STENBOL, 28/7 2011 — Di 14-yê temûzê de parlamentera Diyarbekirê Aysel Tuglukê li ser navê Kongreya Civaka Demokartîk teksta îlana “xweseriya demokratîk” xwend. Berî îlanê heman rojê li Farqîna Diyarbekirê 13 eskerên tirkan û 7 çekdarên PKK-ê hatin kuştin. Kesê nezanî ka bi rastî çekdarên PKK-ê yên hatin kuştin çend in an çawa hatine kuştin, lê behsa 7-an hat kirin. Her esker jî çawa hatin kuştin heya niha jî baş nayê zanîn.
Bûyerên nezelal û tarî hevdu temam dikin. Çawa hêj jî nayê zanîn ka ew esker û gerîla ji ber çi û çawa hatin kuştin, Aysel Tuglukê bi xwe jî nezanî ka wê ew teksta îlana “xweseriya demokratîk” ji ber çi û çawa xwend. Tenê piştî du rojan got “xwezî min wê rojê ew tekst nexwendibûya”.
Kuştina eskeran bi bayê bezê li gelek cihên Tirkiyeyê belav bû, nijatperestiya ya li himberî kurdan xurt kir. Lê kesê nezanî û nebihîst ka îlana “xweseriya demokratîk” ji ber çi hat îlan kirin.
Helbet bêşik miletên ko di bin sîwana “Yêkîtiya Neteweyan” de kom bûne xwedanê çi mafên rewa bin, divê kurd jî xwedanê wan mafan bin û ev mafek rewa yê kurdan e.
Lê çawa rêxistina Abdullah Ocalan ji salên 80-yê de dest pê kir bi banga “Kurdistaneka yêkgirtî û serbixwe” ciwanên kurdan kêşa serê çiyan, dan kuştin û piştî 20 salan li dadgeha girava Imraliyê kêm zêde weha got:
— Ez dixwazim dayîkên eskerên şehîd li min biborin. Aqilê min li serê min bûya, min ev şer qet nedida dest pê kirin, tekoşîna me hemî ji bo cumhuriyeteka demokratîk ya berdewamiya Mustafa Kemal Ataturk e. Ez amade me ji bo dewletê xizmetê bikim.
Bi vî awayî hem xwîn û enerjiya kurdan ya 20 salan berhewa kir, hem jî xwest daxwaza kurdan ya “serxwebûnê” bêwate û vala bike.
Niha jî heman berhewakirina daxwazên kurdan bi terminên ucubeyî yên wekî “xweseriya demokratîk” tînin ziman û daxwaza kurdan ya di asta otonomiyê de jî bêşekil, û deforme dikin. Yanî karê BDP-ê û DTK-ê ew e ko termînolojiya hiqûqî, îdarî û siyasî ya ko dinya jê fêm dike, ya wekî otonomî, federasyon, konfederasyon û awayên dî yên self-determînasyonê jî di Kurdistanê de yêkser bêwate, dejenere û vala bike.
Lewma berdevkek tenê yê BDP-DTK-ê nikare bi awayekî konkret raberî ber çavan bike ka mebesta wan ji “xweseriya demokratîk” çi ye û dê bi çi awayî bînin cih.
Piştî îlanê Abdullah Ocalan got: “Me berî pênc salan ev xweserî îlan kiriye. Ti wateya wê nîne”. Jixwe heya niha ka kê çi ji wê “xweseriya” ko Ocalan berî pênc salan îlan kiribû, fêm kiriye ko heya tiştekê ji îlankirina îro ya“xweseriya demokratîk” ya telebeyên wî yên ko qet bi ti awayî nikarin xweser bifikirin û xweser biryarê bidin fêm bike.
Gelo endam û parlamenterên BDP-DTK-ê çiqas xwedanê xweseriya kesayetiya xwe ne ko heya bikarin, xweseriyekê ji bo miletê kurd bînin cih?
“Komîteyên gundan”, “konseyên mehele û qezayan”, yên “xwesriya demokratîk” bi pîvan û hêjayîyên sîstemeke demokratîk ya bi pêşketî ve nîne. Ev modeleka sîstemên faşîzan û tîranîk e. Sîstemên demokratîk yên pêşketî, hemî astengên nedemokratîk yên li himberî xweorganîzekirin û xwerêxistinkirina civatê ji navê radikin, civat jî li ser bingeheke demokratîk xwe çawa organîze bike, sîstem jî wê meşrû dibîne û wê diparêze. Ne ko dibêje, “vaye min konsey çêkirin û tenê ev konsey meşrû ne”.
BDP-DTK-PKK ewqes xwedanê zîhniyeteka nedemokratîk û nemirovane ne ko ji derveyî xwe mafê jiyanê ji kesê re nas nakin.
Dostekê min ji Hekarî heye, li wir dijî mielifekî jêhatî ye, bi salan di zindanê de maye, berî hilbijartinê, hevpevîneka wî di malpereka bi tirkî ya bi navê “Haberaktifê” de derket, digo: “Li Hekarî tu, ne BDP-yî bî mafê jiyanê ji te re tune.”
Belê hemî zihniyetên totalîter, kes û komên ne ji wan bin, veder dikin, derfeta jiyanê lê teng dikin, lê nasnekirina mafê jiyanê, zihnîyeteka tîranî û wehşet e.
BDP-DKT-PKK ji demokrasî û azadiyê vê qesê fêm dikin ko bibin xwedanê derfetên ko mafê jiyanê ji kesekê dî re nas nekin. Lewma bi serê her gotinekê ve bi awayekî sexte, ya “demokratîk”, “aştî” an jî “azadiyê” girêdidin.
Bala xwe bidinê, berî çend rojan rojnamevaneka tirk Neşe Duzela ko di rojnameya Tarafê de kar dike, hevpeyvînek digel parlamenterê Batmanê yê BDP-ê Bengi Yildiz kir.
Bengî Yildiz bi ti awayî bersîveka konkret di heqê “xweseriya demokratîk” de nade Neşe Duzelê. Lê dema Neşe Duzel li wî “teng” dike, ew dibêje “tu pirsiyarên provokatîf dikî”. Divê bê zanîn ko wezîfeya siyasetmedarekê medenî û ji hêjayîyên demokratîk bawer, ne ew e ko ji rojnamevanê/î re bêje, “tu pirsiyarên provokatîf dikî”, ew e ko bersîva her pirsiyareke rojnamevanî li gorî aqilê xwe yê selîm bide.
Lê li vir jî em dibîn ew zihniyeta ko ji derveyî xwe, ji keserê mafê jiyanê nas nake derdikeve pêş. Xwedê neke desthilatdariya du polîsan di destê Bengî Yildiz de hebûya, Xwedê dizane dê wî, ji ber pirsên Neşe Duzelê ew di cih de bidaya girtin, dibe ko bi awayekê bihatiya binber kirin jî!
Ev “zihniyet”, ev “mekanîzma” ev “model” yek tenê jî ne ji bo dabînkirina mafê kurdan û bexteweriya miletê kurd e. Tam bi berevajiyê vê, ji bo berhewakirina daxwaz û doza miletê kurd ya rewa ye û ji bo preferîkirina Kurdistanê û miletê kurd e. Bo nimûne, di cihek wekî Qoserê/Kiziltepeya Mêrdînê de, salê bi bihayê milyarek dolar, genim û pembû tê îxraç kirin, lê bankeyek nikare ofîsa xwe li wir veke, ji ber ko an dê bê sotin an jî camên wê dê bên şkandin. Yanî wêrankirina Kurdistanê çawa bi salan, bi program û bi plan bi destê dewletê hate bi rê ve birin, niha jî heman plan bi destên xwedanên projeya “xweseriya demokratîk” tê bi rê ve birin.
Ya ji hemiyê xerabtir, ev bêexlaqiya siyasî li ser rijandina xwîna kurdan tê kirin. Kurd wesa bawer dikin ko azadiya wan dê bi xwînrijandinê bêt. Lê her xwîn dirije azadiya kurdan pirtir paş dikeve. Yên ko siyasetê li ser xwînê dimeşînin jî ew in ko qet xwîna wan nayê rijandin.
Osman Ocalan berî niha eyameke jî digot “Birayê min di hemî jiyana xwe de sîleh nehilgirtiye.” Mirovê ko di hemî jiyana xwe de sîleh ne hilgirtî çawa dibe serqumandarê gêrîlayan? Çawa biryarê li ser mayîn û nemana gerîlayan dide? Gelek diyar e ko hîleyeka mezin di vê xwînrijandinê de heye. Divê kurd bizanin êdî azadî bi xwînê nayê. Tenê pêwîstiya tîranan bi xwînrijandinê heye. |