STENBOL, 4/5 2011 — Ew fîlmê jîndarê ko bi aksîyoneke bilind, bi pêt û xwîn û barût di seranserî dinê de, bi akteriya Usame bin Ladin dihat lehîstin, şeva yekşema borî ya li ser duşemê bi heman aksîyonê qediya.
Di derfetên sînemaya dinyaya îro de, ti produktoran ne dikarî ji bin budceya fîlmek wiha derkeve. Em jenerîka filmî ya berî bûyera 11/9 2001-ê ya ko bi firokeyên ji mirovan dagirtî, kelehên ciwan yên navdar li ber çavên dinê bi pêt û agirekê cehennemî dianîn xwarê, wê tenê danin aliyekê, ev bi dirêjahiya deh salan bû ko vî filmî bi awayekî xwîn û can li seranserê dinê dewam dikir.
Mijara filmî “tehdîta terorê ya li seranserî dinê” bû, tiştek dî wekî terorê li ser jiyana mirovan karîger tune ye, wext û cih jê re nediyar e, hedefa terorê herkes e, lê bi giştî mirovên bêguneh in. Lewma çi biçûk û çi mezin, her organîzasiyon û pêkhate dixwaze xwe ji terorê biparêze. Ev deh sal bûn ko konsepta terorê şekil dida siyaseta dinê, ji ber ko bombeyên terorê li herderê dinê diteqiyan. Usame bin Ladin rûyê diyar yê vê terorê bû. Obamayê serokê Emerîkayê dawiya bin Ladin wiha îlan kir “ew hat kuştin û edalet hat cih”.
Ji aliyê dî, pêla ji binî ya nerazîbûnê li Tunis, Misir, Libya, Yemen û Suriyeyê yek li dûv yekê serweriya van welatan li binguhê erdê dide. Heya niha sedemekê esasî yê hebûna terorê rejîmên van welatan bûn. Niha li van welatan serdemeke nû destpê dike, aktorên vê “serdemê bizava demokarsîyê” an jî “komelgeha sivîl” in. Yanî dema ko mirov ji vî alî ve li meseleyê binêre, gorî qenaeta min “filmê terorê” bi rastî jî qediya. Çêkirina an jî peydakirina aktereke dî wekî Usame bin Ladin jî êdî gelek zehmet e.
Ji aliyê dî, ji babên danêr heya bigihî Obama, serokekê Emerîkayê yê ko şerekê wî yê “bi heq” ne bûyî tune ye. Barack Obama di hilbijartina nûnerên Kongreyê de serdestiya xwe wenda kiribû û îhtîmala ko ew careka dî bê hilbijartin gelek zeîf bibû, lê bi şerê Libyayê û bi kuştina Bin Ladin, wesa xuya dike ko ew dê cara duyê jî wekî serokê Emerikayê bêt hilbijartin. Bi hilbijartina Obama atmosfera dinê ya siyasî ya hişk piçekê nerm bibû, lê astengek li himberî realîzkirina vê nermbûnê hebû, ew jî ev rejîmên tîran yên ko niha yek bi yek ji navê radibin û li ber çûnyînê ne bû.
Niha rejîmên tîran radibin “bizava demokrasiyê” derdikeve pêş. Tirkiye faktereka dî ya vê herêmê ye, lê ew jî di mijara raperîna ereban û operasyona li himberî Bin Ladin de li gorî perspektîfa Natoyê û hêzên rojavayî helwestê digire. Abdullah Gul diyar kir ko ew ji “ketina” Bin Ladin memnûn e. Erdogan dibêje bila Qaddafî di cih de Libyayê terk bike. Heger Tirkiye bi rastî ji perspektîfa Yêkîtiya Ewropayê bi bawer be û tirsa Kurdistanê ya dîrokî ji wê zihniyeta xwe ya rasîst pak bike – ji ber ko yek Kurdistan an çar Kurdistan, dê Kurdistan her mayînde be, jibilî qebûlkirina vê heqîqetê ti rê dî nîne – qet hewce nake ko di meseleya Sûrî de jî dudiliyê bike, rejîma tîranî ya Sûrî jî dê her biçe.
Fakteka dî jî di dawiya têkçûna van rejîman de derdikeve navê, ew jî encamek li gorî stratejîya Emerîkayê ya piştî têkçûna Sovyetê ye. Ew stratejî li ser du lingan bû; 1) Bi metodeka hevkariya navneteweyî parastina berjewendiyên Emerîkayê û 2) Pêşîlêgirtina pêkhatina blokeka li himberî Emerîkayê. Piştî rejîmên statukoperest têkçûn û “bizavên demokrasiyê” derketin pêş, êdî li van welatan pêwîstiyeka li dijî momenta Emerîkayê namîne; sîstema Emerîkayê kar dike.
Di dema têkçûna van rejîman de, ew guleya ko şeva duşema borî li Abbottabada Pakîstanê li serê bin Ladin teqiyayî dikare serdemeke nû di dinê de bide destpê kirin. Konsepta vê serdema nû, dikare rizgarkirina jîngehê û rizgarkirina hemî kurê mirovan ya ji xeteriyên xezeba mirovan be. Na ger miqtedirên dinyayê ji bo hikûmraniya xwe ji “terorê” efektîftir/karîgertir tiştek dî nebînin, ful wahşet li ser enstrumanên terorê dewam bikin, wê çaxê divê dinya ji cehennemên nû re hazir be.
Di tebaxa 2002-yê de “teroristek” dî yê navdar yê ko lîderê rêxistineka filistînî bû, Ebu Nidal li Bexdayê hat kuştin. Wê çaxê me “Serbestî” derdixist, biraderekê me yê gelek ezîz bo Serbestiyê weşanên erebî teqîb dikir. Rojekê min dît, wî cardî gelek kovarên erebî anîne. Di nav wan de ez ne xelet bim kovara “El Mecelle”ya erebiya ko li Londonê derdikeve bû, dîzayna bergê wê gelek balkêş bû, ji ber ko portreyê bin Ladin li serî bû, Çakal Carlos, Ebu Nidal û Abdullah Ocalan wekî pelên ketî, ketibûn jêr.
Sernivîsa kovarê jî “Daweşana pelan” bû. Yanî milîtanê navdar yê ko tirsek mezin bo Fransayê çêdikir, Çakal Carlosê Venezuellayî, yê ko marksîst û paşê misilmanbûyî û digot “dinya meydana tekoşîna min e” ko ew bi gelek kiryaren terorî dihat tawanbar kirin, di sala 1994-ê de ji aliyê hêzên Frensî ve hatibû girtin û bi sizayê miebetê di zindanê de bû, Abdullah Ocalan jî bi sizayê miebetê li grava Imralîyê radiza, Ebu Nidal jî hatibû kuştin; tenê bin Ladin mabû, di encamê de bin Ladin jî vê duşema borî ket û fîlmê bi navê “Rûyê terora global” qediya.
Vêca gelo bi rastî, bi “ketina” bin Ladin, her wekî Obama gotî dê dinya bibe cihekê hêj ewletir û aramatir an dê seneryoyên aksiyonên cehennemî yên nû bikevin ser kar? Em dê tev de bibînin. |