KURDISTAN, 11/12 2008 — Şagirtên Bin-Laden gihane Hindistan û Sindistanê û ew der û dever fetih kirin, da ko tevlî memleketa xwe bikin! Wisa dixuye ko ewê vê carê hindos û bûziyan digel mesîhî û siyonîst û xaçperestan tevlî bîr û baweriyên xwe bikin! Ev hemû di bin navê olê û cîhadê de, ko di rastiyê de ew jê bêrî ne!
Ev kesên ko van karên hovane û xwînî dikin xwe dispêrin dîsîplînên Seyd Qutbî û Abû El-Ala El-Mewdûdî, damezirênerên fikrî yên hemî tevgerên birayên musilman li seranserê cîhana erebî û islamî. Ev tevgerên ko bûne jêdera tundrewî û terorê di navçeya me de nemaze li Misrê, welatê bihevrejiyana ol û neteweyan ji hezarên salan ve.
Bi xêra wan! Tevgerên îslama siyasî ya tundrew bûne meydaneke berfireh ji kîn û çavsoriyê re li dijî Aqbatên mesîhî, nişteciyên resen yên Misrê. Her wisa, civak ji hevxistin û nakokiyên olî û mezhebî gur kirin. Wek mînak, tiştê ko aniha li Lubnanê diqewime û li Filistînê û Darforê û Nîjeriyayê û Somalê, û bi taybet li Iraqê û bûyerên vê dawiyê yên li bajarê Mûsilê, ev hemî ji encama bîr û baweriyên yan jî serkeftinên (!) îslama siyasî ya tundrew bûn.
Ev bîr û baweriyên ko zerer û ziyanê digihînin pirsgirêkên ereb û musilmanan li seranserê cîhanê, nemaze piştî bûyerên 11 îlonê li DYA-yê û kiriyarên terorîstî li tevahiya welat û parzemînan (qareyan) ji Emerîkaya başûr û bakur bigire heta tu digihê welatên Ewropayê û Efrîqiyayê û Asiyayê û vê dawiyê gihane Hindistanê!
Îslama siyasî bi van karên xwe bi ser ket ko piraniya cîhanê bike dijminê pirsên gelên ereb û musilman û bi taybetî jî pirsgirêka aloz û "bê dawî" ya gelê bêçare yê Filistînê, bi taybet bi êrîşên Bombay ko gelek pirsan tîne holê derbarê armanc û encamên wê, ko em dikarin wek nimûne hinekan li vira rêz bikin:
Bikaranîna ola îslamê li berjewendiya hin aliyên dij-musilman. Ev yek berê jî hatibû kirin dema ko grûpên îslama siyasî cîhad li dijî komunîzmê meşandin ji bona parastina berjewendiyên hin aliyên destnîşankirî. Sedemê vê jî ew e ko îslama siyasî weke tevgereke internasyonal tête pêş , bi wateya pêşkêşkirina xizmetan ji çi kesekî re beramber hin xelatên diyar û ne diyar!
Êrîşa Bombaya Hindistanê xelekek e di zincîra karên berdewam li gor stratejiya hêzên îslama siyasî di bin serkêşiya El-Qayidê de. Me dît ko zincîra karên hovane ji Somalê û Sûdanê û bakurê Efrîqiyayê heta Îraq û Filistîn û Lubnan û Sûriyê û Îranê û Pakistanê û Efxanistanê û dawî li Bombayê dirêj kir û kes nizane wê li kîjan deverê bi dawî bibe!.
Êrîşa hovane ya Bombay sembola çanda kuştin û tunekirina kesên muxalîf e, çi sivîl bin, malbat bin, zarok bin, jin bin bila bibin lê divê bêne kuştin û qirkirin! Mixabin, karên wisa ola îslamê bi tevahî dixe bin gumanê û pirsgirêkên sersurmanê de, ji ber weke ko nivîskarekî erebî navdar dibêje: Piraniya terorîstan musilman in!
Wisa dixuye ko hêzên îslama siyasî dixwazin rewşa gel û pêkhatên Hindistanê yên feqîr û xizan aloztir û dijwartir bikin. Her weha, êrîşên hovane yên Bombay derbeyekê li sîstema federe û ezmûna demokratîk ya gelên Hindistanê yên aştîxwaz di warê çareserkirina pirsên netewe û ol û mezheban, di nav de 150 milyon hindiyên musilman, dixin. Wek ko çawa grupên îslama siyasî berî wê sîstema federe ya Iraqê jî ji xwe re kirine armanc, û rojane di hewildanê de ne ko destkeftên tevahiya gel û netewên Iraqê ji holê rakin û dîktatoriyetê paşve vegerînin jiyanê!
Ji bilî hind û sindê! Û Iraqê, armanca wan girupan rûxandina peymana Aboca ya dabeşkirina desthelatê û samanê di navbera hikûmeta Sûdanê û başûriyên wê de li ser riya lihevhatinê û pêkanîna sîstema federe.
Gelo, hêzên tevgera îslama siyasî yên tarîperest û tundrew dixwazin bi kar û kiryarên xwe ve bibin dijminê yekemîn ji mafên gel û netew û etnîk û olên ne-musilman re?
Encamên destpêkê yên lêpirsîna êrîşên hovane yên Bombay dane xuya kirin ko peywendiyeke xurt di navbera alavên îstixbaratê yên Pakastanê û terorîstan de heye. Îstixbarata Pakistanê xudan dîrokeke dirêj û reş e di warê piştgirtina terorê û tevgerên tarîperest de, û her weha xudan roleke mezin e di avakirina tevgera Talîbanê û piştgiriya rêxistina El-Qayideyê, û li pişt destkuştina lîderên siyasî li Pakistanê ye, yên demokratxwaz û lîberal nemaze Benazîr Butto.
Bi gotineke din, komika li pişt van kiryarên hovane yên Bombayê ko şaxek e (liqeke) ji tevgerên îslama siyasî ya tundrew, di heman demê de hêzeke hovane ye di bin xizmeta alavên navneteweyî di warê komplogerî û destkuştinên siyasî û li dij derketina guherîna demokratîk.
|