KURDISTAN, 23/4 2010 — Di hevpeyvînekê de ligel rojnameya "Şarqulewset" di 15ê vê mehê de, Nêçîrvan Barzanî bersiva hinek pirsên li ser rewşa siyasî li Iraq û Herêma Kurdistanê, da. Nêçîrvan Barzanî behsa pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê jî kir û anî ziman ko divê kurd hevpeymaniyê ligel Lîsteya Dewleta Yasa bi serokayetiya Nûrî Malikî û Îtîlafa Niştîmanî ya bi serokayetiya Emar Hekîm dirust bikin.
Barzanî herwiha behsa peywendiyên aborî, çandî û siyasî li gel Tirkiye, Îran û Erebistana Siudiyê jî kir û pêdagirî li ser wê yekê kir ko kabîneya şeşem bi serokayetiya Dr. Berhem Salih, wek kabîneya wî bi xwe ye û bi hemû awayan ew piştîvaniya wê dikin.
Divê bê gotin, piraniya mijarên ko Nêçîrvan Barzanî behsa wan kir hêjayî şopandinê ne û girîng in li ser rewşa Herêma Kurdistanê û paşeroja wê nemaze ko beşekî mezin ji rûniştevanên Iraq û Herêma Kurdistanê çaverêya bihîstina wan dikirin. Lê xala herî girîng di axaftina Nêçîrvan Barzanî de, li gor min, dema behsa hêlên giştî yên projeya xwe ya guherîn û reforman kir. Rewşenbîr, ciwan û qadroyên PDK-ê hêviyên xwe di vî warî de bi cîgirê serokê xwe Nêçîrvan Barzanî ve, girêdidin.
Barzanî di vê hevpeyvînê de, naveroka bernameya xwe ya guherîn û reforman ragihand, lewra ko êdî mijara reform û guherînan di sîstema hizbî ya kurdî de li hemû parçeyên Kurdistanê ketiye rojevê û bûye yek ji girîngtirîn erkên xebatkar, ronakbîr û ciwanên kurd. Jimareke zêde ya projeyan, li bêhtirî meydanekê, li jêr lêkolîn û gotûbêjkirinê ne.
Nêçîrvan Barzanî, ko niha cîgirê serokê PDK-ê ye, behsa xalên serekî yên bernameya xwe ya reform û guherînan dike û bi vî awayî van xalan destnîşan dike: Yekem, daxwaza reform û guherînan di PDK-ê de êdî bûye daxwaza hizbê bi tevahî ji serokê wê bigire, heta tu bigihîje bingehên wê. Berevajî hinek tecrubeyên din li Herêma Kurdistanê, ev mijar ne bi kes, grub yan baskekê ve girêdayî ye.
Dûyem, proseya guherînê ko biryar li ser hatiye girtin û li ser hatiye lihevkirin, wê ne awarte be, erdhejan çê nake û bi rêya derbeyan nayê dirustkirin, lê belê wê bi rêyên rewa bê cîbicîhkirin. Sêyem, bernameya PDK-ê ne li gor serdema niha ye û nikare bibe bersiv ji erkên siyaseta niha re, ji ber wê yekê ko ew di rewşên borî yên cuda de li ser hemû astên herêmî, navxweyî û navdewletî hatiye dariştin; loma divê ev bername bê guhertin. Herwiha, pirsa din a bi proseya guherînê ve girêdayî, hevbend e bi jinûve avakirina bingehên serekî yên hizbê û guherandina awa û şêwazên xebatê da ko li gor şert û mercên qonaxa dahatû biguncin.
Bi gelemperî, projeyên reform û guherînê biser dikevin dema çar şertên serekî tên cîbicîkirin: Bernamya hizrî-siyasî, rêzbendî, serkirdayetî û awayên xebatê. Li Herêma Kurdistanê, li ber ronahiya banga cîgirê serokê PDK-ê Nêçîrvan Barzanî bo reformê, ger hemû aliyên faktorê yekem ên ko bi awayekî zelal û eşkere anîn ziman bên cîbicîkirin, wê rewş û derfet çê bibin bo derketina nifşekî nû ji serkirde û berpirsên jin û mêr ko çanda neteweyî û demokratîk lixwe digrin û bi zimanên biyanî dizanin, herwiha dikarin reftarê li gel internêtê bikin.
Bê guman, ev nifş wê bibe nîşana bidawîhatina qonaxa şoreş û têkoşîna neteweyî û cihgîrbûna serdema aştî, zanîn û avakirina dewlet – federasyonê û hilgirtina erkên hersê desthilatan nemaze hikûmet û parlamento.
Gotara aram û hêmin a Nêçîrvan Barzanî nameyeke bo hemû aliyan ko êdî reform bi çi awayî be wê bên û rê li ber her kesî vekiriye ko beşdariyê tê de bikin. Helbet, wê hinek kes bi taybetî berjewendîperest, zererê bibînin.
Li gel ko rola takekesan pir girîng e, lê peywendiyên civakî, asta civakê û pêşveçûna aborî rola serekî di reform û guherînan de, dilîzin. Barzanî dikare projeya xwe bibe serî, nemaze ko ji aliyê jêderên biryarê, serokê herêmê û serkirdayetiyê ve tê piştîvanîkirin. Nêçîrvan Barzanî di dema borî de tecrubeyeke mezin bidest xist û hinek berpirsiyariyên metirsîdar lixwe girtin wek serokatiya hikûmeta herêmê û bi awayekî balkêş bala xwe da warê internêtê, çanda neteweyî, pirsgirêkên jin û ciwanan, avakirina Kurdistanê û pirsên netew û olên din li Herêma Kurdistanê liberçav girtin.
Di warê aborî de, Nêçîrvan hewl da Kurdistanê bike "Pilingê Mezopotamya", û bi baweriya min ev pêngav hemû dibin alîkar bo serxistina proseya reform û guherînan. Divê, em bandora şikestinên YNK-ê û derketina Bizava Goran jibîr nekin li ser destpêkirina proseya reformkirina PDKê. Her kes dizane ko di salên 1960-ê ji sedsala borî, YNK ji PDK-ê bi xwe cuda bû.
Partî, hizba dayik e ji gelek nav û rêxistinên niha li Herêma Kurdistanê re. Barzaniyê nemir serokê PDK-ê bû û şoreşa Îlonê, serhildanên Gulan û Adarê dadan û bû şahid li ser Şerê Sar di navbera rojhilat û rojava de, û vê hizbê gelek serkeftinên mezin pêk anîn wek bidestxistina mafê otonomiyê (1970) û Federasyonê (1992). Partî hê li ser rêbaza neteweyî ya ko ji aliyê serokê wê û sîmbola wê Barzaniyê Nemir ve di nîveka salên 1940-ê ji sedsala borî hatiye danîn, xebata xwe didomîne.
Li gor min, li gel hinek kêmasî û xeletiyên serkirdayetiya wê di hinek qonaxan de jî, lê PDK-ê nûneratiya şepola nerm di bizava neteweyî ya Kurd de, kir/dike. PDK-ê ko karî texên berfireh ên gelê Kurd di dijwartirîn rewş û tirsnaktirîn qonaxan de li dora xwe kom bikira, hêjayî baldarî, guhdan, pêşvebirin û rêvebirinê ye.
Bi dîtina min, divê ev pêngav bên avêtin da ko PDK-ê bikare di destpêka sedsala nû de xebata xwe bidomîne û erkên xwe cîbicîh bike. Bê guman, PDK-ê ne bi tenê partiyeke, lê herwiha xwendingeha xebat û têkoşînê ye jî, û tecrubeyeke degmen e di dîroka tevgera neteweyî ya Kurdistanê de. Loma, divê berî derbasbûna demê reform û guherîn bên kirin bo bihêzkirina pêgeha PDK-ê.
Sê xal pêkanîna reforman di PDK-ê de pêwîst dikin. Yekem: Pêwîstiyeke Kurdistanî bo parastina yekîtiya rêzên gelê Herêma Kurdistanê û yekîtiya refên tevgera wî ya siyasî, herwiha bihêzkirina rola wî û çespandina tecrubeya Herêma Kurdistanê û pêşketina wê ya aborî û civakî li jêr sîbera sîstema siyasî ya federe. Herwiha, berdewamkirina pêngavên vegerandina navçeyên cihê nakokiyê ber bi hembêza Kurdistanê ve, û çareserkirina pirsgirêkên neteweyên din ên Kurdistanê.
Dûyem, pêwîstiyeke niştîmanî ya Iraqî bo berdewamkirina proseya siyasî ya demokratîk û parastina yekîtî û serweriya Iraqê û rola wê ya aştiyane li navçê û nehiştina terorê û bihêzkirina peywendiyên hevpişkiya rasteqîne di navbera kurd û ereban de.
Sêyem, pêwîstiyeke neteweyî ya kurdî ji ber ko çi guherînek û reformek di PDK-ê de, wê bibe destpêka cîbicîhkirina reforman di tevgera siyasî û hizbî de li parçên din ên Kurdistanê ji ber giraniya pêgeha neteweyî ya bizava siyasî li Kurdistana Iraqê bi giştî û PDK-ê bi taybetî. Ev rastî qîmeta tevgerên parçên din kêm nake, ji ber van tevgeran jî hinek insyatîfên fikrî û siyasî pêşkêş kirine yên ko dibe di warê teorîk de ji hewldanên birayên me yên kurdên Başûr, pêşkeftîtir bin.
Wek mînak, li Rojavayê Kurdistanê, tecrubeya reformîst û radîkal ya konferansa 5-ê tebaxê sala 1965-ê, ko li ser bingehên nû û bi awayekî bibiryar hizb jinûve ava kir. Herwiha, ji çend salan ve jimareke zêde ya projên reformê di nav navendên rewşenbîrî de li ber gengeşê ne, lê herdem di çarçoveya sînorên parçê me de dimînin û bi tenê hinek elîtên sînordar li parçên din wan dişopînin, lê tecrubeyên reformê yên li Kurdistana Iraqê bi awayekî yekser bandorê li hersê parçên din ên Kurdistanê dikin.
Jinûveavakirina PDK-ê pêwîstiyeke neteweyî û niştîmanî ye. |