DIHOK, 1/10 2005 Heyīna zihniyeteka kurdī ya desantral ji bo tźgihīştina şźwazeka netewesazī ya demokratīk ji bo kurdan xwedī gringiyeke berceste ji bo pźkanīna xweyeka kurdī ya pir-şźnī ye. Lź hebūna vź xweyź pźwīstī bi hesta hevbeşīyź ye, ko divź di enteraksiyona civakī ū kohezyona strukturel de bihźte dabīnkirin.
Ji bo cara yekem piştī tźkēūna mīrītiyźn kurd, kurdan karī santralīteyeke wekī Hikūmeta Herźma Kurdistanź biafirīnin. Ev destkefta divź cihźrengīyź di civata kurd de biparźze, lź bi ēalakī xebatź ji bo pźşīgirtin li perēebūna civatź bike. Sīstemźn ciyawaz yźn nivīsandinź beşek ji perēebūna netewe ū zanavź kurdan e. Vźgavź sź sīstemźn me yźn nivīsandinź hene; kirīlī li komarźn berź yźn Sovyetź wekī Ermenistan, Gurcistan, Qezaqistan ū Ûrisźtź, erebī li rojhilat ū bakurź Kurdistanź ū roman li bakurź Kurdistanź. Li dij yan ji bo her yek ji van sīsteman argumantasyonźn tźvel hene.
Yźn ko sīstema erebī diparźzin dibźjin ji ber ko piraniya edebiyata kurdī, nemaze ya kurdiya navendī (soranī), ligor sīstema erebī hatiye nivīsīn, lewre divź em vź sīstemź ragirin ū li beşźn din yźn Kurdistanź jī piyade bikin. Ew herwiha dibźjin ko piyadekirina sīstema erebī li bakurź Kurdistanź dź tźveliya kurdan ū neteweyź serdest, ango tirkan, jī nīşan bide.
Yźn ko alīgirź skrīpta roman in, rader dikin ko ev sīstem modern e ū bźtir bi kźrī fonolojiya zimanź kurdī, ko hindūewropī ye, dihźt. Herwiha radigihīnin, ko gelek zimanźn din jī di projeya guhertina sīstemźn xwe ber bi roman ve ne ū di hźla tekīnīkī de jī bikaranīna vź sīstemź dź hīn hźsantir be. Wekī ko ez dizanim kurdźn Sovyeta berź jī niha ber bi sīstema nīvīsa roman ve diēin; ango wź demź hilbijartin di navbera herdu sīstemźn erebī ū roman de dimīne.
Wekī zimannas ez ti avantaj yan dezavantajī li dij yan ji bo vź yan wź sīstemź nabīnim. Zimanź ēīnī yek ji sīstemźn here arīşe yźn nivīsandin ū ortografiyź bi kar dihīne, lź vź sīstemź pźşī li pźşketina ziman ū civata Çīnź negirtiye. Bi heman rźbazź japonī jī xwedī sīstemeke kompleks ya nivīsandinź ye, lź Japonya yek ji welatźn herī pźşkeftī yź dinyayź ye. Wekī din hin welatźn din, wekī Tirkiye ū welatźn Sovyeta berź, jī hene ko sīstemźn xwe bo roman guhertine, lź ji hźsankirin ū amadekirina ber bi modernīte ū pźşketinź bźhtir ev guhertin derbirrź teşedana zanav ū huwiyeta wan ya neteweyī būye.
Herēī kurd in, di nav sīnorźn siyasī yźn ēend dewletan de dijīn, ko her yek ji wan xwedī sīstemeke taybet a nivīsīnź yź.
Hela fźrbūna sīstema nivīsandina bi alfabeya erebī bi aliyekī de, kurdźn bakur ji ber siyaseta ko li ser wan hakim e, nikarin xwe hīnī alfabeya roman, ko ji ber fonetīkbūna xwe hźsan e, bikin. Darźhtina sīstema nivīsandina erebī ne tenź nemumkin e, lź şźtiyeke pratīkī ye.
Transformasyon ber bi sīstema roman de
Wekī ko berź hate amajekirin, niha santralīteyeke kurdī li başūrź Kurdistanź heye. Di pratīkź de guhertina alfabeya erebī bo roman di ēend qonaxan de mumkin e. Guhertineke wisa di şevekź de pźk nahźt; jiber ko pźwīstī bi transformasyonekź di sīstema perwerdeyź di perspektīfeke 10-15 salan de heye. Gava ko nifşek ji pźngava yekem heta bi līseyź xwandibe, edebiyat jī pźre digihź ko bihźte transkrībe kirin. Li başūrź Kurdistanź niha edebiyateke dewlemend, bi taybetī bi kurdiya navendī (soranī), heye. Guhertina alfabeyź dź vź edebiyatź ji bo kurdźn bakur berdest bike. Kesźn ko ji lawazbūna pozīsyona kurdiya navendī nigeran in, divź tź bigihźn ko guhertina bo sīstema roman dź hīn bźhtir pozīsyona wź xurt bikin, ji ber ko ev varyanta kurdī ji yźn din di hźla edebī de dewlemendtir būye. Kesźn ko alīgirźn zimanź yekgirtī yźn kurdī ne, şūna vź helwźsta ne-realīst divź hewl ji bo pźkanīna sīstema nivīsandinź ya hevbeş bikin. |