STENBOL, 16/9 2005 — Gotina te ji “kêsên fehma re” . Belê paþa, ger tu paþa bî û bi paþatiya xwe bî, divê dema jinek bêçare li ber te rawsetiya û bi zarek û haletek însanî xwest bi zarê xwe li gel te qise bike, divê tu di cih de bi postala xwe pêl stuyê wê bikî. Her wekî ko ew jin bi jinînîya xwe iblîs be, divê tu wesa dûr bikî ji hizura xwe.
Belê paþa, modêla ko te ji bab û kalanên xwe girtî û mentalîte û terbiyeya tu hîn bûyî ev e; modêla ko tu nîþanî nifþên nû jî bidî her ev e. Tu çi bikî? Ma kê riyeka dî ji vê baþtir nîþanî te daye? Lewra kurd dibêjin, “Tu çi têxî karê dê ew bê xarê”
Zilim wiha ye paþayo, bo vê çendê zikê te têr dikin û apolêtan didanin ser milên te. Dibe ko jinek kezeppertî bû, bêmal, bêçare bû. Lê ma çi bike, hêj zimanê zilmê fêr nebûbû. Belê paþa, zimanê zilmê wiha ye, yên ko hevþirîkên zimanê te ne, qet bi wan gotinên te þaþ nebûn, tiþtek bi wan xerîp nehat, ji yarên xwe re þeir xwendin bi zimanê te, bi zimanê te maç kirin zarokên xwe… bi zimanê te dia kirin ko yezdanê mezin gunehên wan bixefirîne; tekmîl amade li ber te rawestiyan...
Fermandarê qolordiya Ezeromê, stran û çêrokên ji serhatiyên ji destên selfên te pir in. Te þan û þerefek(!) ji xelefên xwe re hiþt! Bawer bike ko ew apolêt û artêþa di bin fermandariya te de, têrê nakin ko navê te li ser rêzikekê tenê jî bimîne. Lê paþa, xwedê þahide ko te gotarek “tarîxî” kir. Jineka þermîn hatibû li ber “ezameta” te rewastiya bû û te jî, ji wî zimanê wê yê “hov” fehm nedikir. Lewra te got: “De zû bipengize biqeþe, here tirkî fêr bibe û paþê were”. Tu her bijî paþa, ka kî mêrê îtîrazê ji wan gotinên te re bike!
Hevþirîkên zimanê te, çend bextewarin ko, nikarin gotinekê tenê li ber gotina te re bêjin… Ev gotinên te çirûskên riya medeniyetê nin. Lewra hemî hevþirîkên zimanê te bi vê þiyankariya te serbilind in, xwedê wan serfîraz bike!
Paþayo çi bêjim te! Zimanê zilmê wiha ye; lê tirs û telaþa te gelek e!
Ev e 500 sal e bi qudretek mezin kar tê kirin ko ev ziman ji navê rabe, lê ev çi xezeba xwedê ye ko ev ziman hêj tê dikevê nav bibikên çevên te û wekî terqîniya mirinê zinginiyê ji ber guhên te tîne! Paþayo, tu dê çawa xwe ji vê xezebê xilas bikî? Bi dirêjahiya sedsalan top û debabeyan, serbirînan û þevên qrîstal çare nekir...
“Ev çi felaket e? Erdhêj têrê nake, tsunamî û katrîna jî ji wan deran dûr in. Ax Sedam, dawiya dawî te çareyek ji bo rakirina vê xezebê dîti bû, lê tu zû ketî û te mala me jî bi ya xwe ve xira kir. Ev çerxa tarîxê jî çend xirab e, qet bi paþ ve nazivire.”
Paþayo, “tirsa te ji xezaba nava te ye”. Çerxa kembax paþde nazivire, lê dê stranên evînê çardî bên gotin li ser zarê Mem û Zînê. Ew hîsên evînê yên ko bi postal û paletan perçiqîn dê ji nû ve hilperigin.
Ahên wê xanimdelala rûzelal li te namîne paþayê ji hemî delaliyan bêpar û kirêt. Tu fermandarê artêþan jî bî, dê kesekê te nebe ko ji ber te ve, ji xwe þerm jî bike; bi wan postal û apolêtên xwe ve dê hertim, herî û gemar cihê te be. Lê serê wê xanimdelalê dê rast rawestayî li ber perê asîmanan ve bilind bibe; netirse ew zigîniya li ber guhê te tê, peyama evîn û hêviyeka nû ye. |