DIYARBEKIR, 29/9 2005 — Gorî şertên globalîzmê û Rojhilata Navîn û Projeya Rojhilata Navîn ya Mezin; avayiya Dewleta Federal a Îraqê û Dewleta Federe ya Başurê Kurdistanê; hevgirêdana Tirkiyeyê sîstema Rojava û Yekîtiya Ewropayê, Li Tirkiyeyê di vê merhelê de Dewleta Federal ya Tirkiyeyê û Dewleta Federa ya Bakurê Kurdistanê realîst û rasyonalîst e. Ji bona vê yekê bi kurtî dikarim bibêjim, ko min gelek caran jî nivîsandiyê, armanc û ramana miletê kurd li Tirkiyeyê gerek di çarçewa “du milet û du welat û yek dewlet ko dewleta neûnîter û federal” de bê sînor kirin. Ev sînorkirina mitleq û qetî nebe, gorî şertan gerek ji nû ve realîze bibe.
Miletê kurd ji bona ko li Tirkiyeyê vê senaryoya xwe pêk bîne û miletê kurd xwebixwe îdare bike, gerek babet û terza xebatê jî realîst, gorî encamgirtinê bê tespît kirin.
Piştî salên 1970-yî û bi taybetî jî piştî salên 1974-an tevgera bakurê Kurdistanê bi giştî “şerê çekdarî” pejirand. Hezar mixabin, gelek rêxistinên Kurdistanê ev awayê têkoşînê nikarî pêk bîne. Bes Partiya Karkerên Kurdistanê ev babeta xebatê pêk anî. Hem şertên herêmî, hem şertên dinyayê, hem şertên Tirkiyeyê bi taybetî û awayê çekdarî ya ko ji aliyê PKKê de pêk hatibû derxist holê ko rêya çekdarî realîst û rasyonalîst nîne. Ji bona vê yekê jî, PKK bi xwe jî di nav de hemû rêxistin û welatparêzên bakurê Kurdistanê di vê merheleyê de şerê çekdarî rasyonalîst û realîst nabînin. Heta nêrineke xurt heye ko şerê çekdarî zerar dide miletê kurd û tevgera miletê kurd.
Rastiyeke din heye ko sîstema dewleta kolonyalîst a tirk li hemberî maf û azadiyên miletê kurd xwediyê direnceke gelek xurt e. Heger dewleta tirk li hemberî xwe hêzeke xurt, direnceke organîzekirî nebîne, mafwergirtina miletê kurd mûmkin nîne. Ji bona vê yekê, li ciyê şerê çekdarî, gerek babeteke xebatê ya xurt bê dîtin. Gorî bîrûreya min ko bi salane ko ez dinivîsînim û dixwazim di xebata xwe de pêk bînim, babeta “bêîtaatkariya (guhnedana) siwîl” e.
Gelo ji vê babeta xebatê gerek çi bê fêm kirin, ez dixwazim bi çend xalan diyar bikim.
Gerek fikrên me yên piştderiyan û berderiyan bibin yek…
Pêwîst e bîrûrey, felsefe û fikrên kurd û Kurdistanî, di radyo û telewîzyonan, di kovar û rojnameyan de, di dezgehên fermî yên dewletê de gelek eşkere bên diyar kirin. Encama huquqî, cezayî ûwd. re amadebûyîn pêwîst e. Bi gotineke din, rewşenbîr û siyasetvanên kurd, gotin û reyên xwe yên veşartî, yên li malê û li pişt deriyan, bikin gotinên vekirî. Li mal û veşartî çi diparêzin, gerek wan fikran û bîrûreyan li her cihî, bi taybetî jî di danûsatandina fermî de û di dadgehan de bînin cîh.
Ev tê wê wateyê ko rewşenbîr û siyasetvanên kurd gerek çanda xwe ya kevn biguherin. Ji taktîkên dimeşînin, dev berdin. Lewra ew taktîkên, 15 salên dawiyê li ser navê tevgera “legal” û “vekirî” tê meşandin, bû sedemê asîmîlasyon û entegrasyoneke nû.
Ji bona vê yekê, di kongreya HAK-PARê de, di TV-an de, di konferans û civînên ji dewletê û çapemeniyê re vekirî de û li dadgehan parastina aşkere ya Kurdistan û Dewleta Federa ya Bakurê Kurdistanê destpêkeke gelek girîng e.
Tê zanîn ko grubek rewşenbîr û siyasetvanên kurd jî, bi mehan qempenyaya “Dewleta Federal û Kurdistana Federe” meşandin. Bes li Diyarbekirê bi rojan propegendya dewleta federal kirin. Tesîra vê qempenyayê li ser raya giştî ya Tirkiyeyê û Kurdistanê; li ser reya navneteweyî bû.
Encama van xebatan wek Taha Akyol jî nivîsand, Tirkiye û dinya dizane ko kurd sê grub in. Grubek kurd federalîst in. Grubek kurd “Komara Demokratîk ya Tirkiyeyê”, yanî Tirkiyecitiyê diparêzin. Grubek kurd ji mafên şexsî yê miletê kurd diparêzin.
Gerek ev xebata vekirî û vekirîfikirafirandin û parastin bi sîstematîk pêş bikeve.
Li dadgehan bîrûreyên kurd û kurdistanî bi kurdî parastin…
Rewşenbîr û siyasetvanên bakurê Kurdistanê gerek li dadgehan bîrûreyên xwe aşkere, bi zimanê Kurdî diyar kikin, guhnedana siwîl ya diyar e. Di van salên dawiyê de, bi pêvajoya HAK-PAR û Komeleya Kurd a Diyarbekirê ev pêvajoya ji aliyê me de dest pê kir û ber bi pêş diçe û ji aliyê milet kurd de jî tê pejirandin û teqdîr kirin.
Piştî kongreya yekem ya HAK-PARê, ji bona ko di kongreyê de kurdî hatibû axaftin, mesajên serokên başurê Kurdistanê bi kurdî hatibûn pêşkêş kirin, doz vebû. Di destpêkê de berpirsiyarên HAK-PARê, ez û Reşîd Delî ne tê de, bi tirkî bîrûreyên xwe diyar kirin. Di nav demê de ez gelek kêfxweş im ko hemû berpirsiyarên HAK-PARê biryar da ko bi kurdî bîrûreyên xwe bi kurdî li dadgehê diyar bikin. Di vê merhelê de ev pêvajoya dom dike.
Ez, li Enqereyê, li Merdînê û li Daiyarbekirê di gelek dozan de parastina xwe bi kurdî dimeşînim.
Parastina Komelaya Kurd a Diyarbekirê (Kurd-Kom) li Diyarbekirê kurdî tê meşandin.
Dema ko em ji vê pêvajoyê û babetê behs dikin, gerek em parastina Vedat Aydın û kek Şêxê yên li dadgeha DGMê jî bîra nekin.
Xwedîderketina li alaya tirkan û merşa tirkan şaş e
Em baş dizanin ko dewleta tirk miletê kurd temsîl nake. Dewleteke kolonyalîst e. Hemû mafên miletê kurd bi hêza vê dewletê hatiye xesp kirin. Gelek rewşenbîrên kurd vê yekê gelek bi hêsanî tîne ser zimên. Lê hezar mixabin, di pirsa alaya tirkan û merşa tirkan de bi eynî hêsaniyê helwêsta xwe nîşan nade. Gerek em di van pirsan de jî xwediyê konsepteke welatparêz bin.
Vê prosesê jî dest pê kiriye. Piştî bûyera alaya tirkan li Mêrsînê, FLASH TV ji bo vê pirsê ez gazî progremekê kirim. Min biryar da bû ko di vê programê de aşkere bikim ko alaya tirkan miletê kurd temsîl nake. Hezar mixabin, RTUKÊ, ji bona progremeke min a pêşî, qedexe kir ko ez beşdarî programê bibim. Lê belê min reyên xwe Di TV-eke Herêmî û CAN TVê de diyar kir. Di derbarê vê pirsê de ji bona min li Diyarbekirê doz vebûye.
Di Konferansa 4-ê îlona 2005-an ko li Enqereyê hatibû bi darxistin de, ji aliyê min û Fuad Onen de dîsa hat diyar kirin ko ala tirkan, me û miletê kurd temsîl nake.
Di paşerojê de gerek kurd neçin eskeriyê û zikatê jî nedin..
Miletê kurd zikatê dide dewleta tirkan. Ev zikat, ji bona hewcedariyên miletê kurd naye serf kirin. Hewcedariya miletê tirk bersîv dike. Radyo û TVên tirkan û dibistanên bi tirkî, bi zikata me, ji bona ko em û miletê kurd asîmîle bibe, tê serf kirin. Bi vê zikatê hêza leşkerî, polîs û tîman û îstixbaratê tê xwedî kirin. Ev hêz û dezgehan jî, sîstema kolonyalîst ya ko Kurdistan kolonî kiriye diparêze.
Zarokên me diçin eskeriyê, li hemberî kurdan tên bi kar anîn.
Ji bona vê yekê, tevgera bakurê Kurdistanê ji bona ko miletê me di paşerojê de zikatê nede û ciwanên me neçin eskeriyê, gerek çandek û helwesteka kurdperwerî amade bibe.
Helbet ji devreyî van helwestan, ji bo “guhnedana sivîl” gelek babet û terzên din hene.. |