STENBOL, 13/2 2004 — "Gelek babelîskên zer, li çiyayên qet biharnedîtî" dan... Devbixwînê hov, rêbirê keştiya hêviyê, nebêje qey ez çiyayî me û melevaniyê nizanim, baş bawer be ko vebêjerê Odysseia serhatiyên min digotin û pesnê xwe dida; ez li ber şîp, şelîpeyên xwînê wekî kulîlkek polayî mezin bûme.. Dostê min ê qedîm, agirkujê girsiya agirê dojehî, marmarok, şahidê min e! Ew dizane min keştiya xwe, bi çend firtoneyên deryayên agirîn û xwînê re derbas kiriye, ew dizane li ber wan şîp û şelîpeyên xwînê ez çend melavan bûm... Tu çend xwînxwar û xezebmirov î! Kerba didanên te yên xwînî çav li te tarî kirine. Tu bi wê devxwînî û çavkoriya xwe çend di halekê çepal û edawî de yî.
Çepalê hov, pesn û bihayê delaliya evîndara min nîne! Ji ber xwihdana kefa dest wê, ji kerbên brûskên çavên wê, ji kedera wê ya hezarsalan, ji demsalan tinê demsla xwînê dijîm... Di demsala xwînê de hewa wekî gulbendeyeka şe’rê ye. Bayekê sar diherike, xezêm wekî ko li ber bayê bûbine pêl, li ser hev de digevizin û bi lez erdê ve kaş dibin, xwîn wekî tîrmaran li du xezêman diherike... Tiliyên evîndara min bi nermiyek hevrêşimî li ser têlên arpê digerin... Siwaro ne li vir im / ne li wê me / ezê kulîlka devê rê me... "Gelek hatin û çûn lê ez li vir im."
Çepalo! Bêbextî nexweş e, mêr be li meydanê be. Xwe di tarîkuncan de veneşêre... Teşbîhmirov te xelas nakin, mejiyên bafonî, odeyên supersonîk yên fezayî jî nikarin te bihewînin. Lewra ez xweşmirov im, ne tinê li Toros û antî-toros, li Zagros û Agirî, li her derê me." Xwedê şahid e ko ez ji şer hez nakim. Lê "nobedarê dara guzê me".
Çîroka Romeo û Juliet ji çavnebariya du malbatan bû. Tu were ferdekê ji Memozînê bixwîne, tu dê hingê bizanî "çend dijwar e çîroka min", tu dê bizanî çend qedîm e şerê evîna min...Tu dê bibînî Ehmedê Xanî çend xweşmirov e, li ba wî Bekoyê ewan jî cenetmekan e. Destana gladyatorê kurd Ristemê Zal lorikên xewa min in; ez bi wan lorikan bi xew re diçim. Êşa ko çepal û xayînîtiyê di dilê Zal de vekirî hêj di nava dilê min de dikele, difûre. Trajediya Hamlet, li beramberî ya Ristemê Zal wekî xemrevînekê dimîne; Ristem, bi xeyalê ditîna bavê xwe serkêşiya artêşên cengê kir; lê ew wekî anaforek ya xwînê ket ber himbêza Zal; lewra çîrokên cengaweriyê û trajediya bav û lawan ji gladyatorê kurd Ristemê Zal dest pê dikin; bi dav û dolaban bav bû qatilê lawê xwe, Ristem bi şûrê Zal, wekî anaforek ya xwînê ket ber himbêza Zal, Zalê Samê Nerîman...
Hey çepalmirov, tu hêj ji xwîna xweşmirovan têr nabî, ev destpêka esrê bîst û yekê ye. Drakulayên hemdem têhniyê xwînê bûn, ji bo xatirê sifreya wan, di roja îdpîrozê de, yekê sibata 2004-ê, di keştiya hêviyê de, Salih, kurê Samî, bav û kur li gel sedan can di nava pêlên xwînê de ketin himbêza yêk de...
Samî Ebdulrehman, navê şêrîn, remza rûmetiyê, sefîrê serbilindî û rûmeta neteweya kurd, tu çend xweşmirov î! Te ji dost û dijminan re da nîşandan ko dîplomasî ne karê fêhlebazî, dek û drewan e; rêbazek ya bilindkirina rûmeta gelan e. Bila hezar Kissinger pêşberî te şerm bikin, serê xwe bitewînin; bila rûvî û çepalên Rojhilata-nêvê heya ebed xwe li kunên xwe yên tarî de veşêrin... Bila hemû raportêr û peyamnêrên medyaya dinyayê kurdeleyeka reş danin ser pênûs û kamerayên xwe, her gotineka ji devê te derdiket ji bo wan manşetek bû, flaşek bû...
Hey keştiya hêviyê tu di çend babelîskên xwînî re derbas bûyî; te pênç hezar can "di nava yek deqiqeyê de" dan. Dehaqê hemdem bi navê yezdan û kitêba pîroz canê sed û heştê hezaran bi ayetekê stand..
Bernede, çepalo ji dest xwe berne de, "xezeba te ji nava te ye!" Dê ev keştiya hêviyê bigihî quntara çiyayên biharnedîtî, dê çiya xwe ji nû ve bixemilînin, dê keskesor bikeve ber lingê xurt û qîzan, dê qîz û xurtên keştiya hêvîyê li gor mirada dilê xwe, xwe ser keskesorê re bavêjin, dê Salih zava be, dê sed û heştê hezar rabin govendê û dê pênc hezar stêrkên Helepçeyê bibin roniya şahî û dîlanê û dê sed can şahidê zemawenda wî bin. Dê Şewket Şêxyezdîn bibêje "Her bijî peşmerge, rizgarkarê welatê rojê!" Ji bo bicihanîna bernamayeka ko zarokên dinyayê nemînin di nav pertalan de, bi geşîya stêrkan, bêtirs, bêdilkulî û bêbirçîtî mezin bibin, di nav koma nunerên miletan de, imzeya pêşîyê, li ser navê welatê rojê dê Samî Ebdulrehman bavêje. Dê geliyê Zîlan, bibe kanyonek ya rengan, dê li wî gelî de, ji pazdeh hezar canan senfoniya azadî bê dirust kirin, dê Dersim bibe parkeka navneteweyî ya ji kulîlkên bi xwînê avdayî. Dê welatê rojê, welatê sêkuç, bibe wekî arpekê li ber tiliyên qelemî yên Leyla Qasim. Ew dê ji Şêx Seîdê kal, Seyîd Rizo, Qadî Mihemed, Qasimlo, Samî Ebdulrehman re baweşînên xemgîniyê lê bide..
Bilûra Celadet û Kamiran çend xweş dilorîne! Hey welatê rojê, remza Barzaniyê mezin! Welatê mihrîcanên xwînê!... Qey ne bes e! Hemû serkaniyên te bûne bilbeqên xwînê... |