KURDISTAN, 18/6 2010 — Îsrail wek pêkhateyeke dagirker ko dijî mafê gelê Filistînê yê çarenûsê ye, ji dema ko hat damezrandin, terora dewletê bikar tîne. Kiryara Îsrailê ya dawî, êrîşa leşkerî dijî keştiyên hevkariyê bû, ko bû sedemê mirina hinek kesan û birîndarbûna hinekî din. Ev kiryara hanê bû cihê şermezarî û nerazîbûna civaka navdewletî, bigre ya medya Îsrailê û tevgerên aştîxwaz û civaka sivîl a Îsrailê.
Lê mixabin, herdem kiryarên Îsrailê bê seza dimînin. Herwiha, tê çaverêkirin ko biryara dawî ya Konseya Ewlekariyê derbarê dirustkirina komîsyoneke lêkolînê ya serbixwe derheqê kiryara Îsrailê ya dawî di orta ava navdewletî de; bigihe heman çarenûsa rapora Goldstone ko tenê ma merkebeke mirî li ser kaxezan!
Derbarê armancên hikûmeta Tirkiyê, aliyê serekî yê aktîf di projê `Karwanê Azadiyê` de, bi riya heyeta bihawarçûnê ya nêzîkî AKPê û rêxistina navdewletî ya `Îxwan Misilmîn` û desttêwerdana wê di karûbarên aliyên din de; bi nerîna me bi van xalan ve girêdayî ye.
Ev demeke AKPê pêgeha Tirkiyeyê ya cografî-siyasî û di heman demê de aloziyên îdareya Obama li Iraq û Efganistanê bikar tîne û xwe ji pirsgirêkên navxwe û bi taybetî Pirsa Kurd vedidize; û hewl dide pirsên ji qebareya xwe mezintir, çareser bike.
Serokê vê partiyê û serokê hikûmeta Tirkiye ko endama NATO ye û yekemîn welatê Misilman e ko Îsrailê nas dike, di wê baweriyê de ye ko dikare hemû pirsgirêkan çareser bike û girêkan vebike û xwe wek mîratgirê Dewleta Osmanî dibîne.
Ev camêr bawer dike ko ew dikare pirsgirêkên ko UN û hêzên mezin ên cîhanê nikarin çareser bikin wek pirsa neteweyên Çînê, pirsgirêka atomî ya Îranê, nakokiya Ereb û Îsrailiyan û qirîza Iraqê, çareser bike! Herwiha, ew wisa bawer dike ko hemû serokên navçê û cîhanê wê jê re çok bidin û wek serokê Sûriyê, li benda fermanên wî bimînin.
Derbarê Pirsa Filistînê û li gor parçebûna ko ji dema derbeya Tevgera Hamas a hovane li Xezayê pêk hat, grubên Îslama Siyasî li navçeyê nemaze bizavên ser bi Îxwan Misilmîn û di nav wan de AKPê; dixwazin bi hemû awayan parçebûna Filistînê kûr bikin û mîrîtiyeke Îslamî li Xezayê, wek yekemîn navçe li cîhanê ko ji aliyê grubeke ser bi Îxwan Misilmîn ve tê birêvebirin, rabigihînin. Ev gruba ko Rêxistina Rizgariya Filistînê `PLO` ya ko cîhan bi giştî wê nas dike û wek nûnerê tenê yê rewa bo gelê Filistînê tê hejmartin, paşguh dixe. Bi vî awayî, pirsa Filistînê dike pirseke olî û wek nakokiyeke di navbera Misilman û Cihûyan de, dide nasîn.
Herwiha, ev grub bi hevkariya herdû rêjîmên Sûriyê û Îranê, astengiyan datînin pêşiya proseya dyalogê di navbera herdû tevgerên Hamas û Fetih de, û insyatîfa Misrî derbarê Xezza de, red dikin. Ji vê wêdetir, Tirkan hewl dan dest deynin ser rola Erebî û desthilata Filistînî ya rewa û xwestin bikevin dewsa rola Misrî ko beşek ji rola netewî ya giştî ya Komkara Dewletên Erebî pêk tîne.
Bê guman, vebûna Tirkî ya nû ser pirsa Filistînê ne tenê bi mijara îdeolojîk ve girêdayî ye, lê herwiha hisabên aborî, qazanc, hilberîn, pîşesazî û bazirganiya ko ji aliyê serbaz û efserên mezin û serkirdên partiya serdest li herdû cîhanên Erebî û Îslamî vet ê kirin, lixwe digre.
Herwiha, peywendiya vê vebûna Tirkan bi hevrikiya ligel Îsrailê liser bidest xistina pêgeha `kurê delalî` yê rojavayê, heye. Ev lîstikeke eşkere ya Tirkiyê ye bi armanca tevlîhevkirina kertan li navçê û ji derbxistina lihevkirina navdewletî derbarê peymana dawî ya berdewamkirina gotûbêjên ne yekser di navbera desthilata Filistînê û Îsrailê de, û bi hevkariya Brazîl, Tirkiyê dixwaze biryarên ajansa wize ya navdewletî derbarê çekên atomî yên Îranê de, hilweşîne.
Hikûmeta rastgir û tundrew a Îsrailê naxwaze aştiyê ligel desthilata Filistînê pêk bîne yan biryarên navdewletî cîbicîh bike. Îsrail derfeta gemiya Tirk bikaranî û Ereb û Filistînî danîn pêş hinek rêyên ko bi piranî ne di berjewendiya pirsa Filistînê û proseya aştiyê de ne.
Tevgera Hamas ne bêrî ye ji danîn û cîbicîkirina pîlanê nemaze ko di vê dawiyê de, Hamas red kir pêşwaziyê li şandeke Fetih û emîndarên giştî yên hêzên Filistînê bike. Bi baweriya hinek çavdêrên Filistînî, ev berdewamkirina gava dûyem a planê ye bi mebesta rakirina dorpêçê liser Xezza û naskirina desthilata Hamas`ê û derbeya wê û cudabûna wê ji Kenarê Rojava. Li gor hinek çavdêrên din jî, hinek aliyên diyarkirî hewl didin bi rêya gurkirina vê pirsê, zext û guşarên navdewletî ser Îranê, kêm bikin.
Pîvana vebûnên Tirkiyê û navçîtiya wê di navbera aliyên nakokiyê de, û îdîayên wê yên cîbicîkirina aştiyê li navçê; tenê bi rêya bicîkirina aştiya navxwe di hundirê Tirkiyê de û çareserkirina Pirsa Kurd bi riya dyaloga demokratîk, herwiha bihêzkirina peywendiyan ligel Herêma Kurdistana Iraqê ya Federe û desttêwernedana di karûbarên wê yên navxwe de nemaze ligel serdana fermî ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Tirkiyê û mikurhatina wê bi tawanên qirkirina Ermen, Kurd û gelên din, tê xuyakirin.
Peyv û bizavên `qelew` û belavkirina tehdîtan li vir û wir ji aliyê rêzdar Erdogan ve û derketina wî di gelek helkeftan di dema dawî de wek mirovekî xwîngerm û tehdîtkar piştî ko rastî faktên jiyana siyasî yên tûj hat û hest bi têkçûnê kir di gelek geran de wek herdû navçîtiyên wî yên Îranî û Sûrî-Îsrailî û ya dawî jî vegera wezîrê hikûmeta wî yê derve ji civîna Konseya Ewlekariyê derbarê rewşên nû de bi dû destên vala, jiber ko wezîrê tenê bû di nav nûnerên herdemî de ko xwe ji xwediyên dozê yên resen angu Ereb û Filistînî, bêtir xwedî didît!
Her çawa be jî, tê hêvîkirin ko pêşveçûnên dawî beşdariyê di pêkanîna dadmendî û rakirina dorpêçê liser tevahiya Filistînê de bikin û bibin alîkar di vejandina yekîtiya niştîmanî û lihevkirinê û aktîfkirina proseya aştî û dyalogê de, bigre heta gihiştina gelê Filistînê bi mafê destnîşankirina çarenûsa xwe. |