SWÊD, 23/12 2008 — Çavê we ronî be kurdino, vaye êdî dewleta teqlebazan ji bo me bi wêne û deng kanaleke kurdî vedike. Erê ha, êdî dê keç û xortên kurdan bi lêlê û loloyan, perdeya guhên “birayên” me tirkan biteqînin, welehî welehî, dê welê bikin ko kes êdî li kanal û manalên zimantirkî nema dinêre.
Hêêê, gava Omerko strana “wele govend ranabe, bile govend ranabe” û şivan û gavan jî “canê canê were meydanê” lê bidin ma kîjan, tolaz û pêxwasê kurd û tirkan kare li cihê xwe rûne!?
Sergovendî, sergovendî, yek, du, sê, çar he, he, he... çokan bişikîne qurmiçîyo!
Birêvebirê vê kanala kurdî yekî ruhayî ye. Hemşehrîyê mêrê Perîhan Savaşê yê demekê ye. Ma mimkin bû ko ji dereke din be… Wele ji bajarekî din ba qet nedibû, ji xwe maşela ev herêma bi xêr û bereket, serkanîya hemî tiştan e… We fîlozof, stranbêj, sîyasetmedar, olzan divê, berê xwe bidin vê herêmê, hemî ji vir in!
Ha di vê navê de divê em kebab, lehmecûn û îsotê ji bîr nekin! Erê ha min îsot got, niha hat bîra min, ma ne ji wê îsota tehmxweş û tûj bûya, dê Îbrahîmko çawa navûdeng bidaya, welehî ezîm, heke wî bi strana ”ayaximda qûndira” pêlavên lastîk ji pêyên xwe neavêta û berê xwe nedaya paytextê teqlebazan, wî dê hîn jî bi solên lastîk şivantî bikira!
Min jî meraq kir, min got vaye çawa be jî dewleta teqlebazan biryar daye, karmendên tirkan dê kanaleke tv ya kurdî vekin. Min li sîteya TRT-ê nihêrî, min got çawa be, kurdî dest pê dike, miheqeq zimanê kurdî jî lê zêde kirine, di nav lîsteya zimanan de ew jî dê hebe û her çiqas, piştî serê salê dê bi awayekî resmî kanal dest pê bike jî, miheqeq di sîteyê de, beşê kurdî, bi zimanê kurdî dê hebe û dest pê kiribe. Min carekê û deh caran lê nihêrî, lîsteya li jêr hebû:
Wek ko hûn dibînin, tam bi sîh zimanan agahdarî û weşan heye û dibe. Bi hemî alfabe, sembol, îşaret û xetan tam sîh ziman! Bravo ji karmendên TRT-ê re!
Hmm, dozgerên dewleta teqlebazan ji bo du rêzên pîrozbahî, an jî dawetekê, ji ber herfên di alfabeya kurdî yên wekî “q,w, x, ê, î, û” yê serî li kurdan digerînin, wan li ber derîyên, dadgehan perîşan dikin, doza parçekirina dewleta teqlebazan li wan vedikin…
Gelo ev TRT ya teqlebazan, dê zimanê kurdî li sîteya xwe zêde bike an na? Heke lê zêde kir, gelo dê dozgerên dewleta tirkan bi sikura wan bigirin û li ber derîyê dadgehan bigerînin!?
Dewleta teqlebazan di heyamê van heştê û nizanim çend salên derbasbûyî de, bi sedan teqle avêt û got kurd li Turkîyeyê nînin, herkes tirk e… Vêca jî teqleyeke berpaşkî diavêje, teqleya berpaşkî ne karê herkesî ye, dijwar e, Xwedê neke qismetê kesî!
Kurdino ji bo şevbihurkên bi “çîkofte” û “ayaximda qûndira” (kurdîya vê dibe çi?) hazir bin. Dost û hevalan ji bo şahîyê biezimînin, li ber kanala kurdî rûnin û kêf bikin…
Tandogan, walîyê paytextê teqlebazan demekê ji yekî mixalif re weha gotibû: “Oğlum size ne oluyor, bu memlekete gerekirse miliyetçiligi de, komunizmi de biz getiririz…” (Lawê min we xêr e, ji bo vî welatî, hewce be nasyonalîzmê jî, komunîzmê jî em ê bînin, çi bi we ketîye…)
Dewleta teqlebazan, nevîyên alî osmanîyan, gava hewce be, kanala kurdî jî vedikin…
“Kekê min wele hewce be em ê kurdîtiyê jî bikin, qet meraq mekin, li ba me hemî tewir teqle hene, kerem bike derbasî hundir bibe…”
Dewleta tirkan heştê û nizanim çend salan bi gotin û pêşgotinên orgeneral Cemal Gurselê reîsîcûmhûr tif li me kurdan kir û got kurd nînin û zimanê kurdî jî nîne. Lê niha bêyî ko di qanûnên xwe de navê me kurdan an jî zimanê me binivîsin û di çarçoveyeke huqûqî de, qebûl bikin, di bin sîberîya TRT-ê de, dê kanaleke kurdî dest bi weşanê bike…
Lê her çawa be jî, dewleta teqlebazan niha bi teqleyeke nuh berê xwe daye me kurdan, dixwaze me ramûse, tifa li rûyê me bialêse!
|