HEWLÊR, 4/11 2010 — Ji bo yekalîkirina milmilaneya xwe ligel Bexdayê, kurdên Iraq ji zû ve astengî nexistin li ber yasayê, destûra ko piştî şoreşa 1958ê hatiye danîn nebû weku Iraq welatekî hevbeş e di navbera ereb û kurdan de, wek aşkere ye hevbeş jî yeksanî ye di biryardan û di çinîna berheman de, eger kurd li Iraqê yeksan bûna ligel ereban, ew ê bi serê wan hatî nedibû ko dewleta Iraqê piştî vê dîrokê bi serê wan anî, bêguman berê vê dîrokê jî yasa hebû bi qezenca kurd li Iraqê bû, bo nimûne eger pirs piraniya rêjeya kurd be li wî bajarî de, serjimêriya giştî ya 1957ê çarenûsa Kerkûkê dide bi Kurdistanê.
Piştî derbazbûna zêdetir ji 50 salî bi ser serjimêriya giştî û destûra welêt di sala 1957ê û 1959ê de, diviya ron be ji bo kurdan ko piştbesta wan bi benda 140ê ya destûra nû, yan encama serjimêriya giştî ya dahatî, ji bo yekalîkirina çarenûsa Kerkûkê, hîç tiştekî di meselê de nayê guhertin eger yê beramber "ko serkirdayetiya ereb ya Iraqê ye" bawerî bi binaseya guhertinê nehêna di hevsengî û bîreweriya Iraqê ya nû de, wek ev dibînin hezar û yek belge û dokumênt heye bo çespandina wê yekê ko bawerî nehênaye û deq û tekst wek berê ye.
Aliyê kurdî çi serkirdayetiya siyasî be çi ragihandina Kurdistanê yan rêxistinên sivîl, aliyekî devgirtî ye û gunehbariyê li ser xwe nade alî, hîn bi dehan hezar ji wan erebên ko Sedam bo guhartina mor û demografiya Kerkûkê ji naverast û başûrê anîbûn, li şûna xwe de mane, her çende 7 sal in Sedam û rejîma wî li desthelatê nemane û yasa derketiye bo çûna van erebên koçkirî, her weha hîn bi dehan hezar kurd ko rejîma Sedam ew ji Kerkûkê der kiribûn venageriyane bajarê xwe, ko bi ser de rojane di ragihandinê de guhê me li axaftina hindek ji nûnerên ereb û turkman dibe ko dad û bêdadiyane di guhartin û şêwandina mora bajarî bi destî kurd de ye.
Bêguman jimareyeke baş ji kurdan bêyî çi harîkariyeke hêja û berçav werbigire piştî dehan sal ji awareyî û perîşanî di jiyana xwe ya aborî de vegeriyan cih û şûna xwe li Kerkûkê, gelek jî ji ber nebûna handerekê yan palderekê man û venegeriyan, ewên vegeriyan renge bi jimareyê zaf be lê ji aliyê cureyê lawaz û qels e, tenê hejar û reşûrût vegeriyan, ko evan bi dehan sal li Hewlêr û Silêmanî jiyan û nikarîn rehê aboriya xwe di van bajaran de dakutin heta li dawiyê ji neçariyê vegeriyan warê xwe, hejandineke biçûk ji barûdoxa bajarî re careke din wan aware dike, kurdan gotiye "bayîlê bayek jê re bes e".
Bijare û puxteya bajarê Kerkûkê ko ji burjuwazî û sermayedar, karmendên mezin burokrasî, rewşenbîr û hunermend û rojnamenûs, mamosteyên zanîngehê û dadwer û endazyar, ev hemû hîn li Hewlêrê û Silêmaniyê ne, zêdebarî rêjeyeke mezin li derveyî Kurdistanê ne, ko siyaseta rejîma Sedam ji bajêr ew veder kirin, daxwaza vegera vê bijareyê bo Kerkûkê zaf kêm e, heta ewên ko pileyên bilind jî di van salên dawî de wergirtine, rojane ji Silêmanî û Hewlêrê diçin bo Kerkûkê û bi şevê vedigerin, piştgirî û piştbestina kurd bi piraniyê di bernameya yekalîkirina Kerkûkê bo pişta Kurdistanê û piştguhxistina cureyê, karekî metirsîdar e û encam jî giran e.
Niha navenda şaristaniya bajarê Kerkûkê bi dest kurdan nîne, ne fîrmayên neftê, ne kerta bank û bazirganî û pîşesazî, ne dam û dezgehên mîrî, ne perwerde û xwendin, ne dadgeh û ne hîç kerteke bajarî û serdemiyane, evane hîç bi dest kurdan de nînin û di hindekan de takekî kurdî nîne, meger dam û dezgehên ewlehî û asayiş nebe ko ew jî rola wan bi rewşa û doxa tundûtûjiyê ve girêdayî ye, bi sepanandina ewlehiyê divê ew biçine binke û baregehên xwe, eger nebêjin biçin mal.
Siyaseta kurdî di vegerandina Kerkûkê de siyaseteke nêrane ye lê jîrane nîne, divê em bizanin ko jimareya reşûrût her çendî zaf jî be parsengeke giran nîne di daxistina aliyê terezûyê de, hişmendên kurdên Kerkûkê venegeriyane bajarî, çarenûsa vî bajarî bo kurd zêdetir dibe têkçûn be. Encama vê siyaseta kurdî jî ew e ko di maweya heft salên borî de, kurdan nikaribû dam û dezgeheke şaristanî rêkûpêk bisazin, bo nimûne: dam û dezgehên nexweşxane, fêrkirin, rêxistinên civakî û şaristanî, binkeya geştewerî û bazirganî û nikaribûn tenê yarîgehek bo zarokan li bajarî de vekin, tenê piştbestin bi jimareya zaf ji xelkê bêhêz û bêhîlet ko bi bayekî tên hilkirin, encam ji niha ve diyar e, Kerkûk têk diçe û bi simbêlên nexwendewarî têk diçe.
Venegerandina Kerkûkê bo pişta Kurdistanê çendî dereng bikeve, ew çend jî ligel xwe de pirsa guhartina aborî û civakî ya bajêr û Herêma Kurdistanê hemû jî de sist û sar dibe, û di vê pirsê de jî desthelata li Bexdayê her tenê berpirsiyar nîne ji sedema girtinbera siyaseta serhişkî ko dest jê berneda û mandû nebû, aliyê kurd jî ji asta xwe ve berpirsiyar e ji sedema negirtinebera siyaseta nermane û jîrane. Çi behane li aliyê desthelata kurdî yan bijare û puxteya Kerkûkî heye, ko mal û jiyan û çarenûsê nabine nav bajarê xwe, yên zaf qurbanî dan û di demekê de dawî û çinîna berheman nêzîk bûye? Kî dibêje ew metirsiyên hindek ji nûnerên turkman û ereban ji asta kurd de heye û ji binase de cîwaziya kultûrî nîne di navbera bajarî û nebajariyan de ne cîwaziya neteweyî wek li rojevê de diyar dibe.
Ez bi hestekî zikmakîyane wek iraqiyekî, wiha dibînim ko vegerana puxte û bijareya serdemî ya Kerkûkê bo bajarê xwe, aliyê beramber wate nûnerên turkman û ereban heta radeyeke mezin wan ji kelecana niha sar dike û dihêle ew zêdetir pê bihesin ko pirsa bihevre guncanê û baweriyê bi jiyaneke şaristan bo paşeroja gişt aliyan, û her wiha ji bo kurd, çarenûsa bajarî yekalî dibe ko girêkora 50 salê borî bû û binaseya gişt hemû bela û karesatan bû. [aknews] |