STENBOL, 21/4 2011 — “Lîteratura rexngiriya edebiyatê ne tiştek biçûk an jî tiştek wesa ye ko bê piştguh kirin, ji Aristo heya niha, karekî yê entelektuelên sereke yên dema xwe ye.” (I. A. Richards, Principles of Literary Criticism)
Her Richards di vê xebata xwe ya navborî de işaretê li ser bêsînorî û kaosa di heqê rexnegiriya edebiyatê de dike û dibêje krîtîkerekê 80 rûper nivîs tenê li ser gotina “yes” ya di romana navdar Ulyssesê de derbas dibe nivîsiye. Yanî bi sînorên diyarkirî gelek zehmet e ko wata rastiya teksteke edebî bê rave kirin, nemaze ji aliyê psîkolojîk de gihiştina qenaetekê an jî encamekê gelek zehmet e, ji ber ko warê herî zanîna me di heqê wê de kêm e, derûniya insanan e.
Piştî van gotinên “dirêj” vêca ez, wekî xwendevanekê hestên xwe yên li himberî romanekê bînim ziman: Dema ez romanekê dixwînim, dema ko ew roman ji aliyê ziman, naverok û honandina xwe ve lihevhatî be; yanî gotin û faktên zêde û tesadifî di nav temayê tekstî de qîç nekin, her gotin bi mebest û di bin kontrola nivîskarî de be, ez hingê gelek ji wê berhemê hez dikim. Her bi ya min tekstek an jî berhemek edebî dema ko wekî xwendevanekê mirov jê hez bike, ew berhem bi serketî ye û gihaye armanca xwe. Bifikirin ko berhem ji destê nivîskar çûye giha xwendevan û her wekî xwendevan ji tabloyekê, ji şerabekê, ji stranekê, ji avekê, ji avahiyekê, ji xwarinekê, ji hezkiriyekê hez bike, wesa ji wê berhemê jî hez dike. Vêca heger ji çiyê wê be, ji xwe dema hezkirin nebe dê wateya ciwanî û estetîkê çi be gelo? Helbet mebesta min ne ew e ko ez hezkirin û tamê bêxim navênda teksteke edebî…
Lê dema teksteke edebî xwe li mirov bide hez kirin, cihê wê cida ye.
Berî çend rojekê bi navê “Ser bi Ser” romanek ya Siud Kîkî ji nav weşanên Avayê de derket. Berî du-sê salan pirtûkeka Siud ya bi navê “Dawiya bê Dawî” ya çîrokan jî derketibû, gelek hêja bû. Lê nizanim çima zêde deng veneda? Vê carê Siud Kîkî bi romanekê derket pêşiya xwendevanan. Çîroka romanê li dora Adem û Hewê digere. Adem û Hewê du lehengên sereke yên romanê ne. Nivîskar xwe dide aliyekê û hertiştî mirov raste rast ji devê lehengan bi xwe dixwîne. Romanek bi kevil û qewarê xwe ne mezin e, lê bi ziman, vehonandina xwe ya bi serketî ji destpêkê heya dawiyê keyfeka mezin ya edebî dide mirov, mirov nikare dest jê berde û mirov qed navê biqedi jî. Temayê giştî yê romanê li serê xwe li aliyekê; her hevokeka wê keyfek cida dide mirov.
Siud zimanek wekî yê Ernest Hemingway bi kar tîne. Lewma “Ser bi Ser” ji aliyê tema û zimanê xwe ve yekser romana Hemingway ya bi navê “The Sun Also Rises-Roj careke dî hiltê” li bîra mirov tîne.
Hemingway referansê li gotina Incilê ya ko dibêje; “Tiştek nehatî kirin, gotin û dîtin di bin banê rojê de nemaye, her roj, roj careke dî hiltê” dike.
Siud digel jiyanê “Ser bi Ser” e, her roj heman tiştên kirin, xwarin, vexwarin û “cihê razanê”, hêvî û xeyalên bi serneketî; di dawiyê de leheng (an jî em) digel jiyanê serbiser in, tiştek di destên wan de namîne. Hêj di rûpelê pêşiyê de, ji devê Hewê mirov dikeve nav dualîzmekê yanî atmosfereke wiha: “…..li gorî qenaeta min, di têkiliya însanan ya bi hev re du şikil rastî hebû: yek ya mirov bi devê xwe digot an jî qal dikir û ya din jî paşgotinî bû. Jiyana me gişan ji vê gotin û paşgotinê pêk dihat: kîjan rast bû, ne bellî bû.”
Ev dualîzm, ev atmosfer, ev sîh û rastî heya dawiyê di nav hev de ye. Hewê wekî gureka mêran e, ew hertim digel hevalên derdora xwe di xerboqeya xwarin û vexwarin û raketina digel mêran de ye, carekê Adem bi awayekî henekî dibêje mihasebeciyek digel wê nebe, ew nikare hesabê wan kiryarê xwe bigre.
Hemingway di romana xwe ya navborî de, piştî şerê cihanê yê yekê têkçûna îdeal û nifşek wendayî yê “şoreşger” raberî ber çavê mirov dike. Fiesta, yanî dema festîvalan û şahiyan; “Fiesta” navê sereke yê romana “The Sun Also Rises” e. Nifşek bi îdealên têkçûyî, jiyana wan di nêvbeyna baran û odeya razana têkiliyên cinsî derbas dibe. Mekanê Hemingway Paris, New York e û Spanya ye. Mekanê romana Suid Kîkî Stenbola piştî salên 90-ê ye, di dawiya ewqes şer û têkçûnên li Kurdistanê de çîroka nifşekî wenda yê kurd e.
Di dawiyê de Hewê rewşa xwe wiha rave dike:
— “Jin darê şikestî bûn. Ew malên mirinê bûn. Yên nehatana kuştin, ji xwe ew ne layiqî mirinê bûn.” Peyvên diya min ko di wextê xwe de min henekê xwe bi wan dikir, yek bi yek rast derdiketin. Wê digot, “Gunehê ko li hemberî ebdan hatibû kirin, li vê dinyê wek ceza di pozê mirov de derdikeve. Li dinya din bi tenê gunehê mirov yê bêemriya Xwedê, wek ceza tê kişandin.”
— Îcar min rebena xwedê, gunehê çi û kê dikişand?..
Lehengê me Adem jî di bin sîh û xeyaletê bavê xwe de ye. Ew jî di ber dawiyê de dibêje: “Wesiyeta bavê min, ji bo min bûbû wekî kerbekê û ketibû ser wijdana min”.
Di pêşiya jiyaneka nû de, Robert Cohnê Hemingway direve Emmerikaya Latîn, Ademê Siud jî direve Kurdistanê.
Bi hevokên besît avakirna berhemên edebî yên bi serketî karê hostayên mezin yên wekî Hemingway e, Suid Kîkî jî bi “Ser bi Ser”ê îspata hostahiya xwe ya romanê dike, ger ew berhemeka dî nenivîse jî. Destê te sax be Siudê hêja, hostayê xwedanê derdên kûr, mala te ava be, ji bo wê xebat û xizmeta te ya romana kurdî. |