STOCKHOLM, 6/12 2008 — Li gorî kitêba pîroz ya misilmanan, ji bo zewaca bi gelek jinan re şertekî asasî heye, dibêje divê mêr li hember jinan xwedî helwesteke wekhev be. Ango miameleya li gel wan mîna hev be, yekê di ser yeke din re negire.
Ji ber hindê, berî çend salan, melayekî li Beyrûtê rabû got, li gorî îslamê pirjinî qedexe ye, nabe..
Delîlê ciwanmêr jî ev bû: Mêrek ne mimkin e ko ji du jinan bi qasî hev hez bike. Ango di hezkirinê de wekhevî ne mimkin e. Ji lewre ya matiqî ev e ko pirjinî li gorî îslamê qedexe be…
Erê mela welê got, lê Xwedê rehme xwe lê bike, doxînsistên civata îslamê tavilê fermana mele rakirin… mekanê wî buhuşt be.
Ma we negot egîdên me, yên porê xwe boyax dikin, pêncîsalîyên ko porê wan mîna tenîya binê beroşê dibiriqe, dê rabin qanûneke hevdem û wekhev qebûl bikin? Tobe, tobe!
Berê pirjinî hebû, ji xwe yên rewşa wan dest dida û bêrîka wan germ û qewlikê wan nepixandî bûn, ji bo şevên dirêj yên gundan, ji bo kêf û henekan, ciwanmêran çend heb horî, ji xwe re dikirin bermalî…
Êêê niha rewş hîn baştir e, berê li her gundekî çend halxweş hebûn, niha bi xêra desthilat û petrolê bi dehhezaran halxweş çêbûne. Vêca dê van pereyan çi bikin? Ma ne ji xwe mesele zik û berzik nîne? Zik têr e, yê mayî jî Xwedê mezin e!
Biharê li gund bûm. Xaltîya min ya heftêsalî û çend pîrên di imrê wê de hatin ba min. Welhasil behsa jîyan û zewac û keç û xortan çêbû. Mesele zivirî hat ser horîyên bihuştê.
Min jî xwe ranegirt. Min got xaltîkino, mekanê we hey bihuşt e; lê li wir heftê horî dê bibin şîrîkê we, gelo hûn vê yekê re çi dibêjin, hûn heftê horîyên hêwî qebûl dikin, hûn dihêlin ko mêrê we bi heftê horîyan re be?
Li min nêrîn, li çend kalên li odeyê nêrîn, gotin, em ya dilê xwe bêjin an na?
Min got belê, ji xwe daxwaza min jî ev e ko hûn bêtirs ya dilê xwe bêjin.
Kenîn, gotin ji xwe em êdî natirsin, imrê me ji heftê bihurîye, ma em ê ji çi bitirsin!
Min got, baş e, bersîva we çî ye?
Gotin: Tu rastîyê bêjî, heke dest bide û ji me bê em yek jî qebûl nakin ko mêrê me bi hinên din re be!
Carekê bêtirs ya dilê xwe digotin, rûyê wan î pîr, mîna gulekê dibişkivî, ronî dida der…
Lê divê mirov xwedî insaf be, li buhuştê heftê horî li bendî mêrên misilman in, vêca ciwanmêr li vir qîma xwe bi çend heban tînin, em jî radibin dibêjin ev çi edet e, çi wekhevî ye û nizanim çi!
Endamên meclisa me, parlementerên li Hewlêrê, piranîya wan endamên YNK-ê û PDK-ê ne. YNK, goya partîyeke çep û sosyalîst e, PDK jî lîberal û demokrat e. Sosyalîstîya YNK-ê û demokratîya PDK-ê bi hev re dibe sosyaldemokrat. Sosyaldemokrat di meseleyên cinsî de wekhevîyê diparêzin û pêşkêşîya vê yekê dikin…
Gava behsa wekhevî, demokrasî, heq û huqûqê dibe, agir ji devê nûnerên van partîyên navborî diçe, li eywanên paytextên ewropîyan, semîner li ser semîneran didin.
Aya dibe ko min xelet fam kiribe, ango ew wekhevîya ew behs dikin, wekhevîya ji bo mêran be!?
Kurdino werin dawetê!
De ser xêrê be, bila qanûnên me jî hebin! Ev qanûn ji bo mêran e.
Te hew dît rojekê, hin jin rabûn, wan jî doza pirmêrîyî kir. Bila ew jî bibe ji bo jinan.
Wekhevî xweş e, ne wisa!
We got çi simbêlboqino!?
|