[ ÎNÊ, 2024-04-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Divêt kurd di nav xwe de entegre bibin
HEWLÊR, 2/1 2011 — Kes nizane hejmara kurdan a giştî çend e, hindek kes dibêjin 40 milyon e. Eger ev hejmar ne bi guman be, ne cihê dilxweşiyê ye. Hejmarê digel rewşa wan bide ber hev, mirov fehêt û şerî dike, navê giran e û gundê wêran e.

Hindek car dibêjin li ser rûyê erdê kurd mezintirîn gelê bindest e, welatê wan jî parçe ye û kultûra wan belav e. Min jî weku hemû kurdan berê şanazî bi vê rewşê dikir. Niha jî ji ber wê şanaziyê ve poşman bûme û ji dil de ez tengijî me. Ez pirsekê ji xwe dipirsim, gelo ev gelê ko bi dirêjahiya dîrokê hatî çewsandin û di bi destdan de maye û hîç rojekê desthilat di welatê xwe de nekiriye, çawa maye û ji nav neçûye? Zaf gel di vê bar û rewşê de derbaz bûne û tenê nav yan şûnwar li pey mane.

Bi kesên “bextewer” ev mayîn bi saya bergiriyê ye. Lewma ez ne ji wan “bexteweran” im, û bi baweriya min, eger gelekî bergirî kiribe, ew û welatê wî dê serfiraz bûna. Kurdan bergirî ji welatê xwe re nekiriye, bergirî ji navçeyatî û eşîrtiyê re kiriye û di wê de jî bi ser neketiye, ji ber kîn û neheziya ji hev re. Serpêhatiyên kutayiya mîrnişînên kurd di naverasta sedsala 19em de jî baştirîn belge ye. Osmaniyan serê yekî li pey yekî bi dawî kir, ne yekî jî ji wan bi hawara yê din neçû. Bila em wan nimûneyan jî nehênin ko çendan ji wan hevkariya dijmin kirin li dijî hev.

Sebaret vê yekê Şerefxanê Bedlîsî kurdan bi gelekî xwexwar bi nav dike, sedemên xwexwariyê jî destnîşan nake. Lê çi gel heye ewqas xwexwar û bindest be bi wê radeya ko Şerefxanê Bedlîsî qalê dike û ji nav neçe? Belê heye, kurd. Ewê di dîrokê de bi serê kurdan bûyî, çi bi hoya xwexwariyê û çi bi hoya xwînxwariya dijmin bi serê çi gelî de hatibûya dê biherifiya û biheliya. Lê ew neherifîn ji ber “bêguman” herifandin guncanê dixwaze, ew guncan li ba kurdan nebû.

Pêbendbûna bi tîtal û nerêtên eşîr û xêlîtiyê ve û serhişkiya bi korkî û bê hişmendî, hişt ko takê kurd dest ji hîç binaseyeke xwe bernede û têkeliyê di gel eşîr û xêlên dî neke û jinxwastinê ji wan neke. Namo û xerîb her tiştî bi serî de dike ew jî tenê bi parastina xêla xwe dirame û hizir dike. Tenê şoreşa Îlonê destpêkek bû ji guhartinê re.

Dema em biçûk bûn, gotineke çîrokeke navdar hebû, digot kurdek çû welatekî xerîb, pir ma lê ew fêrî ziman nebû, ew şandin gundekî dûr ta ew neçar bibe û fêrî ziman bibe, paş çend salan bi aliyê wî de çûn, li derî dan ta zanibin Kurdo fêrî ziman bû yan na, zarokê berev derî hat û got, kî ye ew? Berê me şanazî bi vê bergiriyê dikir û em sersam dibûn ji asta netewparêziyê, ko her gelekî dî bûya dipişifî û digel derdora xwe diguncî. Min gelek malên kurdan li Ewropa dîtin, çi tiştekî destkir yê kevn heye bi dîwarê xwe ve daliqandine, çi strana kevin heye kom kiriye û lê guhdar dike, tevî ko ew tişt li Kurdistanê jî bi dest nakevin.

Dibe yek bi pêsîr û sînga min bigire û bipirse, bi ya te be, ka çima kurd nehatiye pişaftin û herifandin? Yan jî gelo çira mayîna kurdan ne cihê şanaziyê ye? Li vir ez ê bersiva wan didim: Rast e, nepişaftin û herifandin erênî ye û cihê şanaziyê ye, lê nehelandina kurdan ne ji bergiriya wan bû û ne jî ji ber parastina wan ji welatê wan re, lê ji parastina xêl û eşîr û serweriya xêlîtiyê bû, ji nebûna guncan û şiyana pişaftinê bû.

Kurdan şiyana pişaftin û herifandinê di nav xwe de hebûye û di nav xwe de dibe miletekî din. Îro û em di sedsala 21ê de ne, zaf êl û eşîrên kurd hene keçek nedane mêrê eşîreke din, li derveyî ziman û navçeyê de ev her rû nade. Ji ewqas sal de xema me ew bû ko zimanekî me yê giştî hebe, niha jî li Kurdistana Iraqê bo xwendinê du şêwezar hene, feylî û hewramî daxwaza wê yekê dikin û niha dest pê kirine. Mirov nikare derbarê vê yekê de jî çi boçûnekê derbirî ji ber ewqas damarên êlîtiyê xurt û geş in, li hember hevdu pir tûj in û diteqin. Ya girîng ji her kurdekî re ew e ko li ber kurdekî din neherife.

Nehêniya mayîna kurdan di dîrokê de û nepişaftina wan di nav gelên din de, bi tev nehêniya negihiştina bi serxwebûn û rizgariyê xwe de heman nehênî ye, her du caran jî bextreşî bi dest hizir û tîtalên êlîtiyê de ye. Zêdetir ji nîvê rewşenbîr û siyasetmedarên kurd nasnameya wan a êlîtiyê heye. Hin nûserên kurd hene babet û mijarên herî nû dinivîsin û qelem lê didin û belkî têz û pileya berz xwendinê tê de dikin, lê bingeh û binaseya wan êl, dever û gund e. Eger serkirdayetiya kurd bixwaze kurd bibe xwedan pênaseyeke serdemiyane divê berî her tiştî binecih û binaxeya êlîtiyê hilweşîne.

Bêguman ez daxwaza pêngavên labir û binebir nakim bila bi pêngavên biçûk û sade bête destpêkirin, wek nimûne, danîna nasnav û yan jî paşnavê ji bo xelkê. Mirov bi navê xwe tê nasîn na bi navê bav û bavpîran, ew tîtal û nerêteke êlîtî ye ko divê mirov bi navê bav bavpîrên xwe rake. Hemû welatên cîhanê, dest ji vê nerêtê berdidin heta welatên cîhana sêyem jî. Divê navê êl û gund çi navekî din nebe paşnav û nasnavê kesan, tenê di bareke taybet û kêm de wek binemala Barzanî yan binemala Mam Celal çunku navûdengê wan sînorê Kurdistanê derbaz kiriye û bûye beşek ji dîroka kurdan.

Bê çare ye, divê kurd bête pişaftin, lê pişaftina di nav xerîban de na, êdî tirsa pişaftina kurdan derbaz bûye, eger kurd bi çewsandinê ji nav biçûya divê kurd li Tirkiyê nemabûya. Divê kurd di nav xwe de bihête pişaftin û careke din ev kêrç û tinazên neberpirsane nemînin. Berî çend salan Erebekî urdunî ji min pirsî tu xelkê Hewlêrê, hûn xelkê filan bajarî ji hev hez nakin. Min got tiştekî wiha nîne. Ji min re got çend hevalên min ji wî bajarî bi min re gotin ko kêşeyên mezin di navbera me de hene. Ez bi şermî û têkçûneke mezin hesiyam.

Ezmûna kurdan pêwîstî bi kesên dûrbîn û bernamedar heye, bi pêngavên hûr û lezgîn, pêngavên berdewam bê rawestan. Di serjimêriyeke giştî de, bo nimûne serjimêriya Herêma Kurdistanê, eger di dahatûyê de bihête kirin, danîna nav û paşnav bi ser xelkê de bête sepandin, dezgeheke kurd dikare bi hezaran nasnavan diyar bike ji bo ewên ko nasnava wan nîne û xelk azd be çi navî ji bo xwe hilbijêre. Ev dîmenê êlîtiya civaka kurdî diguhere û dike civakeke nûdem. Ev pêngaveke sade û seretayî ye ji bo pişaftina kurdan di nav xwe de, lê pêngaveke bingehîn û pêwîst e.

-----------------------------------
Nivîskar: BEDRAN EHMED badranhabeeb@yahoo.com
Weşandin: 2011-01-02
Xwendin: 10553
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Kurtiyek ji tarîxa kurdan û Kurdistanê – III (2012-05-20)
Niyeta dîktator Nûrî Malikî xirab e (2012-04-22)
Kurtiyek ji tarîxa kurdan û Kurdistanê – II (2012-02-07)
Kurteyek ji tarîxa kurdan û Kurdistanê – I – (2012-01-07)
Mala zimanê wêran – zimanê yekgirtî 1 (2011-08-26)
Ax ji derdê kurdan (2011-05-30)
Bi minasebeta kuştina Usame Bin Ladin (2011-05-08)
Dîmenên qerfbar yên opozîsyona Kurdistanê (2011-04-14)
Xewna dêrîn û dîrokî ji bo Kerkûkê (2011-03-26)
Guhartin erê – şidet na (2011-03-02)
Kerkûk bo Kurdistanê – VI (2011-02-06)
Kerkûk bo Kurdistanê – IV (2011-01-09)
Bêkesiya zimanê kurdî (2010-12-02)
Wêneyeke Iraqa paşerojê (2010-11-21)
Kerkûk ji bo Kurdistanê – II (2010-11-04)
Kerkûk ji bo Kurdistanê – I (2010-10-24)
Nêçîrvan Barzanî – dewletek bo kurdan û kurdek bo dewletê (2010-09-08)
Rewşenbîrê di hêla berevajî de (2008-07-22)
Partiyên îslamî û şerê ne di dema xwe de (2008-07-14)
Heger bêhnekê rexnekirin be divêt bêhnekê jî teqdîrkirin be (2008-06-13)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org