STENBOL, 31/7 2005 — Bayê guliyên komedarên dora avê şeh dikir. Her kort û çal û qetedarên ko di binecoyê de bûn dengek, rîtmek didan ava ko serekaniya wê ji binê dareka kevnar û mezin diherikî; mişmiş, xurxur û çipçip tev li xuşîniya dengê bayê dibû. Nizar û qontarên reşeşewitî û newaleka şîn û darên gulî taze.
Berî çend rojan, ew daristana ko delaliyeka hov li ser bû, bivir li nav neketi bû; bibû meydana şewateka reş, dûkêlaka tarî. Agir li daristana ko wekî deryayeka şîn bû, hatibû xezebê; helîkopterên cengê her der bi guleyên agirî hingavtî bûn. Qijinî û qirîniya ji daristanê dihat û agirê wekî xezebê daristan didawîra û difetisand, dîmenekê dojehî li ber çavên mirov rast dikir.
Havîn li ber şikestinê bû. Bayên honik xweliya nizarên şewitî ji erdê radikir. Darên guliyên wan rebus ew bûn ko yên nêzîk avê, lewra ew ji ber xezaba agirê bi pûşiyan ketî felitî bûn; ji bilî xuşîniya bayê û dengê avê, dengek tinê yê benderuhekê dî dernediket. Li newalê, li dora avê serê her gavekê cendeyekê jijoyan li erdê bû. Bîhna kelaşên heywanan nefes li mirov diçikand. Mirina jijoyan ne ji agir bû, av jî jehirkirîbû. Xinzîr, gur, rovî, kêrvoşik, kîso her benderuhek dî yê riya wî/ê li vê newalê ketî, ji vê tofanê ne bêpar bû. Marekê serê xwe ber jijoyê mirî ve dirêj kirî bû û wesa li ser pişta xwe li erdê bêcan bû; gerdena marî wekî rengê sîmexê bû. Gur, wekî ko li dûv nêçîra xwe be, termê wî wesa li erdê dirêj bû. Li rewşeka normal de, ne mimkin bû ko evqes heywan bên nik hev, lê mirina zer ew hemî li vê newalê de li kêleka hev raxistî bû. Gur bi xwarina jijo; xinzîr bi gihayê heşîn, rovî bi goştê kêrvoşkê, kîso û jijo bi avê, mar bi jehrê mirî bû. Mirov digot qey newal parkeka heywanan e û her heywanekê di cihê xwe de can daye. Êdî dengê çûkekê tinê ji vê daristana ko berê wekî senfoniyeka teyr û tiyaran bû nedihat.
Dema guleyên agirî li kezeba daristanên dîrokî diketin, li cihên dî yên dinê, bi hezeran gotar li ser parastina jîngehê dihatin gotin û nivîsandin, bi sedan manîfesto li ser parastina jîngehê û benderuhên wê dihatin belav kirin. Fedayiyên jîngehê li boxeza Stenbolê li dijî keştiyên neftê xwe bi zincîran ve girê didan.
Li dora her kulîlkek û heşînayiyeka rojavayê Tirkiyê li ser lewheyan, “Divê em ji şînahiyê hez bikin û biparêz in” hatibû nivîsandin. Welatên ewropî kursên parastina jîngehê didan penaberên kurd. Partiyên “Kesk” an li ser kar bûn an jî şirîkên hikûmetan bûn.
Qederê sêsed metreyan dûrî serkaniyê hemî, şûnwar û kavil bûn. Ew kavil û şûnwar careka dî li ber şewata daristanê keti bûn.
Dinyaya medenî, mirovên mirovhez gelek ji jîngehê û hemî benderuhên di jîngehê de ne hez dikin. Lê ev daristanên qedîm bêqeyd û bênav dişewitin, jijo, kêvjal û benderuhên wan bi ava jehirkirî dimirin. Ew daristanên ko nivîskarê navdar yê “Vegera dehhezaran” jê heyirî mayî bû û xwe li ber hemî zemanan girti bûn, ev e bi dehan sal in bi teknîka modern tên şewitandin.
Dinyaya modern û mirovên “medenî” jî ji van amûrên modern re xwedî hurmet in. Lewra dewleta tirk dewleteka modern e, mihtemel e ko daristan û heywanên Kurdistanê hov in, divê hemî dîmenên derveyî “modernîzmê” bên binbir kirin.
Daristano, jijono, marno, benderuhno hon ji durûtiya vê dinê dişewitin? Lê miheqeq wekî çipkên baranê dê rojekê hikayeta we derbikeve ser kefê; dê heyfa daristanên qedîm ji akasyayan re nemîne. |