KURDISTAN, 28/12 2008 — Nefelê 22-ê vê mehê nûçeyeke raveker belav kir û bala kesên pêwendîdar kişand ser karûbarên neteweyî yên kurdî. Di nûçeyê de komentareke »henekpêkirinê« li ser axaftina polîtbîroya PDK-ê û YNK-ê ya digel heyeta Hak-Parê heye. Berpirsên PDK-ê û YNK-ê li gor xwe »şîret« li Hak-Parê kiribûn.
Herdu polîtbîroyan daxwaz ji Hak-Parê kir ko ji bo bidestxistina armancên xwe ew xebata siyasî ya aştiyane û demokratîk bimeşîne! Di nûçeya Nefelê (Fazil Mîranî û Mela Bextiyarî dersa »diyalog û demokrasiyê« da Hak-Parê) de rexneyeke eşkere li serkirdên PDK-ê û YNK-ê têt kirin, ji ber ko diviya ew van rexneyên xwe li heyeta DTP-ê û PKK-ê bikin dema ko DTP-ya nêzîkî PKK-ê li Kurdistana Iraqê bû. Têt zanîn ko DTP û PKK ne li dijî bikaranîna şerê çekdarî ne, lê belê Hak-Para ko bi yasayên dewleta tirk pabend e li dijî xebata çekdarî ye.
Ev helwêst û rexneyên Nefelê – armanca wê çi dibe bila bibe – di baweriya min de girêdayî pirseke here giring û çarenûsî ye, ew jî pirsa têkilî û peywendiyên kurdî-kurdî yan kurdistanî yan mala kurdî yan stratejiya kurdî ya netewî ye. Stratejiya me girêdayî faktorên dîrokî û cografiyaya siyasî ye çimkî ji dema avakirina dewleta osmanîyan ve ko para mezin ji kurdan di nav sînorên wê de man, û îmzekirina peymana Saykis-Pîko û danîna sînorên niho di navbera herdu şerên cîhanê yên 1-ê û 2-yê de. Li vir, parçebûna kurdan bû de facto û sebebê peydekirina pênasîneke nû ji nasnameya kurdî li gor dewletên ko her parçe bi wan ve hate girêdan: Turkiyê û Sûriyê û Iraq û Îran. Bi her hawî, vê yekê hîşt ko dûrbûn û cudabûneke xuya ya civakî û aborî û çandî bikeve nav kurdan de.
Di nava veguherînên jeo-siyasî û dîrokî de – ko bi sedsalan dirêj kirin – bîrbiriya netewî ya kurdî dirust bû û li gor faktorên karîger di pêvajoya pêşveçûna dîrokî û azadiya gelan û helwêstên bizavên rizgarîxwaz û şerê li dijî kolonyalîzmê li rojhilatê, tevgeriya.
Wek mînak, di dema osmaniyan de tevlî sitem û zordariya li dijî netewên din – ji bilî tirkan – berhemên bizava neteweyî ya kurdî di wê demê de pir mezin û serkeftî bûn, û komelên siyasî û çandî û saziyên rojnamevaniyê û çalakvanên malbatên kurdperwer û helbestvan û wêjevan û oldar û civaknas ji Stenbolê heta Silêmaniyê û Diyarbekirê bêtir ji hev nêzîk bûn û çalak bûn di warê danûsitendina wan bi kurdên di bin nîrê sefewiyan de li rojhilat, evên ko rojekê jî ne dûrî wê bîrbiriya neteweyî bûn li başûr û rojavayê Kurdistanê, berovajî qonaxa piştî parçebûnê ko hîşt bivê nevê hizrê netewî ji firehiya xwe ya netewî ya giştî teng bibe û tenê li gor parçeyê xwe tevbigere.
Belê, ev yek pêkhat tevî berxwedana çandî û siyasî ya bêhempa ji aliyê rêxistina Xoybûnê ve, ji ber ko kurd êdî li ser gelek şaristanî û ziman û kultûr û çandên din, ko serkeftin para wan bû ji ber serdestî û dewletbûyîna wan, dabeş bûbûn.
Tevlî dijwariya biryarên civaka nêvdewletî û dewletên mezin û sînorên ko bi zorê hatine danîn, herdem peywendiyeke neteweyî - ya eşîrtî û malbatî û aborî û çandî û civakî û siyasî jî- di navbera kurdên her çar parçeyan de hebû. Her vê rewşê ajot heta pêketina şoreşa îlonê bi serkêşiya serokê koçkirî Mistefa Barzanî di salên 60-î ji sedsala buhurî de. Şoreşa îlonê bû destpêkeke nû ji bo civandina kurdên hemû parçan û jinûveavakirina bingehên bihevrejiyana aştiyane di gel milet û netewên cînar û hevpişk di şaristaniyeta navçê de ji demên kevin yên dîrokê ve.
Ji encamên here giring piştî şoreşa îlonê berzbûna du rêbazên ko jiyana siyasî li Kurdistanê li dirêjahiya nîv çerxê (ji nîveka salên 60-î ji sedsala buhurî heta bi îmzekirina peymana Waşîntonê di navbera herdu partiyên sereke yên Kurdistana Îraqê de) bi rengên xwe xemilandin. Rêbaza pêşî netewî û demokratxwaz, xudan resenatiyek dîrokî û pejirandinek milî bû û rêbaza dinê jî xudana teoriya - şewitandina qonaxan - bû û peywendiyên wê ne zelal bûn bi rejîmên welatên ko Kurdistan li ser wan hatiye parve kirin.
Nakokiya di navbera herdu rêbazan de ne herdem siyasî û şaristanî bû, lê belê carna dikete warê şerê kesîtî û xayinkirinê de. Her weha, rejîmên welatên serdest sûd ji nakokiyên berdewam yên netewa kurd û şerê eşîret-partiyan, didît.
Min ev yeka anî zimên ji bona bêtir famkirina sedem û encamên krîza peywendiyên neteweyî kurdî û hin bûyerên wê wek tiştê ko di nûçeya Nefelê de hatibû bibîranîn. Ev nûçeya ko dikare bi gelek rengan were şîrove kirin, hin dikarin bibêjin ko ji kêm agahdariyê û nezaniya di warê jihev cudakirina şepêl û rêbazên siyasî hatiye, hin dikarin bibêjin ko ew weke guhnedana partiyên piçûk û mezin bi êş û pirsgirêkên neteweyî, hin jî dikarin wê wek texsîriya navenda neteweyî ya herêma Kurdistana federe di warê bicîanîna erk û wezîfeyên xwe yên dîrokî, hin weke dûrketina hemû partî û rêxistinên neteweyî ji armancên xwe, hinên din jî weke binketina mentalîteya partîtî di warê pêkanîna erk û xwestekên – kurdayetiyê - di dema modêrn de û pêwîstiya peydekirina alternatîvên nû, di nav de pêşdeanîna ronakbîrên çînên navend û sûd wergirtin ji prensîb û tecrubeya hin rêbazên neteweyî yên dîrokî û karîger wekî Xoybûn û rêbaza Barzanî.
Helbet, krîza peywendiyên neteweyî bi niyazên baş di gel şert û mercên objektîvî tête çareser kirin. Li berjewendiya hemû aliyan e ko mala kurd serhevde were. Bêguman, ev karekî hêsan jî nîne. Lê belê, gelek diyalog û xwe-rexnekirin jê re divê di çarçoveya projeyek lihevhatina netewî ya berfireh li ser bingeha destnîşankirina rastiyên dîroka nêzîk û bûyerên wê, digel pejirandina rastiya hêjabûna navenda neteweyî li Hewlêrê, û danîna bingehên peywendiya demokratîk û dadmend di navbera navend û aliyan de, û pejirandina hevudû nemaze piştî pêkanîna ferzeke hizrî û siyasî û qebûlkirina bihevrejiyanê, û rêvekirina li ber diyarbûna du rêbazan bi kêmanî ko bi rengekî şaristanî rikeberiyê bikin bi rengekî aştiyane û siyasî.
Di dawî de, eger pêkanîna vê erkê dereng bikeve dê nakokî bêtir bibin nemaze dema ko berjewendiya kesîtî û teng bibe sedem ko hin kes ji firokexaneyên paytextên tepeserî û şovînîzmê berê xwe bidin "buhişta" herêma federe, ko bi xêra xwîna pêşmerge û şehîdan hatiye pêkanîn… lê di dema ko herêma federe "dojehek" bû û di rojên sext û dijwar de derbas dibû, me rûyê van kesan qet nedît! Gelo ev ne rûyê here seyr û ecêb e di krîza peywendiyên netewî de? |