STENBOL, 9/5 2011 — Li bakurê welatê me jenerîkeka ko mirovan dihêre hergav tê nûve kirin. Çarenivîsa mirovan bi benên xav ve girêdaye. Siyasetek ya ko li ser bingehê şidetê hergav; çi normal e, çi di rê de ye, çi karê aqil e wê wekî jibermamiyekê xerç dike, diavêje kenarê rê. Ferîşteya xerabîyê her dilîrîne, tenê dengê wê tê.
Bûyer û rûdanên xerab wekî matroşkan, yek ji nav ya dî derdikevin; kemîn, bombe, êriş, operasyonên nava şevê kêm nabin. Îmaj, îstatîstîk, encamên rapirsînan (anket) û peyamên siyaseteke ko qet mirovan, wekî mirov nahebîne, cihê hemî heqîqetên jiyana mirovan girtiye. Mirovan êşên xwe yên rasteqîn jî, ji bîr kirine. Bawerî û hezkirinên semawî jî, ji bo vê siyaseta derveyî mirovan tên xerç kirin.
Hikûmraniya ferîşteya xerabiyê bêdijber e.
Dewlet tam wekî aparatek ya hemî xerabiyan li ser kar e. Xerabî ji her aliyên wê diherikin. Wan xerabiyan yêkdest herder vegirtine.
Mirov şaş û matmayî dimîne, ti siyasetek ya li himberî van xerabiyan nîne, siyaseta ko dibin kirasê opozîsyonê de tê kirin; derfet, tîrbûn û kûrbûna “qudreta” xerabiyên dewletê zêde dike.
Fikir, gotin gufftûgo ne li ser bingeh û naveroka bûyer û rûdanan in, li ser pozîsyongirtina aliyan in. Ya esas parastina pozîsyonê ye. Pozîsiyon qenç e an xerab e, ew qet nakeve ber lêpirsîne. Ya giring e ew ko, paşeroja mirovan, êş û baweriya mirovan, yanî mirov bi hemî yêkseriya xwe ve bo pozîsyonê bên xerç kirin û hikûmraniya xerabiyê ta ebed dirêj bibe. Her çiyê mirovan heye, hemî ji bo hikûmraniyeka xerab tê xerç kirin.
Ferîşteya xerabiyê her wekî ko li mirovan hatî xezebê.
Aparatên ragihandinê jî hemî vê xerabiyê belav dikin. Dinyayeke sahî, ji nişka ve bi peyamek wekî ya “pîrhevoyan” reş tarî dibe. Peyama xerab cih digire. Ti caran peyamên “pîrhevoyan”, ferîşteya xerabiyê ev qes ser ji mirovan ne standibû, dengê êş û wijdana mirovan ev qes ne fetisandibû. Çerxa xerabiyê bi hêran û hûrkirina mirovan digere; her roj xwe nû ve dike.
Kî li derveyî çerxê dimîne her wekî ko ew di valahiyekê de helawistî, dengvedan lê namîne. Ya produktor xerabî ye, derfetek miazem yê xwenûvekirina xerabiyê heye. Ti caran mirov bi hemî jiyana xwe ve, bo hikûmraniyeka xerab ev qes nehatibûn terxan kirin. Çaranivîsa mirovan ya bi benê xav ve girêdayî heroj, bi peyamekê, bi îşaretekê diqete, reş dibe.
Ferîşteya xerabiyê dixwaze hikumraniya xwe ta ebed bimeşîne…. |