STENBOL, 28/6 2011 — Ez dê, bi birqên rojê, bi firtone û tofanên giran bi babelîskên gurzên hesînî, an jî bi bend û bendekên şairane yên evînên wekî êşên zirav ji te re qet behsa ti tiştekê nekim. Ji bo xwe ji bêhêviyê rizgar bikim jî dê li ti rê û hêcetan negerim, rîtuala evînekê tenê dê li ber te dubare nekim.
Dê li ti planetan negerim û xwe ne avêjim ber bextê parastina ti pîrozgehan. Dê li dûv ti wateyên xêr û gunehan, rastî û derewan jî negerim. Hemî edîb û xwedankelaman her heta niha di vî warî de çi gotibin bila ew hemî li aliyekê rawestin. Deşt û newal, gelî û çiya, şax û dirext jî bila li aliyekê dî bin. Ji te re behsa ti baxên îremên di bin xwendina senfoniya şalûl û bilbilan de jî qet nakim. Jixwe Adem û Hewa ji wir hatine qewirandin heya niha jî hemî kurûkeçên mirovan li vegera wî baxî digerin.
Bi berevajîkirina pelê lemlîlazekê, gotin her wekî rê li ber daxwazan bigirin, wekî girîfteka asê li hev şerxitîn, hêj nexweştir serê hemî benên xav wekî bayên bêhnçikîn tevilhevil bûn. Tênegihiştineke xedar, negihiştineka dijwar. Tunebûna te ya wekî agirê xezebê. Helbet nabêjim her çi çibû ji sedema lihevnekirineka binyatkûr, ji wendakirineka bêbext çêbû. Wekî rêwîyekê nepenî di riyeka binerdî de, bêpena ji hemî çavan bi dûr, kewtîniya kuçikekê jî nayê. Ne hewtîniya kuçikên kevnegundan ne jî xûrminiya bajarên xenîqok. Di xeleka tunebûnê de tenha tenha, dengê te di gerînekên xeyalên min de vedidin. Di kosmosê de ti jîndar û hebûnek ev qes neketibû di nav xeleka tenêbûnê de.
Qet di dilê min de tune ye ko ez ji te re dinyayekê ji xeyalan ava bikim û behsa dêwên mirovxwar bikim; binêre bi nebûna te ka çawa hemî çîrok bêdeng, erd bênefes dibe. Bi aramî û narîniya dilopeka xûnava ko li ser belkê lemlîlazikê, tenê dengê te di xeyalên min de vedide, pelek ji tayê xwe diqurçife, dikeve ser riyeka nepenî. Reşîleya mizginiyan ji beriya te çû, çavên min ji serhev ranabin; girê û kêlî tu caran ev qes tevilhevil nebibûn. Çerx digere, tu bêje didome lê kula giran çêkerê rûyê te wenda ye, tehrîfa arif têrê nake, mineta hêviyan jî li derahenê. Reşîleya mizgîniyan jî ji beriya te çû.
Hîrîniya hespên berê digel siwarên wan êdî qet nayê. Di çerxa tevilheviyê de her formekê yêk dî xera dike. Rê nepenî, lemlîlazik belkşikestî, tenê dengê te di dilopa xûnavê de vedide, dê çi hêviyê ji zorbe û nemerhametan bikim. Hemî kelehên hikûmraniyê ne hêjane bişîrinek li ser xaleka rûyê te. Lê ka çêkerê rûyê te ji kû bînim. Neçarî û ne aramiya ji tunebûna te, ta û şex vedide, kember bi kember dinyayeka nû ciwaniya te ya bêhempa himbêz dike. Dlê xwe bi vê aram bikim pir baş e. Lê di riyeka binerdî de, bêasoûasîman ax jî bêdeng e. Di gerîneka veger û qewirandinê de tenê dengê te vedide.
Ger stargehek hebûya, dê min ji bo te behsa avakirina paşerojeka ji bendên şairên afirînder bikiriya. Lê her wargeh û stargehek mezbeheyek ji bêwijdaniya kurên mirovan. Her Xwedê dizane ti tiştek li ber çavan bikeve ji te ciwantir nehat çêkirin. Çêkerê rûyê te jî wenda ye, terhrîfa arifan bêwate ye. Tenê dengê te tê min, çavên min ji ser hev ranabin, ji tirsa wendakirina dengê te, di riyeka nepenî û binerdî de. Tenê ji bo te hevokan rêz dikim.
Nepenî, bêpena û bêhedar, çi xem e ko di xew de an jî şiyar bim. Guşiyê Adem, reva Îsa, asayê Musa, dîwana Sileyman, dê dil çend arambûya dema bi derfeta îşaretên xwedawend û newaya periyan li dûv şopa te biketiyam. An jî bi xweziyên xemrevîn, bi derketineka ji nişka ve ya li ser devê rê. Hestkirineka tîr ji nava dil. Bi kevirên miradan ji axînên wendakiriyan, bi xweziyên dilketiyan dahênana giraveke aramiya ji heftrengiya demasalên biharî, bo dirêjahiya jiyanê û piştî jiyanê. Çirûskek, livek, bezek, diyardeyek. Lê ti benek yê hêviyan nîne ko di pê de xwe berdim. Tenê dê hevokan ji bo te, ji bo kedera herî giran ya ji tunebûna te rêz bikim. Êşa xedariya tunebûna te hertiştî berçavtir dike, tenê tu û çêkerê rûyê te yê yêkîne wenda ne. Dê li dûv navê te yê şêrîn bikevim… Çîroka me hêj nû dest pê dike….
***
Bi destpêka çîroka me re min, xwe wekî mirovê herî xerîb û biyaniyê ko serûrê lê geriyayî hest kir. Helbet ne biyanîtiyeka wekî ya Robinson Crusoe li girevekê bi tenha serê xwe, lê hestek hêj xerîbtir û kûrtir, ji ber ko hemî mebesta wî ew bû ko starekê bibîne û zikê xwe têr bike, helbet dema wî kirasê jinan jî li xwe dikir, ew her li dûv nêçîrê xwe bû. Lê xerîbiya ko li ser min wekî ya mecnûnê ji zincîrên xwe felitiye, ne li çolê lê li kontara çiyan, siriştekî req. Carinan ez difikirim ko her wekî xemginiya gera li ser şûnwarekê an jî li ser dewsa wendayekê di kontara çiyayekê re, bi rê ve diçim û kevir bi ser min de tên xwarê û ji her derên rê marên kujer serê xwe hildidan. Qîjîniya qijakên xezebê jî guhê mirov ker dikin.
Lê min hertim ji gera li qeravên avan hez dikir, ya ko qet naşibe ya cade û kolanên ko di şevên kujer de dikevin bin ronahiyên neonî de, her wekî lêhîstokeka bênorm û bêsînor digel darûber, nebat û hemî zindiyên nizaran. Her zindî di pêwîstiya roja xwe de, gelek aramatir in ji mirovê ko hertim ji paşeroja xwe ditirse. Tirs û fantaziyên pajerojê dojehên îroyîn an jî îronîk ava dikin, trajediyeka di nevbeyna lehengî û pêkenîniyê de. Dizanim her wekî ji cihek nêzîk, bi bişirîn tu li xerîbî û biyaniya min dinêrî.
Lê ez cardî bêjim bahar demsaleke xweş e, li qeravan bijkojik kulilk vedidin, bêndengiyeka kujer dikujin, dilekê tenha û nepenî li dûv wendabûna te xwe diavêjê ber pêlên evîneke xame û nehewisî. Di zemanên borî de, evînên xema û nehewisî hemî kelehên pozpilindiyê li ber bayê berdidan. Nizanim tu ber bi kîjan aliyî ve firayayî. Tenê bişirîna te wekî serekaniya hemî daxwazan diherike ser xendeka kevaneyên şikestî. Li bîra min e. Carinan jî dikevim bêsibiriyeka wesa de ko her wekî tu qed neçûyî lê tu dê sibehê biçî, lewma şev bi min wekî bêsibeh tê. Kilamên xweşkirina dilan ko dibêjin “şev nabe sibeh” çend xav in…
Lê baş li bîra min ew tarîstanê ko tu di tê de wekî çirûskekê wendabûyî, ez jî dawîrandim lewma nizamim tu ber bi kû ve firyayî; qerav zûwa, kulîlk çilmisî bûn. Ez jî ketim di vê binerdîyê de. Bêdengiyek kujer û mitleq. Mirovan guh heye ji bo çi? Çav çi dibîne? Dil çi dihebîne? Aqil biryara çi dide? Bibîne, bibihîse, tîbir be, dilovan û jêhezker be. Girên ji van gotinan hatîn avakirin ji çiyayê Qaf mezintir in. Lê dinya ji ber dijberî û çavnebariya kurêmirovan li ber têkçûnê ye. Şikê, hesudîyê, tirs û fantaziyên paşerojê, çav kor, guh ker, wijdan fetisandine.
Ez jî di nav van gotinan de her wekî ko di xewrojkekê de bim. Tenê di valahiya nebûna te de hevokan rêz dikim. Li beramberî peykerê herî meşhûr yê Îsa, di nav girên zibl û nepaqijiyê de, paqijkerek pirtûka Makyavellî ya şîretên bo prensî dibîne, ji bo bixwîne dixe pişt dolaba sarincê ziwa dike, bi wê xwe dighînê riya Îsa û Mûsayî. Çerxeke çend xerîb e. Kiryarên kê ji bo çi ne, mirovên herî miteber, zibil û nepaqijiyê li dinê zêde dikin, ew mirovên ko bi çavan nayên dîtin, bi guhan nayên bihîstin ko mirovên delal û medenî ji ber wan pozê xwe ba didin, paqijiya dinê dikin, kes wekî wan nasî û xwenensaiya kurêmirovan nas nakin. Bi saya wan dinya hêj têk neçûye. Ti pakrewaniyek nemaye ko, bêbextî lê nehatî kirin. Lê neçariya nebûna te.
Nebûna te jixwenebaweriyeka dijwar bi min rê çê dike, neçarî dudilî û nigariyeka kûr dibim. Dikevim rewşa bêhêz an jî bihêziya dayîkek ya ko li Jardim Gramachoyê ji sermaya ser girên nepaqijiyê kurikê xwe yê sêsalî ji ber nexweşiya zatureyê wenda kirî, li ber çavên wê kezeba lawikê wê di devê wî re tê xwarê, temaşeyî nefesea wî ya dawiyê jî dike… Kezebşewitandin tiştek weha ye, di bêdengiyeka mitleq de. Di kela havînê de nebûna te sermayek çend dilrecîf e. Ne zeviyên genimî ne bircên serî li ber asîmanan bilindkirî ne jî xatunên kemax şûşeyên di reqsa jiserxweçûyînê de, nabin pêlek ji birqîna rûyê te. Wesa difikirim ko fira te ber bi wan qeravên ko mirovên îro nikarin xwe bigihîninê ve bû. Rûmeta kurêmirovan fir û baskên teknolojiya asîmanî gelek dûr in ji qeravên te.
Xendek, dîwar, şev, perde, bêdengiya mitleq. Dizanim wekî kêşûvekêşa hêvî û tirsê aferînderê mezin xwezî û kezî jî ji hev bi dûr dane. Ger ne wesa bûye, ne di vê xendeka binerdî de, lê herwekî di qeravê behrê bi tenha serê xwe, tenê guhê xwe bidim dengê te û bibînim birqîna rûyê te, wesa jî min dê bask bidayan û xwe biavêtiya asîmanên hişîn, li ber bayên baskên te bifiriyam. Lê ti îmaj, reng û deng rasteqîniya nebûna te ya dijwar ji navê ranakin. Di kûrahiya êşa dil de, di bîrên kûrên bêbinî de tenê bi xeyala dîtina bişirîneka li ser rûyê te dijîm. Belê duh bû an jî wekî duh bû, dilê min miştbû ji bextewariya hebûna te. Jiyan wekî bayeke yê bextewariyeka bêdawî bû. Baş li bîra min e ka tu çawa li ber çavan wendabûyî… |