KURDISTAN, 26/5 2010 — Jiyana rojane ya herêma Kurdistana Iraqê ko carinan bûyerên diltezîn tê de diqewimin, herwiha pêşketina berçav di warê avakirinê û geşkirina rewşa aborî, saxlemî û çandî de li jêr sîbera ewlekariya civakî û pêşxistina tevgera sivîl li herêmê bi ti hawî dê nebin sedemê paşguhxistina pirsa navendî ya herêma Kurdistanê.
Pirsa serekî di wê yekê de tê xuyakirin ka gelo gelê herêma Kurdistanê bi hemû pêkhate û dezgehên xwe, partiyên desthilatdar û yên opozisyonê û saziyên xwe yên svîl, dikare sîstema federalî û tecrubeya xwe ya demokratîk li Iraqa nû û pirreng, biparêze?
Destkeftên herêma Kurdistanê piştî dehan bextreşî û karesatan, hatin bidestxistin. Pêwîstiya pêvajoya niha ya herêma Kurdistanê bi xwendineke kûr û hûrbîn heye. Divê xalên vê pêvajoyê yên erênî û neyênî, kêmasî, destkeft û erkên wê yên derveyî û navxwe bên zelalkirin.
Li seranserê Iraq û herêma Kurdistanê pirsa parastina ewlekariyê di rêza yekem de tê. Rewşa ewlekariyê ya herêma Kurdistanê aram e, lê herdem li jêr tehdîtên derekî û navxweyî ye, nemaze ko herêm hevsînor e li gel sê dewletên ko dijayetiya kurdan dikin, bi guman berê xwe didin pirsa kurd, xêrê ji herêma Kurdistanê re naxwazin û dijî sîstema federe ya Iraqê radiwestin.
Metirsiya sereke li ser herêma Kurdistanê teror e. Bûyera şehîdkirina xwendekar Serdeşt Osman careke din metirsiyên terorê bibîr anî. Li gelek welatan, bi hinceta nehiştina terorê hinek yasayên awarte tên bikaranîn û azadiyên giştî tên bertengkirin. Li herêma Kurdistanê, şerê terorê tê kirin û ewlekariya welatiyan û aramiya civakê tên parastin bê cîbicîkirina yasayên awarte.
Hevkariya di navbera hikûmet û civaka svîl de karîbû metirsiyên terorê li Herêma Kurdistanê nehêle. Ev yek ji taybetmendiyên erênî yên tecrubeya herêmê ye, herwiha cihê serbilindiyê ye li gor rewşa gelek welatên dûr û nêzîk wek Sûriyê ko ev bêtirî pêncî salane, bi armanca fetisandina opozisyonê û parastina rêjîma zordar, li jêr yasayên awarte dijî.
Erka din a gelê herêmê, berdewamkirina qonaxên asayîkirina rewşa federe, vegerandina navçên cihê nakokiyê li hembêza herêma Kurdistanê, cîbicîkirina bendên destûrê nemaze madeya 140-ê derbarê Kerkûk û navçên din û wênekirina sînorên herêmê bi awayekî yekcarî. Di heman çarçovê de, çareserkirina pirsgirêkên hilawêstî di navbera Hewlêr û Bexda derbarê gaz, petrol û pirsa pêşmerge de.
Erkeke din jî, beşdariya herêmê di pirsên niştîmanî yên Iraqê de ye. Di serî de jî, xwe amadekirina bo qonaxa piştî vekişana hêzên emerîkî, parastina serwerî û serbixweyiya Iraqê ji pîlanên dewletên dewrûberê, berdewamkirina proseya siyasî ya demokratîk û avakirina hikûmeta yekîtiya niştîmanî li Iraqê û herwiha domandina proseya guherînê li navçê ko li Iraqa nû, ji dema rûxandina rêjîma zordest û şovonîst ve, hat destpêkirin.
Sererastkirina mala kurdistanî jî erkekî girîng û mezin e. Gelek qurbanî, bername û planên sîstematîk divên heta ev erk bê cîbicîkirin. Pêwîst e derbasbûna ji lojîka şoreşê berbi lojîka dewletê bi awayekî nermtir bê kirin, bi awayekî wisa ko balansên civakî neyên têkdan. Di warê rêveberiyê de jî, pêwîst e kesên hêja ne li gor girêdanên xwe yên hizbî, lê belê li gor îmkan û jêhatîbûna xwe; li cihên xwe bên danîn.
Bo biserxistina prensîba veguhartina aştiyane ya desthilatê, divê li ser armanca niştîmanî ya Iraqî û Kurdistanî li gel armanca netewî ya kurdî, bê lihevkirin. Herwiha gereke erkên pêvajoya rizgarkirina niştîmanî û erkên praktîzekirina demokrasiyê li hev bên guncandin. Wekî din jî, divê pirsa peywendiya olê bi siyaset û dewletê re li gor bingeha ”Ol bo Xwedê, welat bo hemuyan” bê yekalîkirin. Bi gotineke din, siyasetkirina olê yan Misilmankirina siyasetê divê bê qedexekirin.
Pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi projeyeke netewî-niştîmanî heye, nemaze di vê pêvajoya demkî ya niha de. Serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê heta berî hilweşiyana rêjîma zordest a berê jî, insyatîf kir di formkirin û pêşniyarkirina proje, bername û destûran de.
Xaleke din hevwelatiyên herêma Kurdistanê mijûl dike, derbarê çarenivîsa hizbên ko dema wan derbas bûye û divê bi her hawî be xwe nû bikin û xwe ji nûve ava bikin. Nemaze ko ev hizb tevî dîroka wan a xebatê piştî desthilat bidestxistin bûn sedemekî serekî yê cudahî û nakokiyan, bi taybetî ko çek di destê wan de ye û karê siyasî û çekdarî têkel dikin, lewma dibin tehdît ser aramiya civakê û girêdanên netewî û niştîmanî û destkeftên gelê herêmê, û jiber vê yekê û ji bo parastina berjewendiya niştîmanî û netewî divê ev hizb û grub bên bêçekkirin bi riya derxistina biryarekê ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê. Pêwîst e hikûmet tenê ji ewlekariya hevwelatiyan berpirsiyar be.
Ji aliyekî din ve jî, gereke biryareke din bê standin derbarê qedexekirina peywendiyên hizbî yên taybet ên nehênî û eşkere bê pejirandina hikûmetê li derveyî sînorên herêmê nemaze bi rêjîm, hikûmet û dezgehên dewletên cîran ên ko zordariyê li gelê kurd dikin re.
Herwiha, divê çareserkirina rewşa nû ya qelskirina rola hizban bi awayekî nû bê kirin. Wek mînak, bi riya girêdana kongrekî millî yê giştî û pirreng, ko tevahiya netew û pêkhateyên Kurdistanê tê de beşdar bibin.
Tevgera hizbî li seranserê Kurdistanê di qeyranê de ye. Çareserkirina vê qirîzê jî divê di çarçoveyeke netewî-niştîmanî de û bi piştîvaniya cemawerên berfireh be, bi taybetî piştî têkçûna lihevkirinên hizbî yên ne girîng, ko li gor bingehên berteng û dûrî rêbaza kurdayetiyê hatin kirin yan li gor dabeşkirina postan wek rewşa herêma Kurdistanê ko pêwîstiya wê bi hikûmeteke bihêz heye li jêr çavdêriya parlamento û li gor lojîka dewleta modern û şaristanî.
Ger wiha bibe, wê gelê Kurdistanê êdî nemîne dîlê reaksiyonên hizb û gruban û wê nebe qurbanê wan. Herwiha, wê tecrûbeya herêmê ya dîrokî bê parastin û bihêzkirin.
Derbarê mijara reformên hizbî jî, tecrubeya partiyên kurdî û ezmûna hêzên rizgariya niştîmanî li navçê du xal ji me re îspat kirin: Yekem, piraniya hizban êdî bi kêrî reformê nayên, lê divê ji bingeh de jinûve bên avakirin. Rêxistin, serkirdayetî, bernamên hizrî- siyasî, awa û şêwazên xebatê divê bên nûjenkirin. Duyem û dawî, reform û jinûveavakirin bi destê kesên ko sîmbola nakokiyan di hundirê hizban de bûn û şerê birakujiyê zêde dikirin û terora ramanê û tundûtûjiya fîzîkî pêk tanîn, nayê kirin. |