STENBOL, 6/9 2005 —Hallac-i Mansur got, ‘Enelhaq- [ez yezdan im]’ di cih de girtin û kuþtin.
Li gor lêkolîner û çavdêrên tarîxa însanetiyê, quweta însanî ji bêquwetiya wî têt. Ji ber ko meymon xwedî pirç bû, dikarî xwe li ber sermayê û seqemê ragire, lê yê/a mirov ne. Lewra yê/a mirov, bivê nevê kevilê meymonê jê vekir û li xwe kir. Yanî ger em bawer nekin mirov ji meymonê çêbûye jî, divê em baþ bizanin bi xêra kevilê wê mirovan xwe parastîye û nesl û hebûna xwe berdewam kiriye.
Aqil û hîsên mirovatiyê ji diyaloga li gel hemî serpêhatî û tevna kulturiya hevbeþ ya însanetiyê pêk têt. Divê em qedrê meymonê û wê jingeha meymonê himbêz dike bizanin.
Berevajîkirina bûyer û rûdanan, derewên gewre, fesadî, çavnebarî nahêle ko cewherê parvekirina insanî û hîskirina êþ û azarên ‘yê/a dîtir’ bên ber çavan.
Gava min dît ko Gabriel Garcia Merquez di pirtûka vegotina bîranin xwe de, dibêje, “dema min Faulkner dixwend, min wesa dizanî ko ew nehyeyên ko ew di roman û çîrokên xwe de behs dike, her wekî wan bûn yên ko ez lê jiyayî me.”ez þaþ bûm. Lewra bi salan min jî pirtûkên Faulkner bi wê hîsê xwendi bûn. Gund û nehyeyên herêma Missîssîpî û Kolombiyaya Emrîkaya Latîn, her çend di navbeyana wan de, rîzedewletên li ser þûnwarên Mayayiyan jî hebin û boxeza bi destan çêkirî ya Panamayê jî em nehesibînin, mirov cardî dikare bêje ew û Missîssîpî li ser yek reþezeviyê ne... Lê gelo çi nêzikayiya berbest, newal û nehîlên Kurdistanê li gel nehyeyên Faulknerî hene?
Ev nêzikayî ji wê êþ û kêþûvekêþa Însanî tê. Þer û pevçûnên li ser zeviyan, yên di navbeyna kur bav, bav û birayan de, karên darbirîn û avdêriyê, zorkeriya efendiyên zalim, neçarî û evîna bêderman; çi reþik an jî çi sipî, êþa dilê mirovên belengaz ha li nehyeyên Faulknerî an jî li kontarên Kurdistanê, her tevna eynî drama însanî ye. “Li wir [li piþt wî gir î] deh pazdeh salan di qulubeyeka du ode ya ko bi axê çêkirî de wekî keþeyan bi ruhê tenê ma û xwarin û vexwarina xwe jî wî bi xwe çêdikir; tenê du caran-sêyan hêstirên xwe dabû pêþiya xwe û hati bû nehyeyê. Çarekê jî ji ber ko wîskiya qaçax [qacaxçî] çêkirî bû dabûn mehkemeyê” (William Faulkner)
Tenêtiya wê wekî ya rehîbeyekê bû. Lê her tim kiras û fîstanê li ber spî, wekî belezîzekê bû; bi hîmeteka xwedawendî di nav daristanê de digeriya, bi tenê derdiket serê wan giran û darsitan ji bivirên þivangavanan diparast. Her birîna ko li darekê didît kezeba wê diþewitî û kolmek herî bi birîna darê re dida û þîna wê birînê dikir û dua dixwendin. Qet ne dihat gund û nehyeyê her di odeyeka wî xaniyê banehî yê ji kevr û axê yê birayê xwe de dima, her çend biraziyên wê dixwestin jê re xwarine çêkin û xizmeta wê bikin, lê wê qet qebul ne dikir; her karê xwe wê bi xwe dikir. Li ser her av û kaniyên wan daristanan cihê dua û nimêjên wê hebûn. Pêþiyê ew mir paþê jî daristan jî hemî þewitandin…
Piþtî tofana Katrîna li New Orleans, zilamek reþik yê nêvserî xwe ji kezêbê rondik dibarandin û digot "min destê xwe avêt jina xwe ko ez wê xelas bikim, lê wê destê xwe neda min û got 'tu herdu zarokên me xelas bike'. Dinyaya min xira bû, her tiþt çû!"
Belê her tiþt hêcet û mijar e ji nivîsandinê re.
Lêbelê ger Faulkner an jî Marquez an jî her çi nivîskarekê dî yê cîhanî û kurdanî nebûyan dê min bikariya wan rêzikan binvîsim? Kêlî û vehonandina ji wê tevna gerduniya ko mirovan bi nivîsê pêk aniye, rê li ber me vedike asoyê me fireh dike. Tengkirin an ji firehkirina vê rê û vî asoyî di destê me de ye.
Êþa mecaz peyda bûye/Îro li min dijwar bûye/Hîvî dikim heqîqî ye/Wêran ez im malim xirab (Feqiyê Teyran)
|