KURDISTAN, 25/6 2009 — Bi şefafiyetek kesnedîtî hikûmeta herêma Kurdistana Îraqê di yekê vê mehê de, derbarê yek ji pirsgirêkên here giring û domdirêj di nêvbera Bexda û Hewlêrê de ji dema hilweşandina dîktatoriyetê ve helwêsta xwe aşkera kir. Ev jî di riya avêtina gavên pratîk di warê prosesa eksportkirina petrola Kurdistanê ji deverên Teqteq û Tawkê li Hewlêr û Duhokê bo cara yekê di riya xeta Ceyhanê ya ko petrola Kerkûkê vedinihêre da ko dahatiyên petrolê bikeve xezîneya dewleta Îraqê de. Bi vê gavê hikûmeta herêmê sînor danî ji cedela bêhûde re a ko ji aliyê hin navendên şovînist û kîndar di hikûmeta Îraqê de dihat geşkirin bi taybet wezareta petrola Îraqê û wezîrê wê ê binkeftî yê ko dibe li pêşiya parlementoya Îraqê bête lêpirsîn û dadgehkirin.
Wek ko rêzdar serokê hikûmeta herêmê aşkera kir, wezîrê petrola Îraqê “di her boneyekê de digot ko herêma kurdistanê nikane bi tenê yek bermîlê ji petrola herêmê bişîne derve, her wisa em bi destdanîna ser petrolê gunehbar dikirin, ji ber ko em dixwazin ji Îraqê cida bibin û niyaz û armancên xwenî taybet binecih bikin; me xwest em nameyek zelal rêkin bo gelê xwe ê Îraqê, Şehristanî bo me giring nîne, bi naveroka ko em di herêmê de amade ne ko petrolê eksportî derve bikin; û ev petrol û li gora destûrê malê gelê Îraqê bi xwe ye, çi li Bexdayê an li Hewlêrê an li Besrayê an li Rumadiyê, ji ber vê çendê dê dahatiyên petrola Herêma Kurdistanê biçe nêv xezîneya hikûmeta federe, nameya me siyasî bû, nameya dilniya kirina gelê Iraqê ye”.
Ji xwe rêzdar Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe a di boneya destpêkirina eksport kirina petrola Kurdistanê de, bal kişandi bû ser veguhertina petrolê ji bextreşiyekê bo xêr û bêrekê di serdema nuh de û alavek bo xêrê û seqamgîriyê û bihêz kirina prosesa siyasî di Iraqa piştî dîktatoriyete de, û parastina tecrubeya demokratîk ya Herêma Kurdistanê û pirek bo têkiliyên Herêmê yên aştiyane bi derdorê re.
Tiştê giring ewe ko hikûmeta herêma Kurdistanê a hilbijartî karibûye çarenivîsa xêrûbêrên kurdistanê wekî petrol û gaz û berhem û av û yên sererd û binered destnîşan bike, bi vîneke azad û li gorî bendên destûrê û bi zelalî û aşkerayî. Daxuyaniyên navendên şovînist di nêv hikûmeta Bexdayê yan li derveyî wê ji alîgirên slogana “petrola ereban bo erebane”, û hêzên dijî Îraqa nû û prosesa siyasî û federalîzmê û dostaniya kurd û ereban kurdan ne giring in, ne jî reaksiyon û helwêstên wan tiştekî diguherin di rêveçûna rastiyan yan rawestandina rojeva dîrokê.
Bakgraundên bûyera dawî
Normal e ko çi kesê ko prosesa siyasî li herêma kurdistana Îraqê dişopîne, di çaxa qewimîna çi bûyerekê di bin siha qonaxa nihoyî a netebitî ko Îraq bi giştî têde derbas dibe de, bala xwe bide daxuyanî û helwêstên serkirdên herêma federe di hemî karûbarên kurdistanê û Îraqê û derve de, nemaze ko serokê hikûmeta herêmê, xortê jêhatî ko ji aliyê herdu partiyên sereke-yên hevbend di hikûmeta Îraq a federe û rêvebirina kurdistanê de- li serê têt lihevkirin; bi taybetî di hin rewşên kurdistanî ên nazik û hestyar de ko dê hilbijartinên perlemanî û serokatiyê ji niho û du mehên din lidar bikevin, û di bin siya bizaveke siyasî ko heye bibe sedemê derketina hin aliyên opozisyonê.
Eve jî tecrubeyek nuh e eger pêk were di prosesa siyasî de, dikane hin tevgerê çê bike û aramiya ko hatiye çespandin di encama peymana stratejîk di nêv bera herdu partiyên sereke de, tev bide.
Fakterê din ko dihêle baldarî bi herêmê zêdetir bibe; berdewamiya qonaxa intîqalî ye di seran serî Îraqê de; û tiştê ko heye di rojên bêt de diyar bibe ji avakirina rêzbendî û hevbendiyên siyasî yên nuh berbi erkên perlemanî û serokatiyê ve piştî dora nîv salekê, û temam kirina gavên avakirina sîstêma siyasî û dewleta Îraqa federeya nuh, û çespandina sazî û dezgehên demokratîk û binecih kirina stûbariyên niştimanî ên bingehînî, di nav de çareser kirina kirîza heyî di nav bera Bexda û Hewlêrê de di der barê hin pirsgirêkên hilawêstî di riya binecih kirina bendên destûrê nemaze benda 140-ê ya taybet bi Kerkûkê û deverên din yên veqetandî ji axa Kurdistanê ji ber hin sedemên netewî û nijadî.
Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinên xwenî bi medyayê re vê dawiyê bi zelalî û aşkerayî; beriya ko gava xwe a dîrokî û stratejîk a taybet bi petrola Kurdistanê biavêje, hin prensîbên siyaseta kurdî û asoyên wê yên pêşerojê destnîşan kir, di riya tekez kirina van xalên hanê:
Yekem: Ne tenê di warê çespandina lihevkirina neteweyî, û qulaptina rûpela şerî û hevkujiyê û nakokiyên partîtî–îdeolojîk di nêv bera kurdên Îraqê de ko pitirî çel salan dom kirin, lê her wisa berdewam kirina prosesa vegerandina hevgihîştinê di nêv bera navçe û bajar û xelkê de, û yekkirina îdareyên ko dabeşkirî bûn, û rêkxistina prosesa normalîzekirinê li ser astên mirovahî û aborî û çandî ên ko demeke ne ya kin dabeşkirî man û bûne metirsî li ser yekîtiya strektûra civaka kurdistanê, eve jî di riya derbas kirina astengiyên derûnî û hewesên navçeyî û zaravan li berjewendiya zimanê neteweyî ê yekgirtî ko bi alîkariya hemî zaravên xwe têt zengînkirin û dewlemendkirinê.
Di gel geşkirina gotara çandî a kurdî ya yekgirtî bi rûçikê xwenî demokratîk û bi naveroka xwe ya humanist a ko aspêkta wê a rizgarîxwez û vekirî li ser şaristaniyên cînar û cîhanî dide xuya kirin, û paytexta herêmiya federe a yekgirtî û subjektîvekirina referansên ko nayên dabeş kirin di pêvajoya avakirina bingehên qewareyê yên cîbicîkirin û dadwerî û yasadanînê û navendkirina wan di çarçoveya jêderekê tenê ya biryarê li gorî destûr û yasayê.
Di vî warî de, tenê zerer û ziyan têde heye ko herdû partiyên sereke PDK û YNK desttêwerdanê di karûbarên hikûmetê de bikin, ne ko ji ber ev yeka li dijî qanunê ye û dikare gendeliya îdarî pirtir bike, lê ji ber ko desttêwerdan eger hat û bû, dê li berjewendiya hin kesan bêt di dewsa ko di berjewendiya giştî de bêt.
Li vira têt dîtin, ko mebesta me ne rêxistinên civaka sivîl e, evên ko mafê wan heye ko rexne û pirsiyaran bikin, lê belê partiyên beşdar di desthelatê de, yên ko hin kes wan di rewşên wisa de, ji dervey tevna civaka sivîl, dihejmêrin.
Duyem: Dupatkirina pêbendiya hemî aliyan nemaze herdu partiyên sereke bi veguherîna desthelatdariyê bi şêweyekî aştiyane, û li gorî sandoqên dengdanê, û destnîşan kirina erkên bingehînî ji çi kesê ko hikûmetê birêve dibe re, ko bi girseyî eve ne: binecih kirina qanunê û serweriya dadweriyê û çaksaziya îdarî û binecih kirina madeya 140-ê ji destûrê ya taybet bi Kerkûkê û navçên din, û çareser kirina kirîza heyî di nêv bera Bexda û Hewlêrê de di riya diyalogê û li gorî bend û madeyên destûrê.
Sêyem: Vejandina têkiliyên kurdistanê ên erebî li ser asta dewlet û hikûmetên ko têbîniyên wan yên bê bingeh li dijî herêmê kêmtir bûne, tevî tevgerên siyasî û bizava viberanîna aborî. Ev yeka hate sertac kirin bi seredana serokê Filistînê Mehmûd Ebbas a resmî bo Hewlêrê û ilankirina vekirina yekemîn qonsolosxaneya erebî li Kurdistanê û tekezkirina têkiliyên di nêv bera kurd û ereban de.Ev têkiliyên ko herdem baş bûn û dê baş bimînin, loma ereb wekî gel herdem piştovan û alîgirê doza me bûye; gelê ereb li dijî sitema ko li kurdan dihate kirin derdiket. Wekî nimûneyek dîrokî li ser kûrahiya van têkiliyan, dema general Mistefa Barzanî ji Moskowayê vegeriya Îraqê di dawiya salên pêncî ji çerxê borî, bi deh hezaran akinciyên erebên Besrayê derketin pêşwaziya wî, heta niho jî xelkên Besrayê behsa vê bûyera dîrokî dikine, her weha êlên ereb ên Îraqê û oldarên wan herdem piştovanên doza gelê kurd bûyîne.
Çaremîn: Destnîşankirina tiştê ko ji aliyê hin hêz û navendên şovînist li dewletên derdorê derdikeve di nav de kampaniyayên medyayê ko gumanê diêxin tecrubeya herêma kurdistanê û pirsa gendeliyê mezin dikin û behsa têkiliyên gumanbar bi dijminên gelê ereb re dikin.Ev kampaniyayên hanê bi pilaneke darêştî û sîstemkirî ji aliyê biryardaneran û alavên wan yên nehênî ve tên kirin, bi armanca qelskirina baweriya kurdên parçên din yên kurdistanê bi tecrubeya herêmê û sûdemendiya wê ya niştimanî û neteweyî û demokratîk, anku geşkirina tevlîheviyan û hestên bêhîvîkirinê li bal tevgera kurd li wan welatan.
Pêncemîn: Serkeftina hikûmeta herêmê bi siyasetên wê yên aqilmend û aram di sererastkirina têkiliyan bi Tirkiyeyê re, û dubar kirina tevgera aborî di nêv bera herdu aliyan de heta ko gihaşte astên xwenî here bilind. Siyaseta dewleta tirk di navber salekê de bi temamî guherî hindava herêmê. Tirkiyeyê bi yekcarê re herêm û gelê wê û hikûmeta wê nas nedikir, û gefên şerî li wan dixwarin û tehdîta serweriya xaka kurdistanê dikir, lê niho bûye hevpişkê aborî û gelek warên din bi herêma kurdistanê re.
Tevî tiştê ko vê dawiyê hat gotin û belavkirin li dijî tecrubeya herêma kurdistanê, lê belê bûyera dîrokî a dawî, sînorek danî ji hemî galegalan re û dikane tevahiya iraqiyan nemaze ên dudil bi hemî pêkhateyên wan bi rastiya tecrubeya herêma kurdistanê a demokratîk dilniya bike , û bihêle ew feydê jê bibînin di warê berdewam kirina prosesa siyasî li Îraqê, da ko çareseriya federe a iraqî ji pirsgirêka kurdî re bibe serkeftina mala her iraqiyekê, bi taybetî ji pêkhateya ereb re, û bibe nimûneyek ji dewletên derdorê re nemaze ko girêdayî bêt bi çareseriya niştîmaniya demokratîk û nehîştina dîktatorî û dêspotîzmê wek ko li Îraqê hate pê.
Têt hêvî kirin jî ko bûyera dawî bibe motîvek ji bona jinûve lênihêrînê ji aliyê hin elîtên erebî ên çandî û siyasî di xwendinên wan ên berê ên nêgatîv der barê herêma kurdistana Îraqê û pirsgirêka kurdî li navçê bi giştî û danûsitendin kirina pê re wekî yek ji nîşanên xewna kurdî a neteweyî a rewa di warê çavdana nasnameya kesînî û mafên destnîşan kirina çarenivîsê di destpêka sedsala bîstûyekan de. |