STENBOL, 29/5 2011 — Bi girtina qesabê Srebrenîsayê, serqumandarê ordiya Sirbistanê yê berê Ratko Mladiç careka dî hesteka wesa bi min re çêbû ko ev dinya yêkpare ye û ya me tevan e.
Ordiya Sirbîstanê di çarçeweya operasyonên sirbîzekirinê de, di 21-yê tîrmeha 1995-ê li Srebrenîsa, li ber çavê eskerê navbeyncî yên Neteweyên Yêkbûyî, dest bi nêçîra mirovan ya komî kir, jîn û zarok jî di nav de mirovên sivîl ji malê wan derxistin; general Mladiç herwekî henekê xwe li wijdana dinê bike, ji nûnerê Neteweyên Yêkbûyî yê wêderê re got ew dê van mirovan bigihînin “cihê ewlekariyê”.
Piştî vê gotinê wî gelek wext û rê neçû, bi fermana wî ordiya sirban bi sîlehen giran 8 300 kes li ser hev kuştin, li wêderê, li Srebrenisayê kuştin. Bînin ber çavên xwe ka ev dîmenek çawan e? Heya midaxaleya Natoyê ya adara1998-ê zêdetir î 700 hezar mirovan canê xwe ji dest da, 2 milyon mirov jî ji cih û warên xwe hatin derxistin.
Vê wehşetê piştî têkçûna Yêkîtiya Sovyetan, bi hewesa paqijkirina Sirbistanê ji yên nesirb, bi aqilê serokdewletê berê Slobodan Milosevîç û serokkomarê Sirbîstanê Radovan Karaziç dest pê kir. Piştî midaxaleya Natoyê, Miloşevîç radest bû, wekî qesabekê tawankarên dijî mirovahiyê hat darizandin û di 2006-ê de di zindanê de can da.
Qesabê dî yê sereke Radovan Karazîç, di tîp û qiyafeteka pîs wekî ya Sedam de di 2008-ê hat girtin, niha bi heman tawanên giran di zindanê de heya can dide. Mabû Ratko Mladîç, ew jî ket “xefkê”. Di midaxeleya Kosovayê de, dê dinê ti caran rolê hêjayî yê serokê brîtanî Tony Blairî û yê serokê emrîkî Bill Clintonî ji bîr neke. Ji ber ko ew cara pêşiyê bû ko midaxaleyeka nêvneteweyî tenê ji bo barek yê xêrê û adaletê dihat kirin, hesabê hikûmranî û petrolê di tê de nebû.
Min ti caran hêvîya edalet ji zirhêzên dinyayê nekiribûn, lê dema di 18-yê adara 1998-ê firokên cengê yên Natoyê li ser nizarên Belgradê sîh kirin, dilê min di cihê xwe de cih nebû. Helbet ez ti caran heyecana pêşiyê ya ko hêzên brîtanî û emrîkê di bin sîvana Neteweyên Yêkbûyî de, di 17-yê meha yekê ya 1991-ê li gor demê Baxdayê seat 2:30 nîvê şevê agirê xezebê li serê tîranê Bexdayê barandîn jî bîr nakim, lê hingê qenaet ew bû ko tîran jiber “zêdegaviyan” hat ceza kirin ne ji bo edaletê. Wê çaxê tenê dinyayê li destûpiyên tîranî teng kirin, helbet hêviya azadiyê ji kurdan jî re geş bû. Derbeya dawiyê di 2003-yê de hat; tîranên Bexdayê yêk yêk ketin ber darê sêdarê.
Heqîqeteka dî jî heye û ez bawer dikim ko di sedsala pêşiya me de encax qedrê wê heqîqetê û meziniya Gorbaçov bêt zanîn. Gorbaçov bi têkçûna rejîma hesinî ya Sovyetan, bi perspektîfa “Glastnostê” li dinyayê hemîyê da zanîn ko dinya cihekê yêkbar e, çarenivîsa hemî kurûkeçên mirovan digel hev e. Bi vê baweriyê darbeya dawiyê li rejîma tîranî ya ko sedemên gelek bela û xerabiyên dinyayê da û mizgîniya dinyayeka şefaf û vekirî da dinê hemiyê.
Ez qet ji bîr nakim, berî çar salan ew Gorbaçov wekî entelektuelekî ji rêzê, sade hat Stenbolê. “Çepên” dinyaya tarî bi hêkan êrîşî wî kirin. Wê çaxê ez li trajediya wî fikirîm ko hêstir ji çavê min hatin. Ew wekî Antoniusê shakespeareian bû, nivê dinê li ser milê wî bû, wî qet wekî tîranan nekir; wî guhê xwe da wijdana xwe û ew dinya da aliyekê. Niha jî wekî mirovekê sade lê li kolanên welatekê paşvemayî digeriya û diket ber êrişên “çepgirên azadixwaz”.
Qernê 20-ê di wijdana mirovahîyê de, gelek kunên reş û êşên giran hiştin. Ji bilî herdu şerên cîhanê, komkujî û qirkirinên li himberî sivîlan hatin kirine, gotina wehşetê gelek sivîk dihêlin. Bi ya min divê ev qirkirin bibin wejdaneka hevbar ya hemî mirovahiyê, ji komkujiya ermeniyan heya qirkirina yahûdiyan, Hîroşîma -Nagazakî, Helepçe û Srebrenîsayê, xezeba wehşên zemanên modern û hêza wan ya tunekirinê raberî ber çavan dikin. Helbet, dema behsa Helepçe tê kirin wekî her kurdekê pêşiyê girêyeke mezin dikeve qirika min, paşê jî çavên min hêstirên xwe dimêjin.
Helepçe, di ser de jî Enfal hesteka hevpar ya hemî kurdan e ko berî alaya rengîn, sirûda neteweyî û navê Kurdistanê jî tê. Helbet bo me kurdên bakur, êşa Dersimê ne kêmî ya Helepçeyê ye, lê ji ber ko wehşeta Dêrsimê di wextekê dinyaya tarî-girtî de, hat kirin nizanim ji bo kurdên parçeyên dî tê çi wateyê?
Lê wekî min li jor jî behs kir, piştî “Glastnostê”, êdî midaxaleyên li dinê tên kirin, her çend aliyên wan yên menfî hebin jî, aliyê wan yê wijdanî û exlaqî, wijdana hemî mirovahiyê rehettir dikin. Nizanim gelo ji bilî midaxaleyeke nêvneteweyî, Dehaqê vê serdemê, tîranê Bexdayê dê çawa ji textê xwe bihatiya xwar? Wehşeta rejîma Talîban dê çawa ji Afxanîstanê bihatiya bi dûr xistin? Ew hêz û baweriya komalgeha navneteweyî nebûya “Bihara ereban” ya ko tîranekê li dûv yê dî tîne xwar dê çawa çêbûye? Niha Rojhilata-nêvê û bakurê Efrîqayê bûbû golên xwînê.
Dizanim dinya hêj qet ne “baxê îrem” e, ji beriya du heftiyan civîna Neteweyên Yêkbûyî ya ji bo “48 welatê dinê yên herî bi kêm pêşketî” li Stenbolê pêk hat. Serokkomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul di wê civînê de got “Hêj di dinê de 800 milyon mirov di sînorên pirçîbûnê de dijîn”. Ev hejmar tenê, xezeb û bêedaletiya kurêmirovan ya ko li ser darê vê dinê dijîn raberî ber çavan dike. Lê “kulek” jî be dinyaya îro bi hewildaneka hevbar dixwaze riyekê ji vê birçîbûnê re bibîne û mirovahiyê ji vê rûreşiyê xelas bike.
Li gorî rapora mafê mirovan ya Emnesty International ya sala 2010-ê hêj ji 3-yan 2 behrê mirovên dinê ji derfetên edaleteka tam û azadiya fikrê û xwerêxistinkirinê bêpar in; hêj di 53 welatên dinê de sîstemek ya dadweriya şefaf û vekirî tune ye. Hêj li 98 welatan ji aliyê otorîteyan ve kiryarên îşkenceyê û miameleyên nemirovanê tên kirin.
Belê ev rapor wêneyê kirêt yê dinê raberî ber me dike, lê di heman demê de diyar dike ko, bêwijdaniyek li kîjan cihê dinê bêt kirin, ew bêwijdanê dê bê tomar kirin û dê li rê û metodên hesappirsîna wê bêwijdaniyê bê gerandin. Êdî ji tîranan re, qet ti caran ev dinê dê ne wekî berê rehet be.
Piştî 17 salan jî be qesabê Srebrenîsayê êdî li ber darê edaletê ye. Her wekî qesabên Helepçe û Enfalan yêk bi yêk ketin ber darê edaletê. Her ez bawer dikim ko êdî di dinê de, dê ti tîran bêsiza nemînin. Dê dor bê tîran û qesabên rojhilat û bakur û rojavayê Kurdistanê jî… Dinê jingeha hemî kurûkeçên mirovan e, divê herkes wekî mirovan hewl bide. |