KURDISTAN, 16/5 2009 — Berî demekê sererkaniya ordiya tirkan bi daxuyaniyekê destpêbûna ji 26-ê meha borî û li dirêjahiya sê rojan munavereyên leşkerî di navbera herdu ordiyên Sûriyeyê û Tirkiyeyê de, eşkere kir. Mebesta eşkerekirî jî li gor daxuyaniyê “bihêzkirina têkiliyên dostanî û alîkariyê di navbera ordiyên herdu welatên cînar de” ye.
Lê wekî din, eveye surprîzek bû ji xelkên Sûriyeyê re û tirsa wan li ser çarenivîsa welêt zêdetir kir nexasime ko rêjîm hemî sînor derbas kirine di warê lîstina bi çarenivîs û îmkanên welêt û zordariya wê li dijî tevahiya gelên Sûriyeyê.
Wek dihête zanîn, rêjîma Sûriyeyê hevbendiya Îranê dike û xwe dide xuyakirin di eniya li dijî polîtîkayên rojava û Emerîkayê. Her wisa, bi şev û roj di hemî alavên ragihandina xwe de sloganên netewî yên tund û gur diavêje, lê di heman demê de radibe meşqên leşkerî bi ordiya Tirkiyeyê endama Natoyê ko li ser şêwaza leşkerî ya emerîkî hatiye perwerdekirin û li Îsrailê gelek dewreyên leşkerî û ewlekariyê derbas kirine û gelek caran munavereyên leşkerî bi hêzên deryayî û bejayî yên emerîkî û Îsrailî re pêkanîne re, dike.
Gelo, rêjîma Sûriyeyê dixwaze bi vê yekê sipasdariya xwe pêşkêşî Tirkiyeyê bike bona navçîtiya wê di warê vejandina guftûgoyên Sûriyeyê bi Îsrailê re? Yan jî nameyeke ko ordiya Sûriyeyê di bin hukmdariya Beşarî de nema êdî tê amadekirin ji bona rizgarkirina Colana dagîrkirî û Xwedê giravî qewirandina Îsrailê û azadkirina axa Filistînê û rêgirtina li pêşiya emperyalîzmê, lê tenê niho ji bo dijatiya gelên Sûriyeyê maye?
Ji aliyekî din ve jî, dibe ko munavereyên hevbeş bi ordiya tirkî a dost!!-dagirkera Iskenderon-re devjêberdanek yekcarî be ji aliyê rêjîma sûrî ji Iskenderona dagirkirî, ji xwe eveye piştî îmzekirina peymana–Edene-ya nehênî sala 1998-ê ko tanî perlementoya rêjîmê û hikûmeta wê jî bendên wê nedîtin, hatibû pê.
Ev munavereya di navbera herdu ordiyên Sûriyeyê û Tirkiyeyê de nabe tehdît li ser ewlekariya Îsrailê lê heye ko bibe alîkar jî. Di vî warî de, berpirsekî ordiya Îsrailê ji malpera “Jerusalem Post”ê re got ko munavereyên hevbeş yên di navbera herdu ordiyên Tirkiyeyê û Sûriyeyê de ne tehdîtek in li ser emniyeta dewleta Yahudî, her weha wezîrê berevaniya Îsrailê jî ev yeka dupat kir û anî ziman ko têkiliyên stratejîk di navbera Îsrailê û Tirkiyeyê de mûhîmtir û giringtir in ji van munavereyan.
Pirseke din têtê holê ji aliyê sûriyan de ewjî eve ka gelo ji ber çi sedeman ordiya Sûriyeyê ji dêvla bi Tirkiyeyê re munavereyan pêk bîne çima bi ordiyên dewletên ereb re wan pêk nayêne! Bi taybetî jî ko ordiya Sûriyeyê endam e di peymana berevaniya erebiya hevbeş di çarçoveya komela dewletên erebî de. Wek mînak, Sûriyeyê dikaribû munavereyan bi ordiya Misrê ko xudan pisporî û tecrubeyeke mezin e û hevpişkê ordiya Sûriyeyê bûye di dema yekîtiya di navbera herdu welatan de û di şerên hezîranê* û oktoberê** pêk bîne, yan jî bi ordiya lubnanî yan urdunî re.. htd.
Wisa dixuye ko ev munavere encama peymana nehênî di navbera herdu dewletan de ye, û girêdayî rewşa siyasî ya navçê ye. Bi rengekî serekî, li dijî tevgera rizgarîxweza kurdistanî ne ji destpêka salên 90-ê ji çerxê borî, û di hevdîtinên duqolî li Şam û Enqereyê û piştre yên sêqolî û çarqolî bi beşdariya Îran û Îraqa berê, amadehiya wan dihate kirinê.
Tiştê niho dihête pê û di vê demê de du aliyan bixwe ve digire. Yek jê girêdayî kampaniyaya xeternak ya girtin û zindankirina çalakvanên kurd li Sûriyeyê û dadgehkirina wan digel dubar kirina prosesa berdewam ya zordariya neteweyî bi hemî şêweyan li dijî kurdan li seranserê Sûriyeyê ye.
Di heman demê de, girêdayî çalakiyên Tirkiyeyê li dijî kurdên bakur û girtina gelek kesan di nav wan de parlementer û serokên şaredariyên kurd, pêre jî amadekirina şerekî berfireh û derbaskirina sînorên kurdistana Îraqê.
Her, ev munavere di baweriya min de, girêdayî nêzîkbûna dema xwekişandina hêzên Emerîkî ji Îraqê li gor daxuyaniyên berpirsên fermî yên tirk û îranî û surî, û desttêwerdana wan di karûbarên Îraqê yên navxweyî de bi behaneya hebûna şervanên PKK-ê di nav xaka Kurdistana Îraqê de, û pirsên Kerkûk û Mûsilê. Nemaze ko hin alîgirên Tirkiyeyê û Îranê ji girûpên turkman û şîîe li Kerkûkê dengê nerazîbûna xwe bilind kirin der barê rapora heyeta NY ya dawîn. Di gel vê jî, liv û tevgerên girûpên girêdayî rêjîma Sûriyeyê li Mûsilê-Lîsteya Hedbaa ya nijadperest-berbi gurkirina nakokiyên neteweyî û çêkirina astengî û pirsgirêkan li dijî hikûmeta herêma kurdistanê.
Di vî biyavî de, dibe ko alîkariya di navbera Tirkiyeyê û Sûriyeyê de ferehtir bibe û rêjîma Îranê û hin hêzên Îraqê yên li dijî kurdan û tecrubeya federe ya herêma kurdistanê radiwestin, tevlî bibin.
Gelo, ev rewşên nû dê bibin sedem ko Îraqî bi hemî hêz û pêkhateyên wan yên welatî yên beşdar di prosesa siyasiya aştiyane de berbi hevkariyek bêtir û xurttir bi alîkriya Emerîkayê di çarçoveya peymana ewlekarî ji bona parastina gelê Îraqê û axa wê, gavan biavêjin?
Her wisa, gelo dê serokatiya siyasî û mîrî ya herêma kurdistana Îraqê “mala” kurdan xurttir bike û yekîtî û hemahengiyê di navbera desthelatî û gel de bihêztir bike beriya lidarxistina hilbijartinan li herêmê? Gelo dê hikûmeta herêma Kurdistanê azadiyên giştî xurttir bike û bihêle ko yasa li ser herkesî bête cîbicîkirin û jiyana xelkê baştir bike û li tevgera sazî û dezgehên civaka sivîl xwedî derkeve? Gelo dê têkiliyên xwe yên kurdistanî sererast bike li gor bingehên saxlem û stratejîk? Dê gavine hêj cidîtir biavêje di warê parastina tenahî û ewlekariya herêmê ji pilanên leşkerî û ewlekarî yên rêjîmên dewletên cînar ko munavereyên behskirî û topbarana rojane ya Îran û Tirkiyeyê nîşanên wê yên eşkere ne??
* Şerê 1967-ê wek şerê şeş rojî jî tête binavkirin-Di navbera Îsrail û Misr û Sûriyeyê de pêkhat. Ordiyên ereb di vî şerî de tûşî şikestinek mezin hatin, û di encamê de Îsrailê sektora Xezzayê- Kenarê rojavayê robarê Urdun (di nav de bajarê Qudusê), Sînaa ya Misrê, Colana Sûriyeyê dagîrkir. Ji xwe ji ber vê şikestina mezin ereb navê vî şerî dikin-Neksa-anku şikestina herî mezin.
** Şerê Oktobera sala 1973-ê, di navbera Îsrail û Misr û Sûriyeyê de pêkhat. Misr û Sûriyeyê şer kirin ji bo Sînaa û Colanê vegerînin. Di encama şerî de, Îsrail bajarê Qineytereyê da Sûriyeyê û Misrê jî beşek ji Qenatelswêsê vegerand. |