STENBOL, 17/6 2011 — Dema ko ez bi xwe keyfekê ji berhema ko ez dixwînim nestînim nikarim li ser binivîsim, helbet heya niha gelek berhemên kurdî hene ko min ew xwendine, pir ji wan hezkiriye û lê hêj min li ser wan dîtinên xwe nenivîsîne.
Beriya niho eyamekê, min ji kek Firat Cewerî pirsî ka piştî “Ezê yekî bikujim” tu çi dikî? Wî got, romaneka wî û noveleka Hesênê Metê digel weşanxaneya Nudêmê di rê de ne. Bi rastî gelek neçû min dît ko romana wî ya bi navê “Lehî” û novela Hesenê Metê “Li dêrê” ji weşanên Nûdemê li Stenbolê derketin. Pir keyfa min hatê. Min herdu jî bi keyf xwendin. Novela Hesênê Metê wekî cinan ez li ser lingan girtim, bêyî ko rûnim min qedand! Ya dî roman bû, zehmet bû ko li ser “lingekê” bê xwendin. We got erê?
Ger hon “Li dêrê”ya Hesenê Metê bixwînin hon dê mebesta min ya “We got erê” fêm bikin. Ez jî sire wê li vir nabêjim. Bi rastî Hesenê Metê, bi min wekî “cinekî” ji destê Dostoyevsky revyayî têt. Min heya niha ji nêzîk ve nedîtiye, lê tîpê wî bi xwe jî wekî cin-û-minan xuya dike. Bila li min bibore, lê nizanim wekî dî, wî çawa rave bikim. Xwedê wî wekî hemi hezkiriyên xwe piparêze.
Em bên ser “Lehî” yê. Firat Cewerî di vê berhema xwe de, şiyanên romannivîsiyê yên digel tekst, raçandina tekstê û çêkirina karakteran raberî xwendevanan dike. Ew di her fersendê de şiyan û afirandina nivîskarî nîşanî me dide. Ew di her beş û paragrafê de dikare, qedera lehengê romanê bi awayeke dî biguhore û wê/wî bide ser riyeke dî. Qedera leheng qet ne bûyeran ve girêda ye, yêk ser di destê nivîskar de ye. Ew gelek bi keyfa xwe bi çarenivîsa lehengên xwe dilehîze, pê re lehîstinekê dike. Bi ya min şiyanên nivîskar yên azad jî bi vî awayî derdikevin navê û berhemekê bi serketî raberî me dike.
Lê bi ya min, nivîskar Cewerî piçekê jina “Nivîskarê leheng” îhmal kiriye. Her wekî ti eleqeyê wê bi çêkirina/afirandina Firat Cewerî ve nebe. Yanî ew ji xwe jinigek ji “rêzê”, “şerker” e û nivîskar jî ji ber wê daye stû di dawiyê de berdide.
Beşê duyê yê romana Cewerî ya bi navê “Ezê yekî bikujim” wekî pêşreweka “dokumenterî” ye bo “Lehî” yê. Ji ber ko Dîanaya roman navborî di vê berhemê de jî dibe Lehî û navê xwe dide romanê. Lê bi ya nivîskar di dema çîroka Dianayê de, xwe diyar nake (mebesta min ji şiyanên nivîskar e) ko, ka ew çi dike û dikare çi bike, tenê guhdariya serhatiya Dîanayê. Lê divê berhemê de, bi her awayî em rû bi rûyî hinerê çêkirina nivîskar in. Bi her awayî qadirê metnî ew bi xwe ye, çarenivîs di destê wî de ye.
Çerxa bûyêrên di romanê de li dora lehenga romanê Lehîyê digerin. Ji bil Cewerî “Nivîskarek” di heye ko ew bi çarenivîsa lehenga roman dilehîze an jî Cewerî ew kiriye wekîlê xwe.
Nivîskar dixwaze Lehîyê rizgar bike. An jî bike lehenga romana xwe. Vêca hon dixwazin Lehîyê wekî çarnivîsa wî, hêceta nivîsandina wî, wekî doza wî, wekî welatê wî an jî wekî hezkeriya wî an jî wekî aliyê wî yê mirovî qebul bikin, an jî her wekî çiyê dî yê ko hon qebûl dikin wesa qebûl bikin. Lê gelo kî dê nivîskar xelas bike? Ew hêviya Xwedê ve ye.
Temoyê lehengê “Ezê yekî bikujim”, ew jî her li berhemê de jî wekî cêwikê binhişê Nivîskar derdikeve nave û trajediya naveroka berhemê xurt û tîr dike. Cewerî bi figurên xwecih trajediyeke univers raberî me dike.
Alan û Nivîskarê ko lehengekê vê romanê ye, bi min wekî du nasnavên Mehmet Uzunî jî tên, dibe ko Firat Cewerî ev roman bo xatir an jî wekî vefayeka digel Mehmet Uzunî jî nivîsî be. |