STENBOL, 31/3 2011 — Duşema borî bi sedan dost, heval û lêzimên rojnamevanê ermenî Hrant Dinkî, careke dî bi daxwaza edalet bê cih, li ber deriyê dadgeha Beşiktaşa Stenbolê bûn, hemî jî mirovên rewşenbîr û têgihştî bûn. Ev çar sal in doza kuştina Hrant Dinkî dom dike lê hêj plankerên kuştina wî nehatine ber darê edalet û darizandinê.
Piştî xwenîşandana li ber deriyê dadgehê, gelek dost û hevalên Hrant Dinkî li kafeteryayên li perava Boxeza Stenbolê belav bûn, hewa û cewek xweş hebû. Di peravên behra Boxeza Stenbolê li ber pêşiya kafeteriyayeka rêkûpêk mîkrofona Kurdistan TV di destê rewşenbîrê kurd Umît Firatî de bû û wî logoya wê mîkrofonê bi xuror û mexrûrî nişanî dost û hevalên xwe yên tirk û kurd dida; mexrûriya hebûna navê Kurdistanê li wir di nav çav û rûyê wî de xuya dikir.
Yanî navê Kurdistanê wekî dermanek yê birîneka xedar, hêj pêwîstiyeke dermanî ye bo hemî kurdan û her cihê xuror û rûmetê ye bo wan. Berevajiyê vê, Kurdistanê hêj bo tirkan cihê xof, guman û tirsê ye. Lewma hêj desthilatdarên dewleta tirk qet cesaret nakin ko navê Kurdistanê bînin ser zimanê xwe. Navê Kurdistanê ji bo rewşenbîrên tirk yên lîberal û demokrat jî ta radeyekê hêj cihê şik û gumanê ye.
Ji ber ko di dirêjahiya hemî jiyana komara Tirkiyeyê de, navê Kurdistanê tirsek û dijminek esasî bûye, di hiş û mejiyê hemî serwer û birêvebirên tirk de, lewma çûna serokwzirê tirk Erdoganî ya bo Hewlêrê/Kurdistanê wekî gaveka bi cesaret û tabûşkên hat dîtin, lê wî bi xwe jî di paytextê Kurdistanê di bin sîha alaya Kurdistanê de hêj jî cesaret nekir ko navê Kurdistanê bîne ser zimanê xwe; tenê got “herêma ciwan”.
Mihtemel e ko hêj tirsek mezin ya bereyê nijadperest yê tirkan di dilê Erdoganî de heye ko ji wê cesaret nekir navê Kurdistanê bîne ser zimanê xwe; ji ber ko hilbijartin li ber derî ne, tenê hildana navê Kurdistanê bi serê xwe, dikare çend puan dengan ji Erdoganî bo bereyê nijadperest bibe.
Lê tirsa tirkan û serwerên tirkan ya tarîxî çi dibe bila ew be, tirseka çêkirî, îdeolojîk û nerasyonel e; Kurdistan êdî heqîqeteka wekî roja ko her roj hiltê li ber deriyê wan e. Şîara “Tirkek bedelê dinê ye” û “Ew bextewar e yê ji xwe re dibêje ez tirk im”, ti tirkan têr û bextewar nake, lê hebûn û qebûla Kurdistanê dikare tirkan ji tirsa wan ya tarîxî rizgar û bextewar bike. Bi tirsê jî be, ev rastî ye ko Erdogan dibe bin banê alaya Kurdistanê û ew wêderê wekî “herêmeka ciwan” bi nav dike.
Ev rastî, êdî di hemî warên jiyanê de xwe dide pêş rûyê tirkan; lewma rêxistana taykonên/kodemanên Tirkiyeyê TUSIAD jî êdî di guftûgo û pêşnîyarên di heqê çêkirina destûra nû de, diyar dikin ko bextewariya mirovan pêştir e ji yekpariya xaka Tirkiyeyê û ew daxwaz dikin ko Tirkiye xwe ji hemî tirsên xwe yên “îdeolojîk” yên raboriyê rizgar bike.
Îro herkesê tirk yê demokrat, dûrbîn û xwedanê aqilê selîm dizane û dibêje, divê di çarçeweya destûra nû de hêmî tekstên sereke yên dewleta tirk bên guhortin û tirk bi her awayî rûbirûyî rastiya hebûna miletê kurd û Kurdistanê bibin. Ji ber ko ew dizanin ko ger ev pêk neyê, tirk bi ti awayî nikarin bo paşeroja xwe geşbîn û bextewar bibin.
Helbet ji aliyê kurdan ve jî prosesa “normalîzebûnê” ne gelek hêsanî ye. Dijwarî û şûnên ko nîrê dagirkeriya bi dirêjahiya sed salan li ser rûh bedena miletê kurd hiştî, li ber çavan in, nayên înkar kirin û ji bîr kirin. Lê ev jî heqîqeteka gelek aşkere ye ko kurd jî nikarin dahatûya xwe li ser êş û birînên raboriyê xwe ava bikin. Bi hêviya hevtêgihiştineka nû ya di asoyên nû û zelal de, bo “herêma ciwan” û jixwetirsên dorûberên wê. |