DIYARBEKIR, 16/10 2005 — Ez di wê baweriyê de me ko kêm û zêde ew kesên ji pirsa kurd û Kurdistanê agahdar in, an di nav tevgera kurdî û Kurdistanê de ne, an jî rastiya Tirkiyeyê, Kurdistanê, Rojhilata Navîn û dinyayê nasdikin/dizanin, ji serekrêza nivîsa min gelek encam û wateyan dikarin derbixin. Lê dîsa jî ji bona ko her kesek, her nivîskarek û her rewşenbîrek wateyekê li wêjeyên xwe, li hevokên xwe û li gotinên xwe bar dike, dîsa jî mirov naveroka nivîsarê balkêş dibîne û xwendinê girîng dibîne.
Min jî dema ko biryar da ko ez vê nivîsarê binivîsînim, ji bona min serekrêza nivîsarê û naveroka nivîsarê bi giştî diyar bû. Min got ko di pêvajoyeke tebiî de naverokê diyar bikim.
Ew kesên nivîsarên min, xebatên min yên siwîl û siyasî dişopînin, dikarin bi gelek hêsanî tespît bikin ko di van salên dawî de, di şirove û analîzên min de argûmenta Yugoslavyayê, Kosovayê, Bakurê Qibrisê, Tirkên Îraqê û Bulgaristanê li cem Bakurê Kurdistanê tê bi kar anîn. Sedema vê yekê jî ew e ko ev mînak, siyaseta Dewleta Komara Tirkiyeyê ya nemirovane, ne bi edalet ya zorbe û kolonyalîst; bêcesareta rewşenbîr û siyasetvanên kurdan derdixe holê.
Komara Tirkiyeyê, Bakurê Kurdistanê xistiye bin bandora xwe, kiriye herêmeke kolonyalîst; miletê kurd ji hemû mafan bêpar kiriye. Piştî avabûna Komara Tirkiyeyê, hemû berxwedan û û serîhildanên miletê kurd ji bo mafên xwe bi zora leşkerî hatiye şikandin û miletê kurd hatiye qetil kirin. Li cem vê siyaseta qirêj û nemirovane, gelek bi rûyekê şuştî, ji bo 25.000 tirkên li Kosovayê wezîrê karên derve Abdullah Gul, temsîla herêmî û tevayî daxwaz dike. Ji bo Bakurê Qibrisê - di serî de serhejmara vir 70.000 bû - dewleteke federe û an jî konfedederal daxwaz dike. Ji bo tirkên Bulgaristanê û Îraqê jî, helwest û siyaseta wan çi ye, baş tê zanîn.
Ev rastî bi xwe jî derdixe holê ko gerek kurd û bi taybetî jî rewşenbîr û siyasetvanên Bakurê Kurdistanê serîhildana siwîl ya neîtaetkar, an jî guhnedana siwîl nîşan bidin. Heger vê yekê nikarin bikin, dikarin van rastiyan bi dengekî bilind bînin ser zimên.
Hezar mixabin rewşenbîr û siyasetvanên Bakurê Kurdistanê van rastiyan dizanin, lê li platformên aşkere, li dadgehan, li konferansan îfade nakin.
Jêdera ev helwesta rewşenbîr û siyasetvanên Bakurê Kurdistanê, ji çanda miletê tirk tê. Çanda kolonyalîst, di laşê wan de bi cîh bûye. Ev çand rê nade ko rewşenbîr û siyasetvanên Bakurê Kurdistanê bi azadî, wek nasnameya miletekî bîrûreyên xwe bi cesarete medenî nîşan bidin.
Ji bo rewşenbîr û siyasetvanên Bakurê Kurdistanê derfetên nû derketine holê, gerek van derfetan bi kar bînin. Di dinyayê de 37 dewlet, ji aliyê serhejmarê de ji mîlyonekî kêmtir in. Li Tirkiyeyê ji 20 mîlyonan zêdetir kurd hene. Miletê mezintir li Tirkiyeyê miletê kurd e. Lê miletê kurd ji hemû mafên xwe bê par e. Ji vê mezintir şermazarî nabe.
Pêwîst e ko rewşenbîr û siyasetvanên Bakurê Kurdistanê, ji nû ve xwe nûjen bikin, xwe muhasebe bikin. Ji bona ko ji vê rûreşiyê xelas bibin divêt hewil bidin. |