HEWLÊR, 6/2 2011 — Ne tenê tirkmen bi helwesta xwe li hemberî doza kurdî li Iraqê şaş in, bi taybet derbarê Kerkûkê de, her wiha kurd jî. Kurd jî hebûna tirkmenan di nav tevgera siyasî de li Iraqê înkar dikin.
Divê em berê rexneyan li xwe bikin, berî em êrişî xelkê bikin. Tirkmen li ser asta Iraqê neteweya sêyem in û li ser asta herêma Kurdistanê neteweya duyem in, ji ber nebûna serjimêriyeke hûrdikî ez nikarim jimareya wan bêjim ji ber pirsa jimareyan gelek hestyar e.
Sîstemên Iraqê ji destpêka damezrandina dewleta Iraqê ve, di salên bîstê ji sedsala borî de, bê par mane. Bi dirêjiya dema borî eger kurdan hinek destkeft bi dest xistin, tirkman ji wan jî mehrûm bûm, di serdema Sedam Hisên de jî ko guhartinên demografîk rûdan, tirkmen jî her wek kurdan bûn qurban, ev jî rastî ne, çi kes nikare wan înkar bike.
Zêdebarî rastiyên dîdber, hin rastiyên derûnî û kultûrî jî hene. Anko divê neteweya bi jimareya xwe mezin singfireh be û dilovan be bi ser neteweyên biçûk de. Ragihandina Kurdistanê jî dema behsa Kerkûkê dike tenê behsa qurbaniyên kurdan dike, bêguman ev yek dilê wan teng dike. Divê di vî warî de tirkmen bi temamî li ser paşeroja xwe dilniya bibin. Divê em tirkmenan wek prensîb qebûl bikin, wek hevparê rastekî di welêt de.
Ev demokrasiya rastekî ye eger em di gotinên xwe de rast bin. Li ber tirkmenan rewşa paşeroja siyasî ne diyar e, ne jî rewşa Kurdistanê û digel wê bajarê Kerkûkê yek ji deverên herî girîng yên cihê nakokiyan di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de ye, bajarekî pêkvejiyanê ye ko kurd, ereb, turkmen, xrîstiyanî û çend pêkhatên din tê de dijîn.
Di van rojên dawî de, di hevdîtina xwe bi xwendekaran re, serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, pêşniyaz kir ko di xula dahatî ya serokatiya herêmê de, cîgirê serokê herêma Kurdistanê kesekî tirkmen be eger ta wê demê Bajarê Kerkûkê yek ji deverên herî girîng yên cihê nakokiyan di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de ye, bajarekî pêkvejiyanê ye ko kurd, ereb, tirkmen, xirîstiyanî û çend pêkhatên din tê de dijîn vegeriyabe ser bi herêma Kurdistanê ve, çunkî belgeya rast bi dest gelan de ew e ko çendî ew gel di siyaseta desthilatê de beşdar e, lewma ew posta ko ji bo tirkmenan bête terxankirin di gel çend postên din yên wezaretan, pêngaveke di cihê xwe de ye.
Divê em ji bîr nekin ko gelên biçûk pêwîstî bi wergirtina bi zêdetirî mafê xwe hene da ko ew mafê xwe desteber bike, her wek ev halê me kurdan e.
Nêrînên min ev in, ne ko ez dibêjim, “Kerkûk bê tirkmen bi ser Kurdistanê ve nabe.” Her wiha li xwe danîna bi mafê tirkmenan nahê wê wateyê ko ew ji bo kurdan dengê xwe bidin, ew şêweyekî erzan e û tirkmen ji wê mezintir in, ta ko wê helwesta xwe bi erzanî bifroşin. Di baweriya min de çi demokrasiyeke rastekî li herêma Kurdistanê bi cih nabe eger aliyê tirkmen tê de ne çalak be, her wiha beşdariyeke çalak ji êzîdî û xirîstiyanan de û her aliyekî têvel.
Berî demekê ko em ji Silêmaniyê vedigeriyan, di rêya me ya di Kerkûkê re me riya xwe bi nivîskarê tirkmen yê mezin Eta Terzîbaşî xist, da ko mafê wergerandina pertûka wî ji tirkmenî bo kurdî ya li ser Şêx Riza Talebanî werbigirin. Bi tevî pêşwaziya wî ya germ ji me re, lê rûtirşiya wî jî diyar bû. Ez ne poşman im li ser wê çûnê, berevajî ez bi helwesta tirkmenekî ji Kerkûkê kêfxweş bûm, wî ji min re got hûn dixwazin Kerkûkê bibin ser Kurdistanê? Min got belê, çi pê ve heye? Wî bersiv da: Kî dê desthilat be? Min got: Yê dengê gel bistîne. Bi van çend gotinan me bes kir.
Lê ev pirseke dûvdirêj e, bi baweriya min tirkmen her weko ermen û xrîstiyanan beşek ji gelê Kurdistanê ne, Kurdistana ko bi dirêjiya dîrokê dergûşa şaristaniyê û gelan bû. Divê eva ha di destpêka her axaftinekê de bête bîranîn ko çi tirkmen yan xrîstiyan yan her kêmîneyeke din, Kurdistan ji bo wan dergûşa dîrokî ye.
Lê pirsgirêkeke din ya tirkmenan heye, ew jî ko deverên wan ne bi ser hev de ne lê ji hev cuda ne û her yek li navçeyekê ye, lewma vegera Kerkûkê tenê bo herêma Kurdistanê têra doza tirkmenan nake, divê bernameya kurdî ya taybet bi tirkmenan firehtir be, hîn gelek deverên tirkmenan hene divê kurd digel tirkmenan ji bo vegera wan bi ser herêma Kurdistanê de bixebitin, taku tirkmen digel kurdan jiyaneke hevbeş dabîn bikin û ne xem e bi çi navî be.
Divê hevpariya kurd û tirkmenan bi hev re ji niha ve aşkere û diyar be, çunkî ew dê hêvana demokrasiyê li herêma Kurdistanê be, pirs ne ya tirkmen yan xrîstiyan yan aliyekî bi tenê ye, lê divê em jî kurd wan pirsan ji xwe bipirsin. |