STENBOL, 13/4 2011 — Êvara yekê adara 2003-yê erdhejeka siyasî li Enqereyê pêk hat, li Washingtonê Mala Spî hejiya; serweriya Emerîkayê yek bi yek pîvanên vê hejiyanê girt û not kir. Tezkere an jî memoranduma ko diviya Tirkiye esker rêke Iraqê û eskerê Emerîkayê li ser Tirkiyeyê re bikeve Iraqê ji Parlamentoya Tirkiyeyê derbas nebû. Sefîrê Emerikayê yê Enqereyê, Robert Pearsonî di heman êvarê de telgrafek bo Emerîkayê şand û got: “Parlamentoya Tirkiyeyê bicihkirina eskerên Emerîkayê red kir”.
Helbet serweriya Emerîkayê ji gelek aliyan ve li ser vê erdhejê rawestiya û bi belegeyên Wikileaksê jî aşkere bû ko sefîrê Emerikayê yê Enqereyê raporeka berfireh li ser derbasnebûna tezkereyê amade kiriye û sedemên derbasnebûna tezkereyê yek bi yek rêz kirine.
Li gorî vê raporê, ordiya tirkan, kemalîst û neteweperestên tirkan li dijî tezkereyê rawestiyan ji ber wan difikirî ko dema ordiya Emerikayê li Tirkiyeyê bi cih bibe, dê cesaretê bide kurdan û tirk nikarin rihet li himberî kurdan şerî bikin. Her bi derbasnebûna tezkereyê generalên tirkan dixwest ko hikûmeta Ak Partiyê li himberî Emerikayê bêxin rewşeka nebaş de û bêprestîj bikin. Li gorî raporê ya balkêş û kehaneta xwe dayî rast kirin ew e ko kurdên ko têkiliya wan digel Ak Partiyê jî hebûn nedixwest tezkere derbas bibe, ji ber wan digot bi derbasnebûna tezkereyê dê şûna Tirkiyeyê hevkariya Emerikayê digel kurdên Iraqê pêş bikeve.
Her vê erdhejê dengvedaneka mezin di medyaya Tirkiyeyê de jî çêkir. Wê demê efsaneyek (ez texmîn dikim ko bingehê vê efsaneyê jî nûçeyeka “sansasyonel” ya malpera Kerkuk-Kurdistan e bû) belav bû ko goya Mesûd Barzanî gotiye “75 parlamenterên alîgirên me hene û wan nehişt tezkere ji meclisa Tirkiyeyê derbas bibe” û medyaya nijadperest û piştgira eskeran bi her awayî êrişî cenabê Mesûd Barzanî kir.
Vêca em bên ser lîsteya Ak Partiyê ya hilbijartinên 2011-yê. Ji Hekariyayê heta Edirneyê yek-du kesên berê û li Diyarbekirê jî Galip Enserioglu ne di nav de, Erdogan cih nedaye kurdek tenê ko ji aliyê raya giştî ya kurdan ve bêt nas kirin an jê bêt hez kirin. Bo nimûne Erdoganî li Diyarbekirê xeta reş kişand ser Abdurrahman Kurt û Îhsan Arslanî û Mîr Dengîr Firat jî li derveyî lîsteyê hişt. Kesên wekî profesor doktor Salih Yildirim û Haşim Haşimî jî miraceetî Ak Partiyê kiribûn lê Erdoganî cih neda wan jî. Yanî du-sê kes ne tê de, li ti deran Ak Partiyê cih neda kurdekî wisa ko kurd bikarin bi rehetî biçin ser sindoqê û dengê xwe bidinê.
Miheqeq lîsteya Ak Partiyê dikare ji gelek aliyan ve bêt analîz kirin. Dengê wijdan û daxwazên kurdan tê de nîne û lewra bi qenaeta min ew lîste sifir e. Sedemê vê yekê dikare ew be ko Erdogan bi rastî xwe wekî qadirê mitleq dibîne û dibêje Ak Partiyê de çi bêt kirin ew dike û divêt ji bilî wî deng ji kesî dernekeve û lewra qet pêwîstiyê bi mirovên xwedan dîtin û helwest nabîne. Ya didoyê jî; li gorî qenaeta min îhtimala herî mezin ew e ko Erdoganî di diyarkirina vê lîsteyê de careka dî digel “aqilê stratejîk yê dewleta kûr” hereket kir û kurdên ko kar ji destê wan bêt li derveyî lîsteya xwe hişt. Wikileaksê belgeyek dabû destê Erdoganî û aqilê dewleta kûr bi vî awayî naskiriyên kurdan şewitandin.
BDP û namzetên wê yên serbixwe
Ez di serî de bêjim, min bi xwe heta niho ti caran BDP û tradîsyona ko ew jê têt, wekî partiyeka siyasî ya xwedanê prensîbên siyasî nedîtiye. Hêvî dikim diaya ko qet nayên qebûl kirin jî îro şûnde bêt qebûl kirin û BDP bibe partiyeka xwedan perensîb, rêz û rêçikên siyasî. Wekî gelek kurdan ez jî ji peymana Şerefattin Elçi ya digel BDP-yê piçekê şaş bûm. Rewş û helwestên ko mirov şaş dikin, gelek caran baş in, hertim ne xerab in. Lewma ez hêvî dikim ko Şerafettin Elçi qet neyê şermê.
Ez bawer dikim ko Şerafettin Elçi her li kû û bi çi awayî qezenc bike, her qezenceka wî, di heman demê de qezenca kurdan hemiyan e jî, wî di jiyana xwe de ev îspat kiriye û heta niho karek wesa nekiriye ko dilê kurdan pê bişkê û kurd jê bên şermê. Vêca ez hêvî dikim ko di nav lîsteya serbixwe de jî qezenc bike. Di eslê xwe de ya ko dilê min dixwaze ew e ko BDP an jî namzetên serbixwe, bi rastî jî serbixwe bibin û xwe ji bin seytereya/kontrola Îmralîyê derbixin û di bin serokatiya Şerafettin Elçi de xwe ji nû ve reorganîze bikin. Helbet dizanim ev ji dilxwaziyekê wêde ne tişteka dî ye!
Tecribeyan nîşanî me daye ko heta niho qet BDP-yê nekariya xwe ji bin kontrola Îmraliyê derxe û heta di bin kontrola Îmraliyê de jî be, nikare wezîfeya xwe ya parlamenterî û yasaçêkirinê jî pêk bîne û çûyîna wê ya parlamentoyê jî bêwate dibe. Di paketa sala borî ya guhortina destûra bingehgî de, ev rastî gelek aşkere derket navê. Yasaya rakirina qedexeyên li ser partiyên siyasî, raste rast di berjewendiyê kurdan de bû, ger ew yasa derbas bûyîba, kurdan dikarî partiya serxwebûna Kurdistanê jî ava bikin, lê me hemiyan dît ko parlamenterên BDP-yî dengê xwe nedan vê yasayê û ji aliyekê ve jî hebûna xwe ya li parlamentoyê jî bêwate kirin. Lewma ez dibêjim û hêvî dikim ko “îtifaqa” BDP-yê ya vê carê, careka dî ne li ser bingehekê “pûçkirin û valakirina” siyaset û temsîla kurdan be.
Dema ko kurd li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê bikarin siyaseteka sivîl, bi organîze û bi kamil pêk bînin, dikarin di heman demê de destê xwe bigihînin birayên xwe yên binxetê jî, bi heman metoda sivîl û bi organîze dikarin destê xwe bigihînin birayên xwe yên Rojihilatê jî û bi giştî dikarin dinyayê di Rojhilata-nêvê de mecbûrî guhortineka demokratîk bikin, derseke mezin bidin siyaseta durû ya dinyayê û dîktatorên Rojhilata-nêvê. Derfetên Kurdistaneka demokratîk û serbixwe îro ji hemî demên tarîxê rasyoneltir û çêtir li ber derî ye, tenê kurd bi giştî bikarin bibin muqtedirên prensîb û metodên demokratîk bes e.
Hak-Par
Di dawiyê de ez dixwazim çend gotinan li ser Hak-Parê jî bibêjim. Bi rastî min qet hêvî nedikir ko dê Hak-Par bi serê xwe bikeve hilbijartinan, lê dema min lîsteya wê dît, dilê min gelek geş bû û min got heger roj hat û ez biçim ser sindoqê vaye partiyek heye ko ez bikarim bêşik û bi wijdaneka rihet, dengê xwe bidimê. Ez rêzdar Bayram Bozyel û hemî hevalên wî ji dil û can pîroz dikim û hêviya serkeftinê ji wan re dixwazim. |