DIYARBEKIR, 17/9 2005 — Celal Talebanî, wek serokkomarê dewleta demokrat û federal ya Îraqê beşdarî civîna dezgeha Neteweyên Yekbûyî bû. Ev cara yekem bû ko kurdek bi nasnameya kurdî beşdarî civîna Neteweyên Yekbûyî dibe. Dîsa cara yekem e ko di rûniştina Neteweyên Yekbûyî de bi kurdî jî tê axiftin.
Beriya ko Celal Talebanî beşdarî civîna Neteweyên Yekbûyî bibe, bi serokdewletê Emerîkayê re havûdîtin kir. Serokwezîrê dewleta federe ya Kurdistanê Neçîrvan Barzanî û wek kurdekî wezîrê derve yê Iraqê Hişyar Zêbarî jî, di hevûdîtina serokdewletê Emerîkayê de cîh girtin.
Ne hewce ye ko ez diyar jî bikim, her kurdekî her parçeyeke Kurdistanê ji bona vê tabloyê û bi vê beşdariyê gelek kêfxweş û serbilind bû. Lêbelê ev tablo û beşdarî, ji kêfxweşî û serbilindiyê wêdetir xwediyê maneyekê û wateyekê ye: Xwediyê wateyeke huquqî, siyasî, civakî û dîplomatîk e.
Di sewiyeya dinyayê de serok û siyasetvanên kurd hene…
Hem di hevûdîtina serokdewletê Emerîkayê de û hem jî di rûniştina Neteweyên Yekbûyî de sê kurdan wek serokkomar, wek serokwezîr û wek wezîr cî girtin. Ev yeka, diyar dike ko li Kurdistanê jî di sewiyeya dewletên modern û demokrat yên rojava de siyasetvan, îdarekarên dewletê hene.
Helbet beriya vê bûyera dawîyê jî, di gelek qonax û bûyerên navneteweyî û herêmî de jî ev rastiya derketibû holê. Em dizanin ko tirk çiqas ji kurdan re dijmin in, ew jî gelek caran mecbur bûn ko vê rastiyê û navên wan kesên kurd bînin ser zimên. Ji bona kurdan jî tu şik tune ye ko bi taybetî di van çend salên dawî de serok û siyasetvanên kurd rola ko anîn cîh û bi taybetî jî li hemberî siyaset û êrişa deleta tirk rola ko lehistîn, rolekî sewiyebilind bû.
Sewiyeya baş û bilind ya serok û siyasetvanên kurd, gelek aşkere ye ko ji bo pêşeroja me temînateke gelek mezin e. Ev rewş dê bibe sedem ko serok û siyasetvan û îdarekarên dewletê yên zana yên nû jî dê perwerde bibin.
Encama têkoşîna miletê kurd, Îraq wek dewleta demokrat derket pêş dinyayê…
Îraq heta ko Sedam û rejîma Beasê bê rûxandin, ji aliyê Neteweyên Yekbûyî de, wek dewleteke otorîter, totalîter, nîjadperest û mirovkuj dihat nas kirin.
Îraq di vê merhela dawiyê de wek dewleteke demokrat û federal derket pêş dinyayê. Ev ji bona gelên Îraqê bêgengeşî bû serbilindiyek. Di vê qonaxê de nûneriya dewleta demokrat ya federe ya Îraqê, bi dest û nêrînên siyasetvanên kurd pêk hat. Ev yeka ji bona miletê kurd taybetmendiyekê û rêzgirtinekê derdixe holê.
Helbet di vê merhelê de nûneriya dewleta demokrat ya federa ya Îraqê bi destên siyasetvan û serokên kurdan û bi Celal Talebanî karekî tesadûf nîne. Di rûxandina rejîma faşîst ya Beasê û Sedam de rola têkoşîna miletê kurd ya 100 salî heye.
Helwesta miletê kurd û siyasetvan/serokên kurdan bes nebû sedem ko rejîma Beasê ya faşîst bê rûxandin. Miletê kurd piştî salên 1992-an li herêma Kurdsitanê ji bona ko demokrasiyê ava bike, xebat kir, dezgehên demokratîk ava kir. Li Îraqê ceribandineke nû ya demokrasiyê nîşan da. Piştî ko rejîma Beasê encama mûdexeleya Emerîka û hevalbendên Emerîkayê, bi tevayî ji holê rabû, ji bona ko sîstemeke demokrat, federal û parlamentêr li Îraqê ava bibe, serok û siyasetvanên kurd hewil dan. Serok û siyasetvanên kurd di destpêkê de di qanûna bingehî ya muweqet de û pişt re jî di qanûna bingehî ya ko pêşkêşî referandûmê bibe de rolekî girîng û bingehî lehîstin ko sîstema demokrat, federal û parlamentêr li Îraqê ava bibe.
Serok, mebûs û siyasetvanên kurd, rêxistinên sivîl yên kurd nebûna, li Îraqê avabûna dewleteke demokrat, federal û parlamentêr mumkin nedibû. Lewra erebên şîî, deweletake şerîetê dixwastin û terefter nebûn ko miletê kurd û grubên din yên etnikî bibin xwediyê mafên xwe yên miletî û desthilatdarî.
Sîstema federal û federe ducar erê bû…
Komelaya Kurd a Diyarbekirê (KURD-KOMê), piştî ko Celal Talebanî bû serokkomarê Îraqê, li ser wateya vê pirsê panelek pêk anî. Di panelê de, min, ewuqat Sedat Çinar û Fexrî Karakoyunlu, me sê konsept pêşkêşî beşdarên panelê kir. Bi dehan kes jî beşdarî muneqeşeyan bûn. Di vê panelê de em gihîştîn encameke mişterek ko bi serokkomariya Celal Talebanî sîstema demokrat û federal li Îraqê erê bû. Dewleta federe ya Kurdistanê jî, di nav huquqa navneteweyî de ciyê xwe girt. Bi hevûdîtina serokdewletê Emerîkayê û beşdarbûna Neteweyên Yekbûyî ya Celal Talebanî, sîstema federal û federe ducar erê bû. |