Ferqa edebîyat û wesîqeyên tarîxî û zanistî
STOCKHOLM, 23/6 2009 — Dixwazim di vê nivîsarê de, bi gotinên hin nivîskarên xwedî tecrûbe û fikir balê bikişînim ser hin mijar û şaxên edebîyatê. Ez ê hew di navê re bi çend rêz û hevokan ji bo pevgirêdana nivîsarê tiştinan lê zêde bikim.
Di warê avahî û forma romanê de Dianne Doubtfire bi awayekî sade û fambar meseleyê vedêbêje:
“Mirov kare forma romanê bişibîne darekê. Xeta asasî û qalind ya meseleyê qurmê darê ye ko bi şaxên herî berz digihîze topikê; şaxên kêlekê meseleyên destê diduyan in, eger yek ji wan şaxan zêde mezin bibe, an jî zêde gurr bibe, form (ya romanê) mêzîna xwe winda dike. Gilî, pel, û berên darê hûrgilî ne ko dibin hoyê sî, ronahî, reng û bûyerên pircûre û atmosfereke rengîn. Mirov kare şibandinê ber bi pêş bibe û temaya romanê wek rehên darê bi nav bike. Mirov kare temayê texmîn bike lê ne dîyar e û roman hemî adana (hebûna) xwe ya hewce ji rehan werdigire. Fantasîya te (nivîskar) ya xurt axa berhemdar e ko tov lê şîn dibe.”
Heke forma romanê weha bête danîn, gelo mirov kare forma novelê jî bi awayekî nêzî vê çêlkirinê bişibîne dareke din?
Bi qenaeta min eger mirov avahîya noveleke tîpîk jî bişibîne spindarekê dê ne xelett be ko li ser şakekê bilind dibe û behsa bûyerekê dike û mirov nahêle şaxên kêlekê wek nimûneya dara romanê fireh û mezin bibin. Bûyerek, karekterek, rewşek, hisek, evînek, fikirek kare bibe mijara novelê. Spîndara me dikare dirêj an jî kurt be lê wek spîndarekê dimîne…
***
Edebîyat, tarîx û rastî
Piştî van gotinên li jor Doubtfire ji hêleke din li ser romanê radiweste û weha lê zêde dike:
”Romanek di destê pêşîn de, ne wesîqeyeke sîyasî, civakî an jî dînî ye; ew bêjerîya meseleyekê ye û divê bi xwendinê re kêfxweşîyê bide xwendevanê xwe.”
Milan Kundera jî, li ser rastîya bûyerên bûyî yên dîrokî û vegotina edebî radiweste û bi gotinên jêrîn van herdu mijaran ji hev vediqetîne:
”Dîrokzanekî behsa bûyerekê dike ko qewimîye. Sûcê Raskolnikov tu carî ne qewîmî ye. Roman li rastîya jîyanê, li hebûnê hûr nabe. Û hebûn ne ew e ko qewimî ye, hebûn meydana îmkanên insanan e, her tiştê ko insan kare bibe û bike.”
Gabriel Garcia nimûneya du kar û meslekên cuda dide ber hev û li ser rastî û lihevanînê (bêjim direwan hûn ê ji min nexeyîdin!?) weha dibêje:
”Ji bo nivisîna romanekê rastîyeke piçûk bes e…yê din lihevanîn e ko divê li rastîya jîyanê bigunce û xwendevan karibe meseleya lihevragirtî wek parçejîyanekê hîs bik, belam rojnamevanî bi direwekê têk diçe…”
Edebîyat ji fantazîyên kesê bêjer, nivîskar pêk tê. Û dihête zanîn ko gelek tewirên romanan hene. Kultur, tarîx, ziman, war, gel, evîn, dijberî û nakokîyên li nav civatê, dijberîyên takekesan, timî bûne û dibin mijarên romanê; wek Lars Hesslund dibêje: ”Zanîna mirov ya di warê tiştan de dibe hoyê awirên cuda yên fantazîyê.” Û hingê mirov kare li gorî fikir, zanîn, daxwaz û armanca xwe, berhema xwe bihûne û mebesta xwe bi cûreyê edebî bide zanîn. |