STENBOL, 13/5 2011 — Li gorî rapirsîyeke cidî, ji sedê 63.3-yê xelkê Tirkiyeyê li dijî midaxeleyeke navneteweyî ya bo Sûriyeyê ye, ji sedê 28.5-ê jî alîgirê midaxeleyê ne. "MetroPOLL Strategic and Social Research Center" ya ko li Enqereyê ye, ev rapirsî bi gelek akedemîsyenên jêbawer daye kirin.
Yanî wekî têt zanîn, nêrîna fermî ya dewleta tirk jî hêj digel parastina rejîma Sûrîyeyê ye. Di vê pencereyê de, dîtina xelkê tirk kêm zedê wekî ya dewleta wan e. Lê wekî texmînî mirov dikare bêje nîsbeta ko digel midaxeleyê ye jî, kêm zêde teqebulî nifusa kurdan dike.
Helbet di vê mijarê de ti delîlên ko ka kesên beşdarî vê rapirsîyê (anket) bûne ji sedê çendê wan kurd in, di destê me de tune; di heqê kurdan de hertişt tenê texmîn in. Ji xwe kategoriyek wekî ya “kurd” an “kurdbûnê” jî hêj di lêkolînên civakî û sosyal yên “dinyaya akademîk” ya Tirkiyeyê de cih nagirin. Ev jî diyar dike ko ka lêkolînên di warên cida cida yên civakî de, li Tirkiyeyê tên kirin çiqasê bi çavekê zanistî tên pêk anîn. Li gorî encamên vê rapirsîyê tenê jî mirov dikare texmîn bike ko refleksên kurdan û yên tirkan qet ne wekî hev in.
Lê tiştek dî heye ka kurd ji aliyê perspektîfa armancên xwe yên neteweyî ve, wê çawa dixwînin, di heqê prensîbên parastina armancên xwe yên neteweyî de çiqasê xwedanê nêrînek bisihet in, ew qet ne diyar e. Heta nêrîneka gelek seqet derdikeve navê. Ew jî nêrîna kuran ya di heqê PKK û rêberê wê Abdullah Ocalan de ye.
Her wekî bi wesîteya “hegemoniya” PKK-yê, hêzên serdest di hemî warên siyasî û civakî de nêrîna kurdan xera kirîn, di mijara Sûriyeyê de jî wesa xuya dike ko heman hêz dixwazin bi riya PKK-yê nêrîna kurdan ya di heqê rêjîma Sûrîyeyê û paşeroja wan de bêxin di nav destê xwe.
Doktor Ciwan Haqî berî niha çend rojekê bi navê “Çima Beşar Esed apociyan ji Qendilê tîne Kurdistana binxetê? (2011-05-04)” nivîsek balkêş nivîsî. Ciwan Heqî li gorî agahiyên ji cihên pêbawer wergirtî, diyar dike ko 1 000 endamên PKK-ê bi daxwaza desthilatdarên Sûrîyeyê ji Qendilê çûne û li binxetê bi cih bûne. Gelo tam di dema ko rejîma Sûrîyeyê li ber têkçûnê de ye çima PKK-yiyan tîne li wir bi cih dike? Ger mebesta rejîma Sûrîyeyê ne ew be ko PKK-yê li himberî kurdan wekî “Hespê Troya” bi kar bîne, dê çi dî be? Her doktor Heqî diyar dike ko ev kiryara Sûrîyeyê bi agahiya tirkan jî hatiye kirin. Yanî pêwîstiya bikaranîna PKK-ê ne tenê ya Sûrîyeyê ye, di heman demê de ya tirkan e jî.
Ti tiştekî veşartî tê de nîne ko dema Abdullah Ocalan hatî girtin, li ser daxwaza tirkan, giraniya hêza PKK-yê li başûrê Kurdistanê an jî li Qendilê hat bi cih kirin. Ev di beyanên Abdullah Ocalan bi xwe de hene. Nemaze piştî têkçûna rejîma Seddam ordiya tirkan hertim PKK wekî karteka gelek bi karîger li himberî serweriya Kurdistanê bi kar anî; her hêj jî tezkereya-destûra ko Tirkiye esker rêkê başûrê Kurdistanê bi awayekî fermî li ser kar e, lê vê praktîze dike yan nake ew tişteka dî ye. Bi kar jî neînin, destê siyaseta tirkan li himberî kurdan xurt dike. Helbet di van du salên dawiyê de têkiliyên Kurdistanê û Tirkiyeyê li ser momenteka dî dimeşin. Ev aliyekê dî yê meselê ye.
Heqîqet ew e ko ji berî hikumeta Ak Partiye generalên tirkan hertim dixwestin ko PKK-yê wekî karteka teror, şidet û têkbirinê li himberî serweriya Kurdistanê û “hegemoniya” wê bi kar bînin. Îro jî em dibînin ko tirk hêj naxwazin karta “hegemonîk” ya PKK-yê ji destê xwe berdin û dixwazin PKK-ê li himberî kurdan bi kar bînin. Yanî şona ko “qibleya” kurdan başûrê Kurdistanê be ew di bin kontrola PKK-ê de bin, ji bo Sûrî jî û bo tirkan jî baştir e.
Vêca ka bi dilê tirkan e ko mirovên PKK-ê li herêma Kurdistanê ya Sûrîyeyê bi cih bibin? Bi ya min erê. 1) Bi riya PKK-ê “hegemoniya” başûrê Kurdistanê tê şikandin an jî her çi pêşketinek dî ya kurdan ya ne di bin kontrolê de be. 2) Her çi dema ko rûdaneka ne bi dilê tirkan li wir çêbû her cardî ew dikarin bi bikaranîna kerta PKK-yê midaxale bikin. Yanî derfetên hegemoniya siyaseta tirkan li Sûrîyeyê jî xurttir dibin.
Her Abdullah Ocalan bi xwe jî, bi ewqes salên dirêj li ser daxwaza herdu aliyan li Sûrîyeyê ma. Arîkarê Hafiz Esed “qutiya reş” ya serweriya Sûrîyeyê ya demekê Abdullhelîm Xaddam berî çend rojekê, bo rojnameyeka tirkan got: “Ataşeyê eskerî-military fever” yê tirkan û Abdullah Ocalan li Sûrîyeyê di heman xanî de diman. Ocalan bi xwe jî vê dibêje.
Li himberî armac û perspektîfên neteweyî yên kurdan, ji bo rejîma Sûriyeyê, rejîma Tirkiyeyê û rejîma Îranê PKK karteka herî efektîf e. Paradoksa herî xerab jî ew e ko qismek mezin yê kurdên bakur jî PKK-yê û rêberê wê Abdullah Ocalan bo xwe wekî “Mesîh” dibînin.
Helbet ji bo tirkan îhtimaleka dî jî heye ko ew jî “Perspektîfa Yêkîtiya Ewropayê” ye û di vê perspektîfê de derfetên ko tirk êdî dest ji metodên tarî yên siyasetê berdin heye. Ji bo vê jî divêt Tirkiye tirsa Kurdistanê ji ser xwe biavêje, ev jî ne gelek hêsanî ye.
Ji aliyê “siyaseta global” ve (perspektîfa Emerîka, Nato, Yêkîtiya Ewropayê) vîzyona kurdan û tirkan li gor min nêzîkî hev e. Her li ser vê perspektîfê niha têkiliyên Kurdistanê û Tirkiyeyê baş in. Lê divêt kurd xwe ji nêrînên ko ji aliyê “hegemoniya” PKK-ê ve hatine şêlo kirin rizgar bikin. Di perspektîfa PKK-ê û rêberê wê Ocalan de xêr bo kê hebe, bo kurdan nîne. |