STENBOL, 4/4 2011 — Dema ko mirov dilive, nefesê distîne, nemaze dema ko mirov li dijî bêadaletiyê bêeman radiweste jî, divê bala mirov ya giran li ser wê çendê be ko ti bêadiliyê li ti neadilan jî neke; hingê mirov dikare rewşeka gelek zelal ya însanî û wijdanî raber bike; kilîla vekirina wijdana însanan edalet e. Çîroka jiyana insanan jî “piştî ziktêrkirinê” belkî lêgerîna edaletê ye.
Bêedaletî rewşek giran e. Têkçûn û têkbirina xwezayê jî rûndanek ya bêedaletîya kurûkeçên mirovan e; erd ziwa dibe, dar hişk dibin, zindî dimirin, hişînahî û xemla xwezayiyê canê xwe ji dest dide. Tiştek wekî bêadeletiya ko li mirovî tê kirin barê wî/wê giran, giran bike tune ye. Xeletbinavkirin, ji berçavan wendakirin, ji hiş û bîr paqijkirina hemî bûyer û heqîqetên di heqê yê/ya li himberî te de, bêedaletiyeka ji kuştinê girantir e!
Pespayetiya nijadperestiya tirkan li ser zihniyeteka wiha hatiyê çêkirin; ti gotareka wê ya cidî ya bi dest bê girtin tune ye, helwesteka pratîk ya li ser dijberî û êrişa li ser hêjayiyên moralî, zimanî, kulturî yên kurdan hatiye ava kirin, di eslê xwe de ziyniyeteka jixwetirs û faşil ya hikûmraniyê ye; wekî hebûna fizikî ne dijminê hebûna kurdan e, lê dijminê hemî nav û pênasên kurdan e!
Kapasîte û şiyaneka entelektuelî û ji xwebawer ya vê zihniyetê tune ye, palpişteka wê ya dîrokî qet tune ye, bingehekê wê yê kulturî hîç tune ye, ew xwe dispîre darê zorê û desthilatdariya li ser gotara derewan. Ev gotara derewan tenê aqilek yê “nîzama mieses e”; ti bingehek yê wê yê civakî jî tune ye; îhtîmal e ko, ji sedê pênc ta dehê ye, di nav tirkan de aligirên vê zihniyetê hebin. Îdeolojiya hikûmraniyê bi dirêjahiya sed salan, bi lehîstikên qirêj, bi derewan û bi têkbirina wijdana însanan tenê şiya ye vê çendê çêke. Ya niha li Tirkiyeyê li ber têkçûnê jî ev zihniyet e.
Heya ev zihniyet li Tirkiyeyê bi yekser têkneçe bi ti awayî li Tirkiyeyê edalet nayê cih. Çêker û serkêşê vê bêedaletiyê “nîzama mieses” bi xwe ye. Çi misilman, çi lîberal, çi demokrat an jî sosyal demokrat û çep bin, heta xwe dispîrin gotara vê “nîzama mieses” ew nikarin adil bin, bila derewan nekin, wijdana wan ji bêedaletiyê hişk bûye.
Lewra kuncên tarî yên bêadeletiya “nîzama mieses” û serwerên tirk pir in. Serwerên tirk bi van kuncên tarî û bi vê wijdana reş nikarin bextewar bibin û bê derew zarokên xwe mezin bikin; ji ber ko bêwijdaniya herî mezin ew e ko mirov derewan li zarokên xwe bike. Her serwerek tirk her roj derewan li zarokên xwe dike; wan tirk, hemî kirine “derewkar”! Wekî milet, miletê tirk jî ev derew heq nekiriye.
Veca kurd bi helwesteka jixwebar, wijdanî û exlaqî dikarin bi awayekî gelek ciwan hemî lehîstikên qirêj û textê vê zihniyeta pespaye daxînin cihê ko wê heq kiriye û tirkan bi xwe jî ji vê şerma reş xelas bikin. Kurd tenê îtibarê bi metodên neadilan neînin û ji pîvanên unîversal yên azadî û edaletê bawer bin bes e. Bi gotina herî sade, tişta ko tu nexwazî li te bêt kirin, divê tu nexwazî li kesê jî bêt kirin. Her divê em ji bîr nekin ko rewşa herî kirêt û ne cihê baweriyê ew e ko dema mirov li dijî bêedaletiyê şer bike û bi xwe ne adil be. |