STENBOL, 8/4 2011 — Halil Berktay tarîxçiyekê cidî yê Tirkiyeyê yê ekola çep e, nivîskarê rojnamaya Taraf-ê ye, bi navê “Arîşeya PKK-ê digel aştiyê”, “Arîşeya PKK-ê digel AKP-ê” û “Arîşeye PKK-ê digel Taraf-ê” sê nivîs-analîz nivîsîn.
Analîza Berktayî li ser wê çendê bû ko heya niha di nav partiyên siyasî yên hikûmranên Tirkiyeyê de cara pêşiyê ye ko AK Partî bi şêweyekî aştiyane dixwaze doza kurdan bêt çareser kirin, lê PKK ji hemî mieseseyên dewletê û partiyên siyasî zêdetir dijminatiya Ak Partiyê dike. Halil Berktay heman tiştî bo rojnameya Tarafê jî tîne ziman û bi kurtasî ew dibêje arîşeya PKK-ê digel aştiyê û metodên aştiyane heye û ew xwe nade ber rê û metodên aştiyane. (Taraf, 31/3 2011)
Vêca em bên ser “bêîtaatiya sivîl” ya BDP-yê, ka ew dikare çiqasê îradeyeka aştiyane û sivîl dane navê? Dema mirov berê xwe dide bajarên Kurdistanê reng û dîmenên mirov dibîne, bo nimûne berî çend rojan Cizîr û cihên dî, mirov tam grovekek ya şidetê dibîne, bê şik hêzên dewletê vê şidetê provoke dikin her wekî ev 30 sal e provoke dikin; ji ber ko, bo dewleta kûr hêj jî siyaset û aparata esas û karîger, şidet û teror e. Dema ko, her wekî di rojên borî de, Osman Baydemîr li Diyarbekirê bi dilê xwe yê tazî çûyî ser panzerê, wesa rûyê siyaseta sivîl û aştiyane ya kurdan derbikeve pêş, hingê yekcar sîstema şidetê ya dewletê faşil dibe, ji kar dikeve.
Bêîtaatiya sivîl ew e ko hêzên “şidetperest” te bikujin jî tu dest neavêjî kevir, dema te dest avêt kevir, çov û molotofkokteyliyan tu hingê dikevî nav lehîstika şidetperestan ya ko ji serî de diyar e ko ew dê qazanc bikin. Mixabin, BDP bi ti awayî nikare xwe ji nav gêreya lehîstoka ko tundûtîjiyê dişarîne rizgar bike.
Wekî çawa arîşeya PKK-ê digel aştiyê heye arîşeya BDP-yê jî digel “bêîtaatiya sivîl” heye. Bengî Yildiz û Sabahat Tucelê bi kevir û şîmaqên xwe, baş diyar kirin ko ka ew çi ji bêîtaatiya sivîl fêm dikin. Osman Baydemir, Ehmet Turk, Gulten Kişanak du-sê nimûneyên tenê ne ko mirov dizane bi rastî jî ew sivîl in, lê BDP bi giştî bi gotar û helwestên xwe di nav lêhîstika tundûtîjyê de ye û hêza xwe ya siyasî ji şer û tundûtijiyê werdigire. Her mirovekê aqilê wî li serî baş dizane ko êdî şer û tundûtîjî bi ti awayî ne di berjewendiya giştî yê kurdan de ye, tenê nîrê deshilatdariya xwedanê şidetê xurt dike.
Vêca dema ko serokwezîrê tirk Recep Tayyip Erdogan dibêje “Ya ko BDP dike ne bêîtaatiya sivîl e, bêîradeyiya sivîl e” rast dibêje. Kî rastiyê dibêje bila bêje, gotina rast rast e. Abdullah Ocalan berî niha eyamekê di hevdîtina digel aboqatên xwe de digot: “Dema şer radiweste, kes min li vir mixateb nagire”. Yanî bi gotineka dî Abdullah Ocalan hebûn û giraniya xwe ya siyasî di dewamkirina şer û tundûtijîyê de dibîne. BDP jî hertim wekî adresa çareseriyê Abdullah Ocalan nîşan dide. Me hemiyan tevde dît, dema ko Baydemir got “Dema şerê çekdarî qediya ye” Abdullah Ocalan çi bi serê wî anî û BDP jî çawa li himberî heqaretên Ocalan bêdeng ma.
Wekî şexis qet ti derdê min bi wê çendê re nîne ko BDP, Abdullah Ocalan bo xwe wekî serokekê siyasî, ruhanî bibîne û bi her awayî bi wî ve girêdayî be, heya kurd hemî jî dikarin Abdullah Ocalan bo xwe wekî peyxemberekî jî bibîn; ew derdê wan e, ew dizanin; ji bo xwe ji peyxemberekê çawa bawer dikin bila bawer bikin. Lê ji bona vî “peyxemberî” heqê kesê nîne êdî bi ti awayî xwînê birêje an jî bibe sedemê xwînrijandinê, bibin sedemê xerakirin û sojandinê.
Lewma divêt BDP û yên ji bêîtaetiya sivîl bawer dikin, baş bizanin ko xwîna ciwanekê kurd ji hebûna siyasî ya BDP-ê, PKK-ê û Abdullah Ocalanî pîroztir e; heta ji avakirina Kurdistaneke ko ew ava bikin jî pîroztir e. Bêîtaetiya sivîl û îradeya sivîl jî ev e. |