KURDISTAN, 15/7 2005 — Kurdistan yek welat e û kurd jî yek milet e. Kurdistan niho miweqetan di bin destê çar welatan de ye lê belê miletê kurd her yek tenê ye û qedera wî miletî bi welatê wî Kurdistanê ve girêdayî ye. Bûyereka negatîv ko li parçeyeka Kurdistanê rûdide yekser tesîra xwe li hemî parçeyên dî dike û pêşketineka baş jî hêvî û baweriya kurdan li hemî parçeyên dî xurttir dike.
Li Kurdistanê gelek partiyên siyasî hene û gelek caran hinek partiyên siyasî helwêstên wisa digirin ko yekser tesîrê li ser qedera hemî parçeyan dike. Ji ber hindê jî hemî partiyên Kurdistanê ne ji “parçeya xwe” tenê berpirs in û bivêt û nevêt gerek ew hesabê kirin û têkiliyên xwe yên digel parçeyên dî jî bikin.
Başûrê Kurdistanê îro bûye merkeza desthilata siyasî û qanûnî ya hemî miletê kurd û li wê derê Partiya Demokrat ya Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di pratîkê de bûne pêşkêşên vî miletî. Kurdên hemî parçeyên dî jî bi vê desthilata siyasî û qanûnî ya başûrê Kurdistanê kêfxweş in û bi dil û can piştgiriya wê dikin. Partiya Karkerên Kurdistanê û hemî miswedeyên wê li derveyî vê tesbîta min in û ew wekî xizmetkarên dewleta tirk li dijî hemî kurdan li hemî parçeyên Kurdistanê ne.
Gelo piştgiriya partiyên parçeyên dî yên Kurdistanê ji bo başûrê Kurdistanê tenê nivîsandina pîrozname û diyarkirina kêfxweşiya xwe ya bi daxuyaniyan e? Û gelo piştgiriya Partiya Demokrat ya Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bo parçeyên dî tenê spaskirina wan pîrozname û daxuyaniyan e?
Nivîsa min ya vê carê li ser van herdu pirsan e û rewşa heyî ne gelekê baş e. Yekwelatî, yekmiletî û yekqederî bi vî awayê ko partiyên me yên siyasî dikin nabe.
Ez dê berê behsa partiyên parçeyên dî yên Kurdistanê bikim û bibêjim ka wan çi pêşniyar bo rêberên siyasî yên başûrê Kurdistanê heye. Hema ji despêkê ve ez dikarim bibêjim ko min heta niho nivîsek tenê jî ya serok yan sekreterê partiyeka parçeyên dî yên Kurdistanê nexwendiye û nedîtiye ko rexneyeka birayane li serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokkomarê Iraqê Celal Talebanî bigire.
Ev felaket e. Ev ji bo hemî miletê kurd û ji bo hemî parçeyên Kurdistanê felaket e. Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî berî çendhefteyekê digel serokên partî û rêxistinên başûrê Kurdistanê civiya û ji wan xwest ko rexneyan li kirinên wî bigirin da ew bikare karekê baştir bike ji ber ew niho berpirsê hemî miletê kurd e û xeletiyeka wî dê bibe mal ji hemî kurdan re. Partiyên başûr heta dereceyekê nêrînên xwe yên cida ji PDK û YNK-ê re dibêjin û ew jî baş e.
Lê belê partiyên parçeyên dî yên Kurdistanê ti caran nêrîneka xwe ya rexnegir aşkera ji Mesûd Barzanî û Celal Talebanî re nenivîsîne û me ew di ti rojname, televizyon û dezgehên ragihandinê de nedîtiye û nexwendiye.
Heger te dîtibe û xwendibe ji min re bibêje. Ez dê navê hinek kesan binivîsînim û tu nivîsar û nêrînên wan yên rexnegir ji min re peyda bike û bihejmêre. Gelo Kemal Burkay, Mesut Tek, Dara Bilek, Îbrahîm Guçlu, Şerefedîn Elçî, Ebdulmelik Firat, Kendal Nezan, Hemîdê Hecî Derwêş, Mihemed Nezîr Mistefa, Smeîl Emo û Mistefa Hicrî hîç rexneyeka vekirî bi nivîskî di medyayeka kurdî de li Mesûd Barzanî û Celal Talebanî girtiye yan ne?
Li gor ko ez dizanim û têt bîra min yek ji wan jî van deh salên dawiyê li ser siyaseta Partî û Yekîtiyê nivîsareka tenê jî ya rexnegir nenivîsandiye û nerazîbûna xwe diyar nekiriye. Û van kesan hemiyan di van deh salan de bi gelek minasebetên cida gelek pîrozname ji Mesûd Barzanî û Celal Talebanî re verêkirine û gelek daxuyaniyên kêfxweşî û piştgiriyê jî derxistine.
Ma wiha baş e? No ezbenî ne baş e û ez dê bi nimûneyeka aktûel aşkera bikim ko ev bêhelwêstiya kesên siyasî yên parçeyên dî yên Kurdistanê wisa dike ko Partî û Yekîtî dikarin di hinek waran de siyaseteka xelet bi rê ve bibin bêyî ko ti kes dengê xwe bike.
***
Partiya Karkerên Kurdistanê – û hemî miswedeyên wê yên ko Abdullah Ocalan serokatiya wan dike – rêxistineka terorê ye û dewleta tirkan wê bi rêya Abdullah Ocalanî li hemberî kurdên hemî parçeyan bi kar tîne. Partiya Karkerên Kurdistanê û Abdullah Ocalanî hîç mîsyon û programeka siyasî û neteweyî ji bo miletê kurd nîne û niho hemî karê apociyan dijayetiya kurdan û Kurdistanê ye û tirkîfîzekirina kurdan û tirkiyekirina Kurdistanê ye.
Digel vê jî li başûrê Kurdistanê dergeh ji Partiya Karkerên Kurdistanê û berpirsên wê yên çeteyên dewleta tirkan têne vekirin û qismek ji ragihandina başûrê Kurdistanê dîrek borîzaniya çeteyên dewleta tirkan apociyan dike û tiyatroya di nêvbera eskerên tirkan û gerîlayên apociyan de wekî şerekê di nêvbera kurdan û tirkan de dide nîşan dan û heroj propagandeya apociyan dike.
Hinek ji kurdên başûr belko dihesibînin ko ew PKK-ê li hemberî dewleta tirkan bi kar tînin. Ev hesabekê ji binî de xelet e ji ber tenê Tirkiye dikare PKK-ê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne û serokê wê Abdullah Ocalan jî li Imraliyê di bin kontrola tikan de ye û ne li Hewlêrê di bin kontrola kurdan de ye.
Baş e Kemal Burkay, Mesut Tek, Dara Bilek, Îbrahîm Guçlu, Şerefedîn Elçî, Ebdulmelik Firat û Kendal Nezan çima hon li hemberî vê siyaseta xelet bêdeng û bêrexne ne? Ma birayetî tenê pîrozkirin, pesindan û xwebêdengkirin e?
Ez bim şona we ez dê nivîsareka vekirî ji Mesûd Barzanî û Celal Talebanî re binivîsînim û di medyaya kurdî de jî belav bikim û bibêjim:
1. Hon bi xwe pêşmergeyên xwe rênekin Xakurkê û Qendîlê û şerê gerîlayên PKK-ê nekin lê belê bi ti awayî jî rê nedin berpirsên PKK-ê yên wekî Murat Karayilan, Cemil Bayik, Mustafa Karasu, Ali Haydar Kaytan û çeteyên dî yên dewleta tirkan ko bêne Silêmanî, Hewlêr û Dihokê û heger ew bêyî we bi dizî ve hatin wan deran jî wan hemiyan wekî terorîstên neyarên miletê kurd bigirin û bêxin zîndanê de da tirk hêdî nekarin wan li hemberî kurdan bi kar bînin û da tirk bi emr û fermanên wan welatparêzên kurd li bakur nekujin û yên mayî jî nekin xulamên tirkan.
2. Partiya Welatparêzên Demokratên Kurdistanê yanî PWD bi rizaya tirkan û Tirkiyeyê ji PKK-ê veqetiyaye û bi rizaya wan Osman Ocalan, Nizamettin Taş, Kani Yilmaz û berpirsên dî hatine û li Dukanê bi cih bûne. Ji aliyê siyasî ve ti ferqeka mezin di nêvbera wan û PKK-ê de nîne û lewra ti payeyeka siyasî nedin wê partiyê, û berpirsên wê jî wekî miltecî qebûl bikin û tenê nan û ava wan bidin wan û jê zêdetir ti îmkanên madî û siyasî nedin Osman Ocalan, Kani Yilmaz û Nizamettin Taşî. Jixwe Osman Ocalan terefdarê “Cumhuriyeta Demokratik” û brayê xwe Abdullah Ocalanî ye û ti qîmetê zêde jî nedinê. Mihacirekê siyasî bo nimûne dema diçe Swêdê dewleta Swêdê tenê cih, nan û ava wî didiyê û ti arîkariya madî û siyasî jê re nake lewra hon jî bi defteran dolaran nedin wan kesan.
3. Bi xêra xwe ti hêviyê ji partiya ko nû dike ava bibe yanî partiya DTH ya ko Leyla Zana, Hatip Dicle, Orhan Dogan, Selim Sadak û hevalên wan yên tirkên esilkurd nekin û ti rûyî jî nedin wê partiyê ji ber ew partî bi emr û fermana Abdullah Ocalanî li Imraliyê ava bûye û armanca wê tirkkirina kurdan û tirkiyekirina Kurdistanê ye. Partiya DTH ji Milliyetçi Hareket Partisiya faşîstên tirkan xerabtir e û karê wê tenê xizmeta dewleta tirkan e û jixwe hê ji niho ve Leyla Zana û hevalên wê dibêjin nasnameya wan ya esasî “tirkbûn û tirkiyebûn” e û kurdbûn tenê nasnameyeka rayekî yanî kokî ye yanî koka wan kurd jî be ew bi xwe tirk in. “Kurdistan” her di lîteratûra wan ya siyasî de nîne û ji bakurê Kurdistanê re jî dibêjin “rojhilat û başûrê rojhilatê Tirkiyeyê”.
Dewleta tirkan û Abdullah Ocalan partiya nû ya Leyla Zanayê û hevalên wê, DTH-ê li hemberî destketiyên kurdan yên li başûrê Kurdistanê ava dikin da kurdên bakur ji başûr bi dûr bixin û da tesîra siyasî ya başûrê Kurdistanê li ser bakurê Kurdistanê zeîf bikin.
4. Qedera herçar parçeyên Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye. Vêca heger hon her bi çi awayî jî be arîkariya PKK-ê, PWD-ê, DTH-ê yan partî û rêxstineka dî ya di bin kontrola Abdullah Ocalanî de bikin ew dê ji bo kurdên bakur pir xerab be û tesîra wê ya xerab dê li we jî bibe.
***
Brayetî ne tenê pîrozkirin e. Birayetî rexnegirtine jî û serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji parlamenterên kurd, siyasetmedarên kurd û rewşenbîrên kurd dixwaze ko rexneyên pêwist li siyaseta wî û birêvebirên dî yên Kurdistanê bigirin da kurd wekî milet bi awayekê xurt bi pêş de biçe.
Vêca hêviya mirovî ji hemî kurdan û nemaze ji kesên wekî Kemal Burkay, Mesut Tek, Dara Bilek, Îbrahîm Guçlu, Şerefedîn Elçî, Ebdulmelik Firat, Kendal Nezan, Hemîdê Hecî Derwêş, Mihemed Nezîr Mistefa, Smeîl Emo û Mistefa Hicrî ew e ko di babetên cida cida de rexneyên xwe yên li rêberên başûrê Kurdistanê binivîsînin ji ber qedera miletê me hemî niho di destê wan de ye û divêt ew ti gaveka xelet neavêjin yan ne em hemî dê jê bixusirin. |