STENBOL, 28/4 2011 — Gelek diyar e ko di serî de destûra bingehî û hemî tekstên dî yên îdeoljîk yên dewleta tirk êdî xwe li ber pînekirinê nagirin, ji rastiyên siyasî, soyal, kulturî û hiqûqî bi dûr in, lewma êdî çep, rast, lîberal, mihafezekar û rasîst jî di nav de, li Tirkiyeyê her derdor di heqê çêkirina destûreka nû de hemfikir in. Destûreka nû, wekî peymaneka civakî ya nû.
Ev destûra nû dê tiştek çawa be, hêj ne gelek diya e. Di vî warî de, ji bilî partiyên siyasî, Tesev (Navenda Lêkolînên Sosyal û Aborî), rêxistina taykonên Tirkiyeyê Tusiad jî di nav de, bi mebesta guftûgokirin û çêkirina projedestûra nû, gelek platformên cida cida yên rêxistinên sivîl li Tirkiyeyê kar dikin. Li himberî dewletê, di heqê garantîkirina mafên takekesî, azadiya dînî û wijdanî de, pêşniyarên partiyên siyasî yên sereke yên tirkan û derdorên sîvîl kêm-zêde nêzîk hev in, mirov dikare bêje hemfikriyek di vî warî de jî heye.
Her di vê mijarê de, bi ya min dîtina herî berfireh, serokkomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul ji berî niha eyamekê wiha anî ziman: “Divê destûra nû ya ko dê bêt çêkirin, pêdivêyiya sedsalên li pêşiya me dabîn bike.” Endamê serweriya Tusiad-ê Cem Boyner jî, di dema aşkerekirina rapora rêxistina wî ya di vê mijarê de got:
— Ger di destûra nû de bextewariya mirovan ji yekpariya xaka Tirkiyeyê giringtir neyê girtin, bila Tusiad hêj niha dest ji vî karî berde.
Lê paşê, li ser nerazîbûna endamên hikûmetê û derdorek berfireh ya xwedanên zihniyeta “tirkîtiyê”, Tusiad bi xwe jî, êdî li rapora xwe xwedî derneket. Bo nimûne, Tesev û serokê wê Can Peker derdoreka herî lîberal e, li Tirkiyeyê. Tesev jî, di rapora xwe ya berî çend rojekê aşkerkirî de dibêje her wekî heya niha divê zimanê fermî her tirkî be, lê serbestî ji zimanên dî re jî divê hebe, ew serbestî jî dê ji kû heya çi radeyê be ne diyar e.
Yanî ji aliyê nezerî û mafê takekesî ve pêşniyar û guftûgoyên gelek berfireh di vê mijara çêkirina destûra nû de tên kirin. Lê dema mijar tê ser dabînkirina doz û talebên kurdan, moment û pîvan tevlihev dibin, rûyê tirsê û retorîkeka di bin aqilê nijatperestiya tirkitiyê de form girtî derdikeve pêş û dîtina ko çênabe kurd digel tirkan wekhev bin xwe diyar dike. Ev jî herî zêde xwe di warê zimanê kurdî de nîşan dide. Yanî aqilê giştî yê derdorên sivîl, siyasî û hikûmî yên dewletê qebûl nakin ko zimanê kurdî wekî zimanekî fermî bêt qebûl kirin, heta ger minkin be naxwazin bibe zimanê perwerdehiyê jî.
Halbûkî nexweşî û arişeya esasî ya sîstema rejîma tirkan ya ko ve nêzîk sedsalekê ye dom dike û niha jî li ser kar e, nijatperestî û mentaliteya tirkîtiyê ye. Ev mentalîta li ser bingehê “tirkek bedelê dinê” ye û ti caran ji aliyê heq, hiquq û serweriyê ve kurdan digel tirkan xwedanê mafên yeksan nabîne.
Afrikaya Başûr bi qebûlkirina deh zimanên fermî xwe jî nîjadperestiya rejîma apartheid rizgar kir. Di heqîqeta xwe de ji aliyê zihniyetê ve, “zihniyeta tirkîtiyê” ji ya rejîma apartheid kirêttir û neşirîntir e. Hemî li ser derewan, gotar an jî dîskursa kîn û nefretê ye. Ji komkujiyan ermeniyan heya komkujiya Dêrsim û Zîlanê û bigihî wehşeta Zindana Diyarbekirê, bi dehan komkujî û talanên dî û îşkenceyên xedarane kiryarên vê zihniyeta nefretê ne.
Mafê kurdan yên neteweyî li aliyekê ji bo rahabilîtekirina vê zihniyeta tirkîtiyê bi xwe jî pêwîst e ko yekdestiya kultura tirkî ji navê rabe û şirîk jê re çêbin. Arişeya bingehîn ya rejîma apartheid ew bû ko, reşik digel spiyan yeksan nedidît, her wekî ko gotara dewleta tirk ya fermî bi ti awayekî kurdî digel tirkî yeksan nabîne û bi çavekê kêm li kurdî dinêre. Dema ko bi rast komelgeha tirk û desthilatdarên tirk bi xwazin digel kurdan bijîn divê di serî de zimanê wan digel zimanê xwe yeksan bibînin û dest ji siyaseta biçûkxistina kurdî û kurdan berdin.
Li gorî analîzeka akademîsiyenekê kurd Selim Temo, ji bo perwerdehiya bi kurdî adepteyî sîstema perwerdehiyê bibe, pêwîstî bi 150 hezar mamosta û akademîsiyenan heye (10/10 2010 Radikal). Gelo dê bedelê vê bike ji sedê pêncê budceya wezareta perwerdehiyê? Dibe ko nabe ji sedê yek jî. Ji bil Kurdistanê, di her wezaretek ya Tirkiyeyê de damezirandina 1 500 personelên (li gorî têt îdia kirin 1 500 birêvebirên Goranê bêyî ko wezîfeyekê bikin miaşê xwe ji hikûmeta Kurdistanê werdigirin) serwextên zimanê kurdî û xwendin û nivîsandina wî, nake nîvê ewqes ciwanên ko li serê çiyan jiyana xwe ji dest dane.
Dibe ko budceya hemî kar û kiryarên adaptekirin û fermîkirina kurdî salane ne ji 3-4 milyar dolar zêdetir be, lê li gorî wezîrê darayî yê Tirkiyeyê yê berê Kemal Unakitanî, di van 20 salên dawiyê de, dîrekt-îndirekt 400 milyar dolar bi kuştina mirovan, xerakirinê û bi bombekirina çiyayên Kurdistanê hatine xerç kirin. Yanî mesrefa ko sed salan li kurdî bêt kirin di nava 20 salan de bo kûştina mirovan hatiye xerç kirin. Gelo xerabiyek ji vê mezintir heye û bi vê xerabiyê dê tirk çawa bextewar bibin?
Ferz bikin ko ev reqemên li jor, hemî xeyalî ne, lê hon li çi pîvanan didin bidin, li gor şertên îro budceyeka di asteyê herî bilind de jî, ji bo kurdî bêt bi karanîn, nake ji sedê 10-ê budceya ko dewleta tirk ya ji bo “siyaset ewlekariyê” li himberî kurdan bi kar tîne. Mirov jî kî alî ve li têkiliyên kurdan û tirkan diner bila binêre, bêedaletî û çavsoriyeka gelek mezin derdikeve pêş.
Vêca bi kurt û kirmancî, bîr û bawerî îdeolojiya wan çi dibe bila bibe, hemî alî û derdorê komelgeha kurd ji vê sîstema dewleta tirk ya ko li ser kar e nerazî ne. Divê ev sîstem bê guhortin û tirk di her asteyî de kurdan yeksanî xwe bibînin û pêşiyê jî divê di warê yeksanîkirina statuya kurdî û tirkî de ev pêk bê.
Dema ev nebe, hewce ti derewan nake, tirk dixwazin kurd xulam bin, ew jî efendî; ger kurd efendîtiya tirkan qebûl bikin, problem nîne, lê dema ko kurd jî wekî hemî mirovên xwedanrûmet bixwazin li rûmeta xwe xwedî derkevin û wekî mirovên birûmet bijîn, hingê jî dê hertim bixwazin nîrê tirkan ji ser stuyê xwe bişkênin û raste rast doza serxwebûnê bikin û dawiya vê jî qetandina kurdan ya ji tirkan e. |