Xeletbinavkirina bûyeran
bêbextewariyan li dinyayê zêde dike
Albert Camus
STENBOL, 9/2 2003 — Neteweya kurd careka dî li ber îmtihaneka dîrokî ya mezin e, kurd dê an wekî neteweyeka birûmet ji vê îmtihanê derbaz bibin an jî dê girêyên nîrên koletîyê hêj li ser stoyê wan zêde bibe.
Di vê sedsala borî de sê zivirînekên dîrokî, bi hawayekê bingehîn sîstema navneteweyî guhertin. Yek: piştî şerê cîhanê yê yekê, sê împaratorîyên mezin xirabûn û di cihê wan de dewletên li ser bingehên neteweyî hatin ava kirin. Dido: piştî zelzeleya şerê cîhanê yê didoyê hejmara dewletên neteweyî du qatan zêtetir bûn û li ser argumanên neteweyî sîstemeka navneteweyî, di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de hat ava kirin, ko ev sîstem heta niho jî hemî meşrûîyeta xwe ji mafê neteweyî û desthilatdarîya neteweyî digire. Guherîna dî ya sêyê bi dawîlêhatina şerê cemîdî û hilweşandina Yekîtîya Sovyetan çêbû, bi vê guherînê re li Balkanan û Kafkasyayê bi dehan netewedewletên dî tev li sîstema navneteweyî bûn.
Di dema îro de jî, ji aliyekê ve Rojhilata-nêvê ketiye ber pêlên vê guherîna piştî dawîlêhatina şerê cemidî û roxanaYekîtiya Sovyetan û ji aliyê dî ve jî her mirovekê aqilê wî li serî dizane ko sedemê esasî yê ko bêîstîqrarî û hebûna rejîmên dîktatorî li Rojhilata-nêvê (Tirkiye, Îran, Iraq, Sûrîye) parçekirin û dagirkirina Kurdistanê û neteweya kurd e. Ji bilî ko bi hawayekê rasteqîn bicihanîna prensîbên çarenivîsîya neteweyî jî, ti projek dî ko aramîyê bîne vê herêmê nîne. Di vê mijarê de, herkes dibeje dê guherîn li Rojhilata-nêvê çêbin, dê xerîte ji nû ve bê dirîst kirin, lê kes bi raste-rast mafê kurdan yê dewletbûnê naînê ziman. Heta niho jî hem Ewropa hem Emerîka dema mafê kurdan diînin ziman, konsepta ewlekariya Tirkiye jî diêxin serê menûyê de. Ev helwêsta ewropî û emerîkiyan, cesareteka mezin dide dewleta tirk ya dirû û firsetbaz. Lewra bêşerm û zirçovî, dewleta tirk her daxwaziyeka di derbarê mafê kurdan de ji xwe re xeteriyek ya ewlekariyê dibîne.
Ji ber vê çendê ye ko dewleta tirk a dagirker, hemî îmkanên xwe bi kar tîne ko kurd nebin xwedî qudret. Ne di sîyaseta navxweyî û ne jî di ya navneteweyî de ti argumanek yê dewleta tirk nîne ko kurd bibin xwedî maf û qudreteka wan ya sîyasî hebe; hemî hewildan û argumanên tirkan li ser tinekirin û bêtesîrkirina kurdan e.
Bêşik û bêvedan, divê kurd argumanên ewlekariya van dewletên zordarîyê li ser kurdan dikin, bi ti hawayî qebûl nekin, nemaze yên dewleta tirk. Hêzên ko dixwazin aramî bikeve Rojahilata-nêvê jî divê bibînin tu aleqeyek yê doza kurdan û argumanên ewlekariyê yê van dewletên herêmê bi hev ve nîne, tiştê ew ji xwe re wekî faktorên ewlekariyê dibînin berdewamiya dagirkeriya wan ya li ser Kurdistanê ye. Ev jî tiştek dijî însanetiyê û hemî hîmên demokartik yên dinyaya hemdem e. Lewra ji argumanên dagirkeriyê pê ve, bi ti hawayî mafê tirkan, ereb û farisan nîne ko li ser bihostek jî axa Kurdistanê xwedî biryar û peyv bin.
Mirov û dewletên pozbilindiyê bi mafên însanî û demokratîk dikin, divê ji beriya her tiştî têkiliyên xwe yên li gel tirkan di ber çavan re derbaz bikin, da ko bibînin ka çawa dewleta tirk hemû refleksên hebûna xwe li ser tunebûna kurdan avakiriye û bizanin ko parastina mafên mirovan û hîmên demokratîk dijberî wê çendê ye ko têkilî li gel rejîma tirkan bê danîn. Lê wekî Barzanîyê mezin gotî, em baş dizanin ko hêj gelek dewletên ewropî lîtreyek petrol bi beranberê tonek edalet dibînin. Ji ber vê çendê karê herî giring û tarîxî di serî de dimîne li ser milê kurdan bi xwe.
Di vê derbarê de PDK bi hemî dezgeh û sazîyên xwe ve li dijî hewldanên dagirkeriya dewleta tirk li ber xwe dide, di her platformê de hemî nûnêren PDK-ê nerazîbûna xwe ya ko li dijî ketina leşkerên tirkan ya Kurdistanê tînin ziman. Bi riya çapemenîyê jî PDK vê helwesta xwe bêvedan rave dike.
Cara dawiyê piştî civîna Enqerê (6/2 2003) jî serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, da diyar kirin ko ew xetên tirkan yên sor qebûl nakin û li dijî wê çendê ne ko leşkerên tirkan tev li axa Kurdistanê bibin. Her pitşî eynî civînê nûnêrê George W. Bushî yê teybetî Zalmay Xelîlzadeyî ji da diyar kirin ko kêşeya heyî ew e ko leşkerê tirk bi serê xwe nekevin Kurdistanê û dê ev kêşe bi binemirbarîya hêzên mitefîq bê çareser kirin. Her li gor ko çapemeniya tirk ragihandî giftûgoyên mezin li ser wê çendê tên kirin ko, PDK razî bibe ko leşkerên tirkan bikeve Kurdistanê, lê PDK li ber vê yekê nayê.
Ev helwesta PDK-ê helwesteka neteweyî ye û divê ev helwest bi hawayekê stratejîk ji aliyê hemî kurdan ve hêj bi argumantên xurtir bê parastin. Divê tirk û efendiyên tirkan yên Ewropa û her cihê dinê bizanin ko heta mafê kurdan tên binpê kirin dê aramî nekeve vê dinyayê. PDK bi vê helwesta xwe li dijî dewleta dagirker temsîla ruhê berxwedana neteweyî ya her kurdekê neteweperwer dike û divê her kurdekê li ser rûyê dinê ji vê helwestê re piştgiriye bike.
Dijderketina hewildanên dagirkerî yên di derbarê Kurdistana başûr de tên kirin li milekê. Ji têkiliyên cîranî yên erênî pê ve, heta dewleta tirk dagirkeriyê li ser Kurdistana bakur dike, divêt ne PDK û ne jî qet ti hêzek ya kurdan ya neteweyî, ti peymanên dostaniyê jî li gel dewleta tirk nekin. Heta dewleta tirk bi hawayekê bêperwa hebûna kurdan û bi destxistina mafê kurdan ji xwe re xeteriyeka esasî dibîne, çi peymanên ko rêxistineka kurd li gel dewleta tirk bike, dê bi xwe re webalek mezin bîne û dê jiyana dagirkeriyê ya li ser gelê kurd bide dom kirin.
Her niqteyek dî ya esasî ew e ko divêt bi ti hawayî kurd qebûl nekin ko li Kurdistanê dewleta tirk bibe garantorek ya mafê turkmenan, ji ber ko mînaka garantoriya tirkan li Qibrisê li ber çavan e. Her wekî exlaqî, însanî û hiqûqî ji, parastina mafê ti kes û koman li dewleta tirk neketiye, ji ber ko tiştê ew fehm dike, tinê emelên dagirkeriyê ne. Ji ber vê çendê berpirsiyariyek ya dîrokî ya gelekê mezin dikeve ser milê PDK û serok û revebirên PDKê. Ev berpirsiyarî berdewamiya mîrasê Barzaniyê mezin yê nemir e. Ev berpirsiyarî ya xîret û rûmeta neteweya kurd e. Her di vê qonaxa dîrokî de perbersiyariya YNK jî gelekê giring e. Divê PDK-YNK van berbirsiyarîyên xwe bi riya Parlamentoya Kurdistanê bînin cih û divêt ev Parlamento bibe qible û pîrozgeha nirx û destketinên qudretî yên neteweya kurd. Divêt ev Parlamento li hemî cewherên neteweyî xwedî derkeve û ewqes bêcewherî û dexîsiyên "serok" û "serokatiya" PKKê li bakur kirin, dersan jê wergire û di serqonaxa esrê 21-ê de, di nav neteweyên cîhanê de cewherê neteweya kurd payebilind bike.
"Heger yekî biryar dabe ko ji bo kêşeya rewa ya gelê xwe bimre ew ji tehdîdên ti kesê natirse." Ev gotinên rêzdar Mesûd Barzanî divêt bibe pusûlaya siyaseta kurd û Kurdistanê. Divêt kurdên bakur jî xwe ji bin mejîreşkirina şerê terorane yê ji bo berjewendiyên xalanên Ocalan xilas bikin û bibînin îro kelha berxwedanê li Hewlêrê ye. Ya dîtir, çarparkirina Kurdistanê rewşeka reel e lê qet ne rasyonal e. Ya rasyonal ew e ko kurd welat û neteweya xwe, wekî her miletekê xwedî rûmet yekpar bifikirin û ji bo bicîhanîna qudrete xwe ya neteweyî jî li her derê cîhanê rabin ser pêyan û piştgiriyê ji Parlamentoya Kurdistanê re bikin û ev parlamento jî bibe pêngav ji Kurdistaneka yekgirtî re. Ev armanc divê bibe şîarê man û nemana her kurdekê. Argumanên dewleta tirkan û dewletên dî yên ko dagirkeriyê li ser kurdan dikin, yek tinê jî ne însanî û ne medenî ne. Di Rojhilata-nêvê de, ji bo pêşxistina nirxên medenî jî Kurdistanek yekgirtî dê bibe dînamîzmeka mezin.
Rousseau wiha dibêje: "Mirov bibêje mirovekî bêyî ko mifayekê wî hebe xwe bide girêdan, ew ehmeqî û bêaqiliyeka mezin e. Hewldaneka wiha bêrêtî ye û pûç e jî. Ji ber ko kesekê wiha hewl bide aqilê wî ne li serê wî ye. Eynî tiştî mirov ji bo neteweyekê ji bifikire, tê wê mehnê ko mirov neteweyekê yekser dîn dibîne. Dînîtî ti mafan naêxe destê mirovî de."
Lewra divêt neteweya kurd hemî qudreta xwe derbêxe halê û bibîne û bide diyar kirin ko ne neteweyeka bêmejî û bêşiûr e. Wekî dî ji bo rûmet û bextewariya mirovatiyê binpê nebe, heta niho jî ji bilî qudreta neteweyî ti alternatîfeka dî ya serketî ji bo miletan nehatîye demezirandin. Ji bo vê yekê jî divêt neteweya kurd li qudret û xîreta xwe xwedî derbikeve, bedel û biha çi dibe bila ew be.
Divêt Hewlêr, Parlametoya Kurdîstanê bibe kelheya berxwedana neteweyî û heta ebet qet netewe. Divê ev derwazeya dîrokî ya li ber neteweya kurd vebûyî, bi ti hawayî neyê heba kirin. Bila îdeologên tirkan bi metelokên Yusuf Akçurayî û Ziya Gokalpî yên tirkçîtiya navvala xwe hêdî bikin û bêjin xeteka "teorîk" ya neteweyî ya kurdan tune ye. Hemî mîrasê bingehî yên kurdolojiya dewletmend li aliyekê, tinê rê û rêbazên Barzaniyê mezin ji bo kurdan hiştî, têrê dike ko kurd wekî neteweyeka yekgirtî û xwedî rûmet bi her hawayî bi ser bikevin. |