STENBOL, 6/1 2003 — Vê gavê Emerîka wekî "împaratoriyeka alîcenap" bi hawayekê mitleq êxistiye rojeva xwe de ko Sedamî biroxîne, ji bo vê jî roj û seat tên hejmartin. Niho hedefa berteng Sadam e, lê wekî tê zanîn Emerîka stratejiyek kûr û global daniye ber xwe. Ev stratejî aliyê wê yê "menfî" kontrolkirina jêderên stratejik e; wekî neft, gaza tebiî û ticareta navneteweyî û pêşîlêgirtina hêzeka ko bikaribe di pêş de ji Emerikayê re bibe xeter. Aliyê vê stratejiyê yê insanî jî, li gor Emerîkayê tiştekî wiha ye: divê her çi kesê/a heyî, bêyî ko sîxwirên sirrî şev li ser mala wan de bigire bêtirs bijî û li gor bîr û baweriya xwe û kultura xwe keç û kurên xwe mezin bike û bide xwendin û bibin xwedî milk û mal.
Her ev stratejî ji bo neteweyan jî prensîba selfdetermînasyonê esas dibîne lewra Emerîka ji bo armancên xwe vê prensîbê ewqes pêş de dibe ko, dibêje: "Ger Konseya Ewelkariyê an jî Neteweyên Yekbûyî destûrê nede jî Emerîka dê mafê xwe yê selfdetermînasyonê bi kar bîne û pêşber hêzên xeternak bi serê xwe tinê şerî bike."
Helbet, ji vê jî diyar e ko Emerîka hemî rûdanên li ser rûyê dinyayê li gor berjewendiyên xwe şîrove dike. Ti kurd ne di dilsafiyeka wesa de ne bifikirin ko Emerîka ji bo berjewendiyên kurdan şerî dike. Lê heqîqetek heye ko berjewendiyên Emerîkayê û armanca kurdan li hev rast tê. Ger Emerîka eşkere an jî veşartî sêkuça Îskenderun-Trabzon - Behreyn ji xwe re wekî baregehek esasî ya karên xwe yên Kafkasya û Rojhilata-nêvê bibîne, divê bêt zanîn ko ka navê cografyaya dikeve navbeyana vê sêkuçê çî ye. Ev cografya vê gavê jî, ji aliyê beşerî û dîrokî ve, ji derveyî Kurdistanê ne dereka dî ye.
Iraq, Îran, Tirkiye û Sûriye li ser vê cografyayê hem pêşber gelê xwecih (kurdan) siyaseteka terorane dimeşînin hem jî pêşber hevdu siyaseteka qebedayî bi rê ve dibin û bi vî hawayî aştiya navneteweyî û berjewendiyên Emerîkayê û mafê kurdan binpê dikin. Ger Emerîka bi rastî bixwaze împeratoriya xwe ya "alîcenap" xurt bike û pêşiyê ji reqîbên xwe bistînê, divê pêşiyê ev cografyaya di sêkuça stratejîk de bê stabilîze kirin; stabilîzekirina vê cografyayê jî Kurdistaneka her sê aliyên wê digihî deryayê ye.
Bi avakirina Kurdistaneka wiha dê têkiliyên bejîyê yên wan dewletên qebedayî ji hev bên qut kirin, emelên wan yên dagirkeriyê jî dê bên dawî kirin, derfetên wan yên tevdana Kafkasya û Rojhilata-nêvê jî namînin û her dê kêşeya esasî ya vê herêmê ya ko ev bi sedsalan e xwîn jê diherike dê safî bibe û êşa sedsalan dê bê derman kirin. Hingê dê Kurdistan bibe balansek ya stabîlîzekirin û demokratîzekirina Rojhilata-nêvê û hevkareka esasî ya Emrîkayê, ev jî dê meşrûiyeteka mezin bide Emerîkayê û midaxaleya wê.
Ji aliyê civakî û psîkolojîk ve jî di Rojhilata-nêvê de gelê herî ji Emerîkayê hez dike kurd in. Her mirovekê ko aqilê wî li serî be - piştî êş û xwîna hinde salan - dizane, bêyî ko vebir û danasînek hiqûqî ya li derbarê welatê kurdan de kêşeya kurd nayê çareser kirin. Herwiha herkes dizane ko miletek bi sedsalan, axa wî bê par ve kirin û parçe kirin jî, ew milet hertim di hizr û bîra xwe de wî welatî wekî welatê xwe dihesibîne, yekpar difikire û bedel çi dibe bila bibe ti caran ji dest welatê xwe bernade.
Îro jî, ji aliyê demografîk ve hakimên Kurdistanê hemûyê kurd xwebixwe ne. Divê ev rastiya demografîk, cografîk û dîrokî bi şeklek siyasî û hiqûqî yê nanteweyî jî bigre da ko bi rastî Neteweyên Yekbûyî xizmetê ji mirovahiyê re bike.
Miheqeq qesta min ne ew e ko bi ti hawayî kurd, dijmanatiya gelê tirk, ereb û faris bikin û miheqeq wekî serdarê efsanewî Mistafa Barzanî gotî: "Ji bo çareserkirina kêşeyan, şer rêya herî xirab e." Her ti caran kurdan şer nexwestiye û bûne qurbanên şeran. Netewe û dewletên dargirkeriyê li ser kurdan dikin, her wekî kenê xwe li aqilê kurdan bikin hemî sazî û plan û programên xwe li gor neteweya xwe çêdikin û ji kurdan re ji dibêjin ti mafê we yê neteweyî nîne û bi siyasetên xwînrêjî seytereyê li ser kurdan dikin. Nemaze dewleta tirk hebûna xwe ya "ebedî" di şerê 'îlelebed' yê li dijî kurdan de dibîne.
Dewleta tirk li milekî "rondikên tîmsahan" dibarîne û ji bo piştgiriya qatilê mirovahiyê Sedam Hisênî, helwesteka “aştîxwaz” dide diyar kirin û li aliyê dî hemî hêza xwe ya cengê li ser hev kom dike ko da pêşber kurdan şerekê komkujî dest pê bike û dixwaze bereyekê berfireh yê cengê pêşber kurdan pêk bîne.
Lewra divê ne bi hawayê aştiyê û ne bi şerî, qet kurd qebûl nekin ko dewleta tirk wekî aliyekê terefdar tevlî biryar û hewildanên li ser çarenûsa gelê kurd tên kirin bibe. Her divê di serî de kurd li Tirkiyê û li hemû cihên dinyayê, pêşberî dewleta tirk dengê xwe bilind bikin û di serî de, Neteweyên Yekbûyî jî qet qebûl neke ko dewleta tirk bi hêceta Mûsil û Kerkûkê an jî ya tirkmenan bi hawayekê li dijî hiqûqa navneteweyî destê xwe bêxe nav karên kurdan re an jî bi qedera kurdan bilehîze.
Divêt Neteweyên Yekbûyî bi hawayekê adîlane li pirensîbên xwe xwedî derbikeve û bizane kêşeya kurd kêşeyeka siyasî ye û çareserkirina wê di Kurdistanê de bicihkirina prensîbên selfdetermînasoyonê ye. Divêt dîplomasiya Hikûmeta Kurdistanê jî pêşber dewleta tirk xurt be û qet netewe. Ne ji aliyê hiqûqî û ne ji aliyê siyasî û însanî ve, ti mafên dewleta tirk nîne midaxaleyê Kurdistana başûr bike, tam berevajiyê vê divê Hikûmeta Kurdistanê di hemî platformên dîplomasî û navneteweyî de mafê gelê Kurdistana bakur bîne ziman û xwedîtiyê li doza meşrû ya neteweya kurd bike.
Sedam qatilê Helepçeyê ye, dijminê însanetiyê ye. "Pitirînê gelê Iraqê îro amade ye ko bedelê roxandina Sedamî bidin. Selteneta Sedamî ev 34 sal e berdewam dike. Sedemê berdewamkirina vê seltenetê îmhakirin û tinekirina mixalefetê ye. Wî neh salan bi welatekê cîran re şer kir. Bi darê zorê dest bi erebkirina kurdan kir, kurdan pêşberî vê siyaseta wî serî hilda, wî 15 salan bi kurdan re jî şer kir. Ger em seqet û birîndaran nehêjmêrin bi siyaseta wî milyonek însan hatin qetil kirin." (Helkewt Hekîm, rojnameya Radikalê, 21/10 2002 - gotar ji Liberationê wergerandiye)
Vêca yên ko bi dijberiya Emerîkayê hevalbendiya Sedamî dikin bila baş bizanin ko helwêsta wan ne helwêsteka exlaqî ye, ji serî heya binî helwêsteka siyasî ye û ev helwêsta siyasî jî di berjewendiyên dewletên despot û dîktatoryen yên herêmê de ye.
Astengeka dî ya kurdan ya navxweyî heye ew jî apocîtî ye. Ger ji destê dewleta tirk bêt ji boyî berjewendiyên kurdan yên esasî têk bibe, dê bi her hawayî Ocalan û rêxistina wî bi kar bîne. Di vê mijarê de jî, divêt hemû dorûberên kurd hişyar bin û bizanin Ocalan figûranekê lehîstika dijminên kurdan e. Lê wekî min di nivîsek ya xwe ya dî de jî destnîşan kirî ez car dî jî dibêjim ko apocîtî parçeyek ya siyaseta kemalîst e. Bi têkçûna konsepta kemalîst re dê ti fonksiyonek ya apocîtiyê jî nemîne. Konsepta kemalîst ketiye ber têkçûnê.
Derfeteka dîrokî li ber kurdan e, bikaranîna vê derfetê bi vîzyona kurdan ya neteweyî ve girêdayî ye. Çerxa dinyaya demokratîk jî, ji bo kurdan pişt û paleka mezin e. Emerîka heta 50 salan xwe bêreqîb dibîne. Dewletên ko Emerîka ji xwe re kirine hedef di eynî wextî de ji kurdan re jî hedef in. Û her projeya Emerîkayê "alîcenaptir" e ji ya van rejîmên dîktator û despotên Rojhilata-navê. Rojnamevanekê ereb û nîvtirk (jina wî tirk e) di televîzyoneka tirkan de bi hawayekê eşkereyî digot: "Îro li bakurê Iraqê Emerîka û Ingîltereyê, kurd kirine bela serê me. An nexwe niho Sedam îşê wan qedandibû. Bi hawayê kîmyabarankirinê jî bûya, niho qedandibû."
Belê zihniyeta despotîk û dîktatoryen ji bo kurdan tiştek dî xêr nabîne ji xeynî tinekirinê. Lê ev zihniyet bivê-nevê xwe li ber çerxa dinyaya demokratîk nagire. |