DIYARBEKIR, 27/8 2005 — Hezar mixabin demeka dûrdirêj e ez dinivîsim ko çand û helwesta sinifa siyasî û rewşenbîrên bakurê Kurdistanê, encama perwerdehiya tirk û îdeolojiya fermî ya dewleta tirk ya ûnîter û kolonyalîst e û xeteriyeke hûndirî pêk aniye. Loma jî çand û helwest û terzên xebat û fikirandina sinifa siyasî û rewşenbîrên kurd, ne kurdî û ne kurdistanî ye. Ev rewşa sinifa siyasî û rewşenbîrên bakurê Kurdistanê, di destpêkê de ji asîmîlasyona miletê kurd re xizmet dikir. Ev pêvajoya nebaş, di van 15-16 salên dawî de xetertir û entegralîsttir bûye; li pêş mafqezençkirina miletê kurd bûye serkaniyeke astengiyê.
Rojnamevan û mensubên telewîzyonên tirkî û biyanî, ji bona ko pirsa miletê kurd, hem li dinyayê, hem li Rojhilata Navîn û hem jî li Tirkiyeyê di xala yekem ya rojevê de bû, wan di havînê de jî navber nedan xebatên xwe, li bakurê Kurdistanê xebatên xwe domandin: Bi dezgehên kurdî û siyastevan û rewşenbîrên kurd re hevûdîtin kirin, bernameyên telewîzyonan çêkirin. Lewra dema ko rojnamevan û mensubên telewîzyonan, li Kurdistanê û bi taybetî jî li metropolan bi wan kesên siyasetvan û rewşenbîr yên kurd re danûstandin kirine, gihêştine wê reyê ko ez zêdetir cudaxwaz im. Lewra siyasetvan û rewşenbîrên kurd, aşkere ye ko li pişt deriyan bîrûreyên diparêzin, bi taybetî li hemberî tirkan û dezgehên wan naparêzin. Loma min pêwîst dît ko ez vê nivîsarê binivîsînim.
Kîjan çand? Çima serkaniya neçareseriyê?
Siyasetvan û rewşenbîrên bakurê Kurdistanê li dibistanên tirkî perewerde bûn. Armanca vê perwerdeyiyê ew bû ko kurd bi tevayî û bi taybetî jî xwendavanên kurd ji kurbûnê dûr bikevin. Ez dikarim bibêjim ko dewleta tirk di vê pirsê de bi giştî jî bi ser ket. Di navîna 1960-î de ev aşê tirkan, paşve zivirî, siyasetvan û bi taybetî jî rewşenbîrên kurd li nasnameya xwe ya neteweyî û li mafê xwe yên mîletbûnê xwedî derketin. Lêbelê çanda tirk ya ji rastiya Tirkiyeyê ya pirnasnameyî ditirsiya, li ser bingeha neheqî, derew, rîyakarî û dûrûtîyê çêbibû, bi taybetî jî ji bona ko ji nasnameyên heyî, bi taybetî jî nasnameya miletê kurd û Kurdistanê qalkirin qedexe bû, rewşenbîrên me jî di nav van rasyonalan/pîvanan de helwesta xwe diyar kirin. Fikrên xwe û babeta xebata xwe di bin bandora vê çandê de çê kirin. Ji eşkerebûnê ditirsiyan.
Piştî salên 1970 û 1974-an di nav sinifa siyasî û gruba rewşenbîr de helwestek derket holê ko kurdbûn û kurdistanîbûna xwe rasterast îfade kir. Encama vê helwestê çanda siyasî û helwesta fikrî û awayê kurdbûn û kurdistanîbûn şikil girt. Di nav civata kurd û Tirkiyeyê de modeleke vekîrî ya kurd ava bû.
Rêjima 12 îlona 1980-yî, tevgera kurdistanî ya rasyonalîst û demokrat û neteweyî (kurdî) tasfiye kir. Bi taybetî jî piştî salên 1990-î dema ko pêvajoya siyaset û rêxistinîbûna kurd ya legal/aşkere dest pê kir, li ser navê taktîkbûnê, çanda siyasi ya kolonyalîst ko rastiyê rasterast diyar nake, hat pejirandin. Gorî bîrûreya min, di vê merhelê de tevgera aşkere ya rêxistinî ya ko girêdayî qedexeyan û ranta siyasî şikilgirtî ye, ji bo tevgera miletê kurd û ji bo kurdbûnê û kurdistanîbûnê, xeteriyeke mezin teşkîl dike. Di vê pêvajoya siyasî de, ji aliye nasnameya kurdbûnê û kurdistanîbûnê ve bêrengbûn, progremên entegralîst, diyarnekirina statûya kurd û kurdistanîbûnê niyet çi dibe bila bibe, dibe sedem ko çanda kolonyalîst di laşê sinifa siyasî û rewşenbîrên kurd de berdewam bike.
Di demên buhurî de ecibandina tirkbûnê di hevalbendiya dewleta tirk û siyaseta kolonyalist de pîvanek bû. Ev pîvana, piştî Turgut Ozal hat guhartin. Heta dikarim bibêjin ko “kategoriya kurdên Ozalî” derket holê. Ev kategorî, bi zanyarî avê şêlû dike. Ji bona ko kurdbûn û kurdistanîbûn ji nav civata kurd rabe hewil dide û bi dewletê re li ser navê kurdan pêwendiyan çêdike. Hezar mixabin ev sinifa siyasî, li metropolan cîhûwar e, xwediyê îmkanên mezin e, li ser siyaseta kurdî jî, bi piştgiriya hêzên taybetî yên dewletê xwediyê desthilatdariyekê ye.
Sinifa siyasî û rewşenbîrên bakurê Kurdistanê, bîrûrayên li pişt deriyan diparêzin, li ber deriyan, li meydanan û li dadgehan û li hemberî tirkan napêrizin. Vê yekê durûtiyeke gelek nexweş çêkiriye.
Nexweşiyeke mezin ya sinifa siyasî û rewşenbîrên kurd ya din jî, gelek reyan û projeyan pêşkêş dikin, lê li pişt wan projeyan nasekinin. Berjewendiya şexsî, grubî û partitiye derdixin pêş. Xwediyê basîretê nînin. Tembel in, cesreta wan ya medenî tune ye. Herkes dixwaze bibe serok, lê gorî vê rolê jî xwe amade nakin. Di dilê wan de Kurdistaneke serbixwe û federe heye, lêbelê ji bona ko bigihîn wê encamê têkoşîn û fedekariyê nadin ber çavên xwe.
Çi pêwist e ko bêt kirin?
Ji bona ko sinifa siyasî ya kurd û rewşenbîrên kurd, ji çanda kolonyalîst xelas û azad bibin; helwesteka kurd û kurdistanî qezenç bikin: 1) Pêwîst e ko bi kurdî biaxifin; bi kurdî bixwînin û binivîsînin. Bi kurdî bifikirin û bi kurdî xebatê bikin. Dezgehên tê de bi vê mentalîteyê bimeşînin. 2) Ji siyaset û nêrînên bêreng xelas bibin, peyv û hevokên çanda kurd û miletê kurd çêdikin û bi taybetî jî peyva neteweya kurd û welatê me Kurdistanê derxin pêş. 3) Kurdistanê di serê xwe de bikin modelek. Ji bona ko vê modelê di laşê xwe de, di malbat, gund, qeza û bajarê xwe de û di eşîret û rêxistina xwe de bike çandek hewil bide. 4) Ji bo miletê dinyayê û miletê tirk çi maf hene û pêwîst in, wan mafan ji bo miletê kurd jî daxwaz bike. 5) Di vê merhelê de dewletbûna miletê kurd di çarçewa dewleteke federal de bifikire û ji bona ko pêk bê xebatê bike. 6) Bîrûreyên li pişt deriyan pêşkêş dike li ber deriyan û bi taybetî jî li ber dezgehên fermî yên tirk bikare biparêze. 7) Li gotinên xwe xwedî derkeve û ji bo pêkanîna proje û rayên xwe xebatê bike. |