DIYARBEKIR, 9/9 2005 — Di çarê vê mehê de li Enqereyê li otela Sûrmeliyê, bi beşdariya 170-180 rewşenbîr, siyasetvan û hûnermendên kurd, civîneke girîng pêk hat. Ez jî yek ji wan beşdarvanên civînê bûm. Civîn ji aliyê Ebdulmelik Firat, Ûmît Firat, M. Celal Baykara, Eyûp Karakeçîlî, Sînan Çîftyûrek, Altan Tan, Fuad Onen, Sileyman Çevîk û Mehmet Vural ve hat bi dar xistin.
Di destpêkê de ji derveyî Ûmît Firat, Mehmet Vural û Sileyman Çevîk yanî ew kesên ko civîn amade kiribûn axivîn, armanca civînê û bîrûreyên xwe di derbarê daxuyaniyên serokwezîrê Tirkiyeyê de aşkera kirin. Di civînê de Ûmît Firat axiftin nekir û tu sedem jî nîşan neda. Pişt re di rojnameya Milliyetê de li ser navê wî hat diyar kirin ko “ji bona axiftinên hatin kirin, ji armanca civînê derketine derve” axiftin nekiriye. Ev daxuyanî ne rast e. Lewra Ûmît Firat, axiftinvanê duyemîn bû, dema dora axiftinê hate wî, wî got ko “ez axiftinê nakim.” Dema ko Ûmît Firat ev reya diyar kir jî, bes birêz Abdulmelik Firat axiftina xwe kiribû.
Ji derveyî amadekarên civînê bi dorê 25 kesan axiftin kir. Kesên axiftin kirin ev in: Îbrahîm Gûçlû, Dîrokzan Yûksel, Arif Sevînç, Reşît Delî, Zeynelabidin Kizilkaya, S. Bucak, H. Karataş, Fehmi Demir, M. Aladag, Ş. Ayaz, M. C. Baykara, Heyder, Osman Karavîl, H. Nezan, V. Çamlibel, K. Yûksel, Medenî Ayhan, Fehim Işik, Nil Demîrkazik, Bayram Bozyel, A. Okumuş, Ahmet Aras, H. Sana, E. Aras, Yûksel.
Cî û zimanê civînê
Civîn li Enqereyê hat bi dar xistin. Dema ko ev biryara gihêşte Kurdistanê û Diyarbekirê, her kurdperwerê ko ji civînê re eleqe nîşan dida, ev biryara rexne kir. Her kesî daxwaz dikir ko civîn li bajarekî Kurdistanê pêk bê. Vexwendin û zimanê civînê kêmtirin jî kurdî û tirkî be. Ez bi xwe jî di wê rayê de bûm. Lê belê ji bona ko em bîrûrayên xwe bigihîjînin berpirsiyar û dezgehên dewletê, li Enqereyê bi dar xistina civînê û tirkîbûna zimanê civînê min “miweqeten” tolere kir. Min ev baweriya xwe li civînê jî anî ser zimên. Ez hêvîdar im ko careke din, rewşenbîr, siyasetvan û hûnermendên kurd civînên xwe li bajarên Kurdistanê bi dar nexin û zimanê kurdî, di civînan de bikin zimanê fermî.
Armanc/rojeva vekirî
Armanca an jî rojeva civînê ya vekirî, di vexwendina amadekarên civînê de hatibû diyar kirin. Vexwendina, di 22.08.2005-an hatibû amadekirin de armanca civîna ya vekirî wisa hatibû diyar kirin: Pişti daxuyaniya serokwezîr (12.08.2005), li ser kêşeya/pirsa milletê kurd şirove û gengeşî ji nûve xurt bûn. Zêdetir jî ev şirove û gengeşî, ji aliyê kes, siyasetvan û nivîskarên nekurd de tê meşandin. Ji bona vê yekê pêwîst e ko rewşenbîr, siyasetvan û hûnermendên kurd rayên xwe diyar bikin. Ev raya jî, rayeke hevmişterek be. Di çareserkirina pirsa kurd de “çarçeweke fikrî ya hevbeş” pêk bê û xebateke hevbeş bê meşandin.
Armanc/rojeva dizî
Beriya ko civîn bê bi dar xistin, armanceke li derveyî vexwendinê dihat gengeşî û şirove kirin. Dema ko beşdarvan hatin cem hev û axiftinan dest pê kir, ev armanc/rojeva dizî ya civînê derket holê. Armanc/rojeva dizî ya civînê ev bû: Serokwezîr ji bona ko ew bîrûrayên di derbarê pirsa kurd de diyar kiribû, divêt ji wî re piştgiriyeke tevayî û giştî bê nîşan dayin. Heyetek çêbibe, bi serokwezîr û serokê meclîsê re hevûdîtinan bike.
Di civînê de çi bû?
Di civînê de beşdarvanan gorî ko armanc/rojeve pejirandibûn bîrûrayên xwe anîn ser zimên. Ev kesên rojev/armanca vekirî pejirandibûn, ji bona ko rojeva vekirî, rojeva huquqî û meşrû bû, bîrûrayên xwe bi cesaret û bêstandart anîn ser zimên. Ew kesên rojeva bi dizî pejirandibûn du beş bûn. Beşek ji bona ko dilsoz bûn, rayên xwe û pêşniyarên xwe vekirî anîn ser zimên. Ew kesên ko dixwastin du aliyan îdare û memnûn bikin, di navbeynê de diçûn û dihatin. Di encamê de beşa duyem, hem dêr û hem jî mizgeft wenda kir.
Min çi parast?
Min, rojeva/armanca vekirî ya civînê pejirand û parast. Min, ji bona ko çarçewa fikrî û siyasî ya hevbeş, di konsepta “Du milet: miletê kurd û tirk. Du welat: Kurdistan û Turkistan. Yek Dewlet: Dewleta ûnîter ji holê rabe. Dewleta federal li Tirkiyeyê û dewleta federal li Kurdistanê ava bibe. Du al: Alaya kurdan û tirkan hebe” de pêk bê, bîr û rayên xwe pêşkêş kir û ji bona ko xebateke hevbeş jî bê organîzekirin, hewil da.
Di encamê de çi bû?
Bi giranî civîn di çarçewa rojeva vekirî de encam girt. Lê belê ew kesên ko li Tirkiyeyê federasyon diparastin, ji ber ko bi awayekî rojeva dizî pejirandibûn, ray dan du terefan: Terefek ew bû ji ber ko di çarçewa rojeva dizî de biryara hevbeş derneket, li dijî deklarasyona ko amade bibû derketin. Beşekê jî ji bo wan kesên xwediyê rojeva dizî aciz nekin xwestin xala heyatî ya deklarasyonê ya ko dibêje “Gelê kurd jî divêt bi qasî miletên din xwediyê mafan be û xwe bi xwe îdare bike” bête derxistin. Ji ber vê yekê deklarasyoneke hevbeş nehat diyar kirin.
Ji bo xebateke hevbeş biryar hat girtin û “Gruba Xebatê ya Demokrat û Neteweyî ya Kurd” ava bû. Gruba xebatê, di çarçewa bîrûrayên ko di civînê de hatibûn ser zimên daxuyaniyek diyar kir.
Gruba xebatê di vê merhelê de ji ber ko bajarên Kurdistanê wek merkeza xebata xwe nepejirand min tê de cîh negirt. Ez dê di bingeha karkirin û projekirina xebata pratîk de li bajarê Diyarbekirê û li herêma Kurdistanê beşdarî xebatan bibim. |