STENBOL, 14/2 2003 — Ez di serî de bêjim, tiştên ko ez dê binivîsim we jî dîtine, hon jî pê dizanin an jî we xwendiye. Ger hon li dora xwe jî lê bigerin, gelek rehet, hon dikarin van rastiyan bibînin. Piştî van gotinan we bivê, vê nivîsa min nexwînin jî, ji ber ko carinan bûyer û buyînên (fact) heyî û çêdibin gotin û nivîsandinê betal dikin. Lewra wekî heyv xirabibe, wisa carinan aqilê civatê jî xira dibe. Xirabûna heyvê an jî ya rojê zêde dirêj naajo. Lê xirabûna aqilî?
Miheqeq we pirtûkên Gabriel G. Garcia Marquez xwendine, lewra ez dihesibînim ko kurdek kurdî bixwîne û binivîse, – ne tenê di derbarê vî nivîskarê meşhûrê herkes dizane – têra xwe agahdar e ji dinê; bi ya min bi kurdî xwendin û nivîsandin derînceyek ya entelektuelî û aqil ya bilind e. Pirtûkek ya vî nivîskarî heye bi navê "Başkan Babamizin Sonbahari - Pehîza Babê Me yê Serok". Mijara pirtûkê ew e ko generalekî welatek yekser girtiye bin destê xwe û ji derveyî wî tu însanek dî nîne ko di derbarê paşeroja xwe û welatê xwe de bifikire an jî hewildanekê bike. Lewra ew serok e, ji ber herkesê ve difikire. Kes wekî wî nizane ka di kaînatê de çi dibe. Wî jî netewe wekî mîsketekê xistiye nava destê xwe û ji boyî wî, hebûn û nebûn, ew e ko ew mîsket hertim di nava destê wî de be, an nexwe gelek ehmeqî ye ko mirovek behsa neteweyê bike û wê neteweyê hêjayî wê çendê bibîne ko ji ber mafê wê neteweyê bimire.
Ji bilî "Bavê me yê serok hirde, bavê me yê serok wirde" ti mijareka dî di rojeva wî welatî de nîne. Serok jî ji bo hebûna xwe ya mitleq berdewam bike bi dehan caran xwe dimirîne û lehistikên mirinê ji xwe çêdike û bi vî hawayî hezkirî û nehezkiriyên xwe derdixe halê û qetlîaman dide rast kirin. Bi fermanekê artêşê ji halê radike û bi fermanekê artêşeka dî ava dike. Bi hawayê tiliyê, "tu onbaşî, tu serbaz, tu general" bi vî hawayî, fermandarên xwe yên eskerî dibijêre. Û serok diçe li falên kaxidên îskambîlan an jî yên avê dinêre, di falê de dibîne ko yên dorûbera wî di derbarê wî de, di karûbarên îxanetê de ne. Wan kom dike û ji wan re dibêje: "Bi saye serê min hon bûyîne mirov û payebilind û hon dijîn; ne ez bûma kesê qurîşek jî bi we nedida" û yên xayîntî kirîn serbir dike. Lê esil yên gelek direwan dikin û vî serokê bêşiyan li ser lingan dihêlin, an jî dixapînin zimanhilû, salûsên (dalkavuk) li dûra wî ne. Wekî minak dema Serok "dibêje seat çend e?" Gişt bi hev re dibêjin "Serok çawa ferman bide seat ewçend e. Yanî ger seat 10 be bi vîyana serok tê guhertin dibe sê û seatên wî welatî hemûyên diguherin. Serok herwekî hebûnek îlelebed desthilatdariyê li ser xelkê dike û xelk jî qet nafikire ko serok bi xwîn û can e û xulqiyeteka fanî ye; difikirin ko dinyayê bi wî dest pê kiriye û qet nafikirin ko dinyayeka bê wî hebe.
Bi dirêjî, bi qalkirina vê mijarê ez dixwazim balê bikêşim ser strûktura zihniyetekê; ji ber ko ev zihniyetek e. Ev zihniyet tu dixwazî bila li Emrîkaya Latîn, li Kolombiyayê li ser hikûm be, an jî bila li ser çiyayên Kurdistanê bi navê şerê azadiyê bê meşandin û serokê wê jî li girava Îmralîyê be. Li gor vê zihniyetê; netewe, fikir, hebûn û tunebûn, her tişt bi hebûna serokî ve girêdayî ye. Serok jiyan e, serok rizgarî ye, bêyî serokî jiyan nameşe.
Baş e, di vê derê de çi rê ji aqilî re heye? Gotinek ya pêşiyan ya besît heye, dibêje “her seriyekê aqilek tê de heye”. Lê li gor vê zihniyeta "serok û serokatiyê" tinê yek serî heye û yek "aqil". Lê ji bo civat hemû wesa bifikire ko tinê mirovek heye dikare her tiştî bifikere û qadirê her tiştî ye, divê ew civat ji şiyanên xwe yên aqilî dûr bikeve; an di wê civatê de aqil biqerise an jî xira bibe. Ev jî di rojekê de çênabe, heta niho hemî psîkolog û sosyolog li ser wê çendê hemfikir in ko teror aqilî xira dike, cih ji aqilî re nahêle. Mirov di bin atmosferên terorane de mîstîsîze dibin û metoda aqilî ji halê radibe.
"Zindan heta devî hatîne dagirtin, serê tavêjin.
Bi hezaran cinayetên bikujên wan nediyar hene, qetlîamên bêmerhamet û cesedên parçe-parçekirî hene. Yên ko bi îşkenceyên xedarane ji halê hatîn rakirin hene. Yên ko sermaya çiyayan dixwin li ser berfê lingên wan parçe parçe dibin û bi pêlêkirina mayînan xwe parçe parçe dikin hene.
Ji ber çi?
Îrade heye, îrada min heye."
(Abdullah Ocalan, Gerçegin Dili ve Eylemi, rûper 13)
Kî çi dibêje bila bibêje ev dîmenên terorane ne, tu dixwazî bila bi îradeya Ocalan ev dîmen derketî bin halê an jî bi ya dewleta dagirkera tirk, ev rastî nayê guhertin. Nemaze di van 20 salên borî de, yekser mekanizmayek ya terorane ya wekî ravekirina Ocalan li ser jiyana gelê kurd hate dameziradin. Kî çawa şîrove dike bila bike, Ocalan xwe xwedîyê vê terorê dibîne, lewra van dîmenên terorana wekî rûdanên îradeya xwe rave dike. Mixabin ya rastî jî ew e ko rûdanên îradeya Ocalanî qet wekî rehetî, aramî azadî an jî wekî desketina mafinan li ser jiyana gelê kurd diyar nebûye.
Lê ya herî xirab bi "îradeya Ocalanî" miletê kurd ji aqilê xwe jî bû. Lewra îro partiya wî û yên alîgiriyê jê re dikin wî wekî xwedayê xwe dibînin û bi ti hawayî bi metodên aqilî nafikirin û hewil nadin
Di dema îro de, Kurdistan jî parçeyek ji ya wê Rojhelata-nêvê ko ketiye ber guherînên mezin û ev guherîn dê bi hawayekê mitlaq tesîrên xwe yên pozîtîf an jî yên negatîf li ser gelê kurd bikin. Di cihê ko Ocalan û rêxistina wî ji bo berjewendiyên kurdan hewil bidin û vê çerxa dîrokî wekî fersendeka neteweyî bi kar bînin, hemû mijara rêxistina Ocalanî bûye ew ko ka Ocalan dikuxe an no? Ka serê wî diêşî an no? Ka ziyaretçiyên wî diçin, dibînin an no? Ger tu li medyaya alîgirê Ocalan binêrî tinê li vê dinê de mijarek, bûyerek heye ew jî Ocalan e. Vê zihniyetê karekê dî, gotineka dî ji kurdan re nehêla, hebe nebe serok heye!
Welat û netewe li bîra kesê nayê, hebe nebe Ocalan e! Wekî lehîstikên mirinê yên serokê di romana Marquez de. Îdam, rakirina îdamê û "tecrîtkirina" Ocalan kirine man û nemana gelê kurd. Û li gorî vê lehîstikê gelê kurd ji şerî re an jî, ji aştiyê re amade dikin an jî li gor vê lehîstikê biryarê didin ka gelê kurd rojî û nimêjê xwe bi cih bînin û cejnên xwe pîroz bikin an jî van tuyan pêk neynin. Bawerî û irf û tradîsyonên miletan ji hemî serok û rêxistanan qedîmtir in, hîminin wesan e ko milet li ser van hîman strukturê xwe yê neteweyî berdewan dike. Dîn jî ji bo her miletekê faktorekê esasî ye. Bangawaziya "Tecrît li ser serok heye lewra divê gelê me cejna Qurbanê pîroz neke", gelo zihniyetek çawa ye? Gelo çi ferq di nêvbeyna vê zihniyetê û zihniyeta li gorî fermana serok seatê diguhere de heye?
Wekî tê dîtin, ev rêxistina ko bi ser navê Ocalan seytereyê li ser kurdan dike, hemû hewildanên xwe û yên kurdan bi nefesdayîn û stendina Ocalan ve girêdaye.
Mantiqa Ocalan jî wekî yê serokê di berhema navdar de derbaz dibe ew e ko, dibêje ev rêxistin û ev milet min çekiriye ji bilî min her tiştê dî direw in, kî vê îtraz bike xayîn e. Serok û fermandarên van rêxistinan jî bi tiliya Ocalan tên bijartin. Ocalan ji bo vê seytereya xwe ya mitleq heta niho bi hezaran kesên PKK-yî dane kuştin, yên vê yekê bawer nekin, dikarin biçin Beqae bibînen ka çend xurtên kurd li wir hatîne binax kirin, ji bilî yên li serê çiyayên Kurdistanê dayîn kuştin.
Generalê Marquez îxtiyarek bêtaqet, mirovekê herî bêşiyan û cahêl e. Gelo çi şiyanên, qabiliyetên Ocalanî hene? Şemo Ocalan ji nêzîk ve nas dike, lewra di îfadeyên xwe de, Şemo digot; "Ocalan mirovekê wesa ye: "hon wî nîvseatê birçî bihêlin, tiştê ko ew lê razî nebe tune ye." Yanî ev serokê hindê xwedî "qudret" nikare nîvseatê jî birçî bimîne. Lêbelê bi sedan ciwanên kurd xwe ji ber girtina wî şewitandin, îro jî bi hezaran dayikên kurd ji ber Ocalan li bin piyan tên perçiqandin û dikevin grevên birçîbûnê.
Bi sedan ciwanên kurd ji ber ko li ber alaya tirkan resmê wan neyê girtin canê xwe dan, Ocalan ew ala wekî tişteka miqedes maçî kir danî ser serê xwe. Ocalan gotinek tinê nexweş ji mekanîzmaya terorê ya dewleta tirk re negot, lê wî got qasî ko neyê texmîn kirin, me ewqes kiryarên terorane kirine. Wî ji dayikên leşkerên tirkan izrê xwe xwest, lê li gor wî xurtên kurdan jî, ji ehmeqî hatibûn kuştin. Kurdistan ma kû? Li gor Ocalan ew ne tiştek wesa ye, aqil û ilim qebûl bike ko Kurdistan bê ava kirin, yên li dûv daxwaziyeka wiha bigerin ew destkêşên hêzên biyanî ne; nûjenkirina kemalîzmê ji bo kurdan riya felatê ye. Halbûkî ev sed sal bû dewleta dagirkera tirk ev çîrok ji kurdan re digot. Lê ka îradeya Ocalanî?
Di bin vê perdeya mezinkirina "qudreta" Ocalan de rastiyeka gelekê tehl heye ko kurd koraqil û korfêm bûne û vê rastiyê nabînin; ew rastî jî ew e ko ti qudreta Ocalan tune ye. Her wekî wî bi xwe gotî, ew xizmetkarekê dewleta tirk e. Ji derveyî xizmetkariyê ti qudreteka wî jî nîne. Lê wekî teyr û tiyaran çavê generalê Marquez derxistîn û hê jî xelkê bawer nedikir serok miriye, hê jî gelê kurd jî bawer nake ko Ocalan serokek direwîn e. Lewra aqil xira bûye û dalqawuq bi hezaranan in. |