STOCKHOLM, 27/3 2009 — Gelek bûyer bi ser hev de hatin, peyivên balkêş hatin gotin, dîyardeyên guherîna sîyaseta alîyan bi lêv bûn. Hikûmeta serokvezîrê Tirkiyeyê Erdogan, du gav ber bi pêş, gavek ber bi paş karê hukumeta xwe heta îro domand.
Herçiqas carinan ber paş gav avêtibe jî lê esasê sîyaseta wan ber bi guherînên sîyasî û bicihanîna reforman bû. Di pirsgirêka miletê kurd de ji hemî hikûmetên berî xwe zêdetir reform pêk anî. Ji bo şikestina tirs û pêla şovenîzma tirkîtîyê, vekirina TRT Şeş û behskirina destpêkirina beşên kurdolojîyê di unîversîteyên tirkan de gavine pozîtîf û muhîm in. Guhê tirkan hînî kurdîyê û navê milet û welatê kurdan dibe. Jîyan weha ye, direng be jî mirov tiştine ”nuh” fêr dibe!
Ji bo avêtina van gavan an jî çêkirina van reforman çend nuqteyên girîng li rex hev pêk hatin:
Hebûna hikûmeta Erdogan.
Bala DYE yên li ser pirsgirêka miletê kurd û bi hilbijartina Obamayê re îşaretên zêdebûna vê balkêşîyê.
Berendambûna Tirkîyeyê ya ji bo YE û hevdîtinên endametîyê.
Li Kurdistana Başûr dewletbûna kurdan ya federal.
Di gel mêl û perspektîfa sîyasî û îdeolojîk ya pir çewt jî, li Kurdistana Bakûr dengvedana kurdan ya girseyî.
Di warê hukumranî de kêmkirina rola eskeran (ordîyê) an jî qelsbûna zext û fişarên wan ya li ser hikûmeta hilbijartî ya AKP.
Destpêkirina doza bi navê Ergenekonê û prosesa dadgehkirina endam û alîgirên vê rêxistina terorkar, him xebat û çalakîyên wê yên li hember hikûmeta hilbijartî, him jî di salên berê de li hember kurdan karine gelek terorane kirine ko ev bûyer roj bi roj eşkere dibin. Efserên payeberz, çi yên teqavudbûyî, çi yên li ser kar, têne girtin û derdikevin pêş dadgehan.
Ev faktor hemî bi hev re bûn û dibin bingeh ko pêşîya reformên sîyasî zêdetir vebe û atmosfereke nerm çêbibe da ko prosesa guherînên radîkaltir dest pê bike.
Di vê çarçoveyê de peyivên serokkomarê Tirkiyeyê ”dê tiştine baş bibin” dibin îşaretên berdewamîya guherînan.
Ji guherîna qanûna asasî ya Tirkiyeyê bigire heta bi gelek qanûnên din yên wek hilbijartin û qanûnên partîyên sîyasî, li dema li pêş me, hewceyê reform û guherînê ne.
Herwisa rê li pêş vekirina naskirina nasnameya miletê kurd û damezrandina partîyên etnîkî yên bi navê wan, xaleke din ya herî girîng e ko ji bo çareserkirina pirsgirêka miletê kurd dikare bibe rêveker û bala hemî ref û grûbên civata kurdan bikişîne da ko bi awayekî aktîf beşdarî prosesa çareserkirina pirsgirikê bibin.
Di nav atmosfereke demokratîk û plûralîst de, bi minaqeşekirina pirsgirêk û lêgerîna çareserî û alternatîfên cuda û pirejimar de, civata kurd wek miletekî dikare li ser qedera xwe bibe xwedî biryar.
Ji bo atmosfereke weha bêguman hewcedarî bi dawîlêanîna şidetê heye. Ji lewre bêdengkirina çekan û li ser vê xalê lihevkirina ”alîyan” zerûrî ye.
Digel zahmetî û tevlîhevîya bêdengkirina çekan jî, berpirsîyarê asasî dewleta tirkan e.
Herçî meseleya efû an jî daketina çekdarên li çiyayan, yek jê daxwazên wan e, ya din jî helwesta tirkan e. Daxwazên sîyasî yên li çîyayan û yên rêberê wan ko ji tirkan dixwazin û tirk nikaribin xwe bidin ber nîne. Dimîne pirsa efûyê. Heke em berê xwe bidin tarîxa efû û helwesta tirkan di vî warî de, em dê bibînin ko tirkan gava hewce dîtine ne yek û du lê bi dehan caran efû derxistine. Ev tişt di dema osmanîyan de welê bû. Di dema Kemal Paşa û yên di pey wî re hatin ser hukum jî, her wisa bû. Ji lewre dê ji tirkan re qet ne dijwar be ko efûyekê derxin, lê tirk bi hesab û kîtab in, xwe giran dikin û dixwazin heta ji destê wan bê, bêî ko tu xisareke wan ya sîyasî çêbibe, efûyê derxin.
Ji ber hindê eger tirk bihesibînin ko daketina çekdaran ji bo wan baştir û di menfaeta wan de ye, dê qet li tiştekî din nefikirin. Dibe ko di vê meseleyê de hikûmet û burokrasîya eskerî hinekî ji hev cuda bifikirin, lê doza Ergenekonê cih li eskeran teng dike.
Lê her çawa be jî îro bêdengîya çekan û amadekirina atmosfereke demokratîk ji bo kurdan elzem e. Hewcedarîya civata kurdan bi lêfikirîn, pirdengî, pirpartîtî û yekgirtineke neteweyî û demokratîk heye ko divê bi awayekî demokratîk û hilbijar ev mala kurdî bê danîn.
Bêguman, ji bo çareserkirina pirsgirika miletê kurd, divê nuxteyeke muhîm timî di bîra mirovî de be:
Wek hemî miletên hevdem biryarên ko ji alî miletê kurd ve bi awayekî hilbijar û serbest neyên, nehatibin dayîn, tu carî dê nebin û nabin biryarên qebûlbar û tayînker ji bo miletê kurd.
Mîna hemî miletên hevdem miletê kurd jî meşrûîyeta xwe ji miletbûna xwe digire û wek her miletekî divê li ser axa xwe xwedî desthilat be.
Ji hêla sîyasî ve tiştê ko li ser bête minaqeşekirin bi tenê awayî vê desthilatê ye. Tayînkerê vê yekê jî, digel rewşa sîyasî dê hêz û taqeta miletê kurd be. |