîstîkên dema modern bêqusûr in. Li ser rûyê erdê verîja mirîşkan û hêkan çend e; li kîjan welatî, çend mirîşk bi kîjan vîrûsê mirine û her hejmar û nisbetên hemî hebûnên berhejmar bi hawayekê serast tên tomar kirin... Çi xem e, nisbetek û pîvanek nîne ko bide zanîn ka tîranan çend çal û kunên kedereka bêdawî di dilê miletê kurd de vekirî ne.
Keder û êşên bêderî û bêderfet di bin çarên reş de nixamtî, xweziyên diçin xwar û nayên daqurtandin. Dinya bêedalet e. Afirendêr panterekê dirinde û kêrvoşka ji bêgunehiyê diltezîn di eynî qadê de afirandî ye.
Tîranên dema modern, bi sînorên mayînkirî û têlên direhî, bi komkujî û enfalan û bi zindanên gestapoyî rabihoriya me felç kir. Lewra şaîrê kurd kezepperittirîn şair e li ser dinê; qelem ji destan difire, gotin stuxwar û betal dibe... Asîmanê çîksahî ewrên jehrê dihewîne. Kilam û meqamên herî bicoş û reqsok, bebikên çilrojî digirînin. Hemî reng di destê resamê kurd de dibin xalên xembarîyê; derhênerê kurd bi îronîyeka mezin, di sêkuça sînoran de, di nav zevîyên mayînkirî û têlên direhî de kîsoyan difirîne; lewra peşmergeyê serberz, di dema ko serê wî di bin ala Kurdistanê de bilind dibe ber perê asîmanan, çavên wî yên esîl ji xembariyê dibin du bilbeqên rondikan...
Çiya bûn pel û pêt û şewitîn deng ji derekê tenê jî derneket; xwîna bêgunehan rijiya ser hemî mizgêniyên musewî, îsewî û mihemedî û kesê negot ew çi tawan e... Dinya ji bo Austcwitz, Hîroşîma-Nagazakî li xwe mikur hat. Lê Enfal-Helepçe, Dêrsim-Zîlan li gel herçar sînoran, hêj kunên reş in di wijdana hemî ayîn, mezheb û doktrînên modern de.
Şairê kurd dibêje "em xweşmirov in, ne hirç û hov in". Dinya hemî şahidê bexşendariya Selahedîn e; li gel hemî hovîtiya tîranan, Barzaniyê xweşmirov, peşmergeyî serberz îtîbar bi ti metodên nemirovane nekir, di hemî rewş û mercên nemirovane de, exlaqê berz û rêbaza xweşmiroviyê raberî tîranan kir; lewra ew îro remza serbilindîya neyeweya kurd e; stêra Rojhilata-nêvê ye.
Qey kî himbe şairê kurd dizane, ew keçxatûn, bi wan didanên birinciyên bêqusûr, bi wan bişirînên li ser lêvên gulhinarî, bi wî dêm û rû û laşê pak û spehî, bi wê bejna zirav û pora herîriya ko hemî normên delaliyê raberî ber çavan dikin çend ciwan e. Lê çi bikîn, tîranan rabihoriya me felç kir...
Lê divê em xebatkar û kedkarên paşerojeka saxlem û azad bin. Rabihoriya me felç kirin, lê çênabe em paşeroja xwe li ser rabihoriyeka felç ava bikin. Ew komkujî, Dêrsim-Zîlan, Enfal-Helepçe abîdeyên hişê me ne. Em ne bêhiş in, em xweşmiorv in. Dê tîran bi wan rû û sifetên xwe yên kirêt ve gor be gor bibin. Stêra miletê kurd bi hemî xembariya xwe ve dê qelewîziyê ji jineka nû xweşmirovane re bike. Ev peyameka nû ye ji bo Rojhilata-nêvê û dorûberên wê... Aqîbeta Sedam dê bibe aqîbeta hemî tîranan û tîranîtiyan... |