STENBOL, 11/8 2005 — Ruh, hizr û bîrên tîranî divê di her erdê jiyanê de li binguhê erdê bikevin. Qeyd, şert û berbendî, ji fikr û bîra azad re nînin. Zemîna herî xurt û xweragir ya ko bîr û ramana azad xwe li ser radigire û qet natawe niqteya exlaqî ye. Mefhumê exleqî yê serekî û herî besît ew e ko, kiryara ko te nevê li te bê kirin, divê ti caran te nevê li “yê/a dîtir” jî bê kirin. Tîranî, zihniyetek e. Ev zihniyet dikare li her hal, rê û rewşên jiyanê de derbikeve pêş mirov. Zihniyeta tîraniyê ne encemak e, ew aliyê însanan yê herî hov û herî li dijî pêgirên exlaqî û însanî ye, ev zihniyet dikera bibe sedemê hemî bêexlaqî û xirabiyên civatê û paşeroja civatan jî yekcar reş û tarî bike.
Miletê kurd yek ji wan miletan e ko yê herî pirtirîn ketî di bin êrîş û zorkeriyên hêz û rejîmên tîran û dagirker de. Lewra tecribeya vî miletî ya li dijî bêexlaqiya rejîmên dagirkerên tîran û hemî têkiliyên tîraniyê gelek e. Ger faktorekê esasî yê zanistiyê, problem be; ev milet, dikare gelek dersan ji van problemên tîraniyê wergire û li ser her bihosteka axa Kurdistanê nîrên dagirkerî û tîraniyê li binguhê erdê bêxin. Ji bo vê jî zemîn û pêgirên exlaqî îmkanên gelek mezin li ber kurdan vedike.
Helbet rejîmên îqtîsadî, “endustriya kulturê” û sîstema têkiliyên navneteweyî jî, ev mefhumê exlaqî ji bîr kirine. Lewra miletê ko bûyî qurbana hemî bêexlaqiyên dema modern, dikare di sîstema xwe, ya xweîdarekirin û xwerêvebirinê de nimûneyeka hemaheng û exlaqî raberî dinê hemiyê bike. Ev ne tiştek xeyalî ye. Ev şiyan û potansiyel bi miletê kurd re heye. Lê ji bo ev şiyan û potansiyel derbikeve navê, divê bi ti hawayî rê ji tîranan û ji tîraniyê re neyê vekirin; rû jê re neyê dayin. Kurdistan bi kesayetî û bi ramana azad, azad dibe.
Ji aliyê ramana azad û rêzlêgirtina mafê mirovan ve, bakurê Kurdistanê tecribeyeka gelek xirab raberî xwe û dinê kir. Navê vê nimûneya xirab, bêşik zihniyeta apoyîtiyê ye. Zihniyeta apoyîtiyê zihniyetek ya ji tîranîya dagirkeriyê xirabtir raberî kurdan û dinê kir. Her sedem çi dibe bila bibe, vê zihniyetê karîgeriyeke berfireh li ser kurdan kir. Entelejensiya kurd jî hilwesteka bi rûmet li dijî vê tîraniyê negirt; bi hawayekê ava aşê vê tîraniyê xurt kir. Vî aşî jî tenê kurd û Kurdistan hêrand, ne tiştek dî. Vê tîraniyê hemî pîrozî û masumatiya gelê kurd îstîsmar kir û hêj dike; çal û xendekinin gelek mezin xistin ber paşeroja miletê kurd.
Cihê dilxweşiyeka mezin e ko, di pêşber vê nimûneya xirap de, rêvebirî û parlamentoya başûrê Kurdistanê, kurdan û dostên kurdan hemiyan geşbîn dike. Lê li wêderê jî hinek nimûneyên nebaş carnan rû didin, divê bi ti hawayî îdareya rewa ya miletê kurd rê nede nimûneyên xirab. Divê her tim rêber û rêvebirên miletê kurd hêjayî xelatwergirtina parastina mafê mirovan û ramana azad bin. Paşeroj, ya serkeftina wan miletan e, yên ko rûmet û xîreta însaniyetê bilind dikin.
Helbet pênavê mirov di derbareyê tîkiliyên raçandina îqtidarê de xeyalperest be û helbet faktornin xweserî yên mantiq û felsefeya siyaset û îqtîdarê hene. Lê çi dibe bila bibe, divê em faktorê esasî, yanî însanî û rolê kesatiya insanan ya failî ji bîr nekîn. Berjewendiyên neteweya kurd jî di berfirehkirina mercên azadiyê û bilindkirina kesayetiya azad de ye, ne di bertengkirin û berbendkirina wan de ye. Her gelek bêvate ye ko mirov derfetên kiryarên negatîf li îmkan û zemîna raman û kesatiya azad bar bike. Tecribeyên ko însanetiyê heta niho jiyane, ji aliyê ewlekariyê ve jî; baş nîşanî me didin ko, pêgirên îmkanên ewlekariya civata ko ji kesên azad pêk tê, gelek ji yên sîstemên tîranî xurtir e. Lewra biçûk an mezin, divê hemî tîran û hemî şêweyên tîraniyê li binguhê erdê bikevin, da ko mirov di aramî, bextewarî û ewlekariyê de bijîn û dinê jî aramtir bibe. |