SWÊD, 1/8 2009 — Hela hela, him jî çend caran li ser hev, hela hela!
Dem, tam dema sergovendîyê ye!
Cizîrîyan govend bi hêla rastê de digerand.
Mîrên hekarîyan biryar dan ko ji hêla çepê de govenda xwe bigerînin!
Tirkan taqrîben du sed sal berê biryar dan, ko mîrektîyên kurdan, yên otonom, nehêlin.
Kurdan jî hingê biryar da, ko li dijî osmanîyan serî hildin, qet nebe mîrektîyên xwe biparêzin.
Tirkan sed sal berê, gotin me dewleteke milî divê, divê kurd û yên wekî wan bêne asîmîle kirin.
Kurdan jî pê da erdê û gotin em kurd in, em ê kurd bimînin û me dil nîne em bibin tirk.
Şerê kurdan û desthilatdarîya osmanî û komara tirkan ya piştî osmanîyan, ev du sed sal e welê didome.
Ne tirk bi ya xwe de bi ser ketin, ne jî kurd karîn -heta îro- ji wan rizgar bibin.
Dem û dewran hatin û çûn, çerxa gerendina dunyayê, dest û destik guhertin û pêlên guherînê hatin ber derîyê me jî.
Ma gava sezarên hikimdar bêjin divê cok bêne kolan, divê ava reş ya zimzimê bi xêr û bereketa xwe bigihîje qesr û eywanên ewropayê, êdî nevîyên osmanîyan û zarokên ber dîwaran karin bêjin na!?
Tirkan, ferman wek ko pêdivî ye, wisa fam kirin.
Zarokên ber dîwaran jî pê nadin erdê.
Erê erê, bêguman sezar dixwazin li herêmê teşxele nemîne da ko xanîyên wan germ bin û erebeyên wan sar nemînin.
Wek tête gotin, vê carê mimkin e, petrol û xaza kurdan bibe rêvekerê -qet nebe beşek- azadîya wan!
Heke sezar vê carê bi biryarên xwe re, yar bin, dê çareserîyek ji ”teşxeleya” kurdan û tirkan re peyde bikin. Hêvî heye, ne wisa?
Dimîne ka dê tirk çi qasî ji ya xwe dakevin û dev ji tirkkirina kurdan berdin.
Herçî kurd in, çi bi dest bixin kar e, lê ji hêz û taqeta hewce hîn dûr û di tevgerên xwe de ne bi fesal in.
Xem nake, govend çu carî sar nebû û nabe!
Ji xwe ne xerîb e, hima kurd dengê def û zirneyê nebihîzin, ji helperke û govendê re timî amade ne!
Dimîne ka kî sergovendîyê dikişîne û di govendê de meqam çi ne û govendgirên kurdan dê karibin govendê bi kurdî bigerînin an na!
Reperatuar:
Hicazî kurdî!
Ela turkî!
Ela frengî!
Û tevî rock û popa ewropî û emerîkî, meqameke din!
Meqama kurdan: Ji hêla kurdayetî û kurdewarîyê de lawaz e!
Meqama tirkan: Dixwazin kurd bibin bilûrvanê orkestraya miletê tirk!
Herçî meqamên ela frengî ne: Pragmatîst û guhêrbar in, dê li deng û rengên meqamên kurd û tirkan binerin.
Şivan û gavanên kurdan bi salan gotin, wele govend ranabe, bîle govend ranabe…
Va govend rabûye, lê ka dê govendgir li ber kîjan meqamê govendê bigerînin û dê kî sergovendî bikişîne, ew ne dîyar e!
Kî zane, dibe ko govendgir carekê wek cizîrîyan ber bi rastê, carek jî mina hekarîyan ber bi çepê gav bavêjin!
Werhasil çawa be jî dê govendekî balkêş be.
Bi hêvîya ko reng û dengê kurdan li govendê xweş û bilind be!
Gelo, dê kurd li mefûma miletê tirk, bibin pîneyek, an dê doza miletekî bikin û wek miletekî tevbigerin?
Pirs ev e! |